Meclîsa Partiyê ya HDP'ê civiya

ENQERE - Meclîsa Partiyê ya HDP'ê ji bo amadekariyên kongreyê li ber çavan derbas bike û detayên nexşerêya di kongreyê de dê bê aşkerakirin zelal bikin civiya.

Meclîsa Partiyê ya Partiya Demokrakît a Gelan (HDP) bi serokatiya Serokwekîla Hevserokên Giştî ya HDP'ê, Alîkarê Hevserokên Giştî yê ji Rêxistinbûnê berpirsyar e û Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr kom bû. Di civînê de encamên ku di civînên 6-7'ê Gulanê de bi MYK û Koma Partiyê û di 10'ê Gulanê de jî bi hevserokên bajaran ve hate lidarxistin dê careke din li Meclîsa Partiyê li ber çavan bê derbaskirin.

Di civînê de rojeva kongreyê, geşedanên siyasî û nexşerê bê destgirtin û amadekariyên kongreyê teşe bigire. Dîsa di civînê de nexşerêya kongreyê û plana aştiyê ya bê aşkerakirin jî zelal bibe.