Altintaş: Rewabûna HDP'ê misogeriya rewabûna CHP'ê ye

ENQERE - Akademisyen Mustafa Altintaş diyar kir ku êrîşên li dijî tevgera kurd dê bêencam bimîne û para CHP'ê ya di vê tasfiyekirinê de "ji ber ku HDP'ê ji xwe re reqîb dibîne ye". Altintaş got ku AKP'ê partîbûna xwe temam nekiriye û li gorî wî ji bo ku ev rewşa ku Tirkiye di nav de ye bê derbaskirin tekane rê tifaqa demokratîk e.

Li Tirkiyeyê geşadanên krîtîk û girîng diqewimin. Li aliyekî li ser encamên referandumê yên bi guman sîstema ku tê xwestin bê avakirin li aliyê din jî pirsgirêkên ku bûne krîz. Di nava hemû geşedanan de jî êrîşên ku li dijî kurdan û muxalîfan bi awayekî sîstematîk pêk tê. Akademîsyen û endamê Lijneya Dîsîplînê ya YOK'ê Mustufa Altintaş ê ku yek jî enteltuelên herî girîng ên Tirkiyeyê ye geşedanên di nava HDP, AKP, CHP'ê, êrîşên li dijî siyaseta kurd û muxalîfan pirsên dîhaberê bersivand.

* Mamoste, referandum bi awayekî guman bi nîqaşan hate qebûlkirin. Nîqaş didomin, hûn çi dibêjin?

Tirkiye ji 12'ê Îlono 2010 heta niha her tim darbeyên ku ji aliyê îktidaran ve tê kirin dijîn. Di referandumê de ji bo ku misogeriya hiqûqê ji holê neyê rakirin, beşên civakê kedek mezin dan. Lê ev kedên ku hatin hayîn ji aliyê YSK a ku ji ewlehiya hilbijartinê berpirsyar e ve di deqeya dawî de, piştî ku dengdayîn bi dawî bû quralên lîstikê ji bo hin spekulasyonan derî veke hate guhertin. Ev darbeya ku ji aliyê dezgehê hiqûqê ve hatiye kirn, daraza Tirkiyeyê jî guherand.

* We bal kişand li ser YSK'ê lê hin saziyên din ê darazê jî vî nîqaş dikin.

Belê. Seroka Şuraya Dewletê, ew hiqûqnas nîne, ji bernameya min mezun bû. Nayê bîra min xwendekara min bû yan na. Wekî mîlîtinekî partiyekî Erdogan jî derbastir dike û hewl dide referandumê rewa nîşan bide. Bi vî rengî ketina Seroka Şuraya Dewletê ya guhertina nasnameyê jî bi tena serê xwe şaîbeya hatiye kirin nîşan dide. Ger ku dengdayînekî dirust çêbibe, bawer im dadgerên bilind nedikarîn parastinên bi vî rengî bikin. Ev jî nîşan dide ku fikar û gumanên kesên ku gotin "Na" çiqas di cih de ye, delîlê vê ye.

Di şertên OHAL'ê de bi piştevaniya KHK'ê ve sererastikirinên ku tên çêkirin merhaleyên darbeyê ye. Ligel vê yekê jî pirsgirêka hikûmetê ya rewabûnê heye.

* Di nava van nîqaşan de çûna AKP'ê ya kongreyê nîşaneya çi ye?

AKP cara sêyemîn kongreya awarte li dar dixe. Kongreyên awarte di esasê xwe de di partiyên ku pirsgirêkên wan hene tê lidarxistin. Em bibêjin wekî di HDP'ê de di rêveberiyê de bi destê darazê darbeyek hate kirin heye. Valakiya ku wan derxistiye ji bo dagirin hûn dikarin biçin kongreya awarte. Ez ji bo vê tiştekî nabêjim. Lê we îktidar bi dest xistiye, piştî hilbijartinên 1'ê Mijdarê we 2 hikûmet ava kiriye. Yek ji wan hikûmeta Davutoglu yê ku hilbijartin qezenc kir e piştre we li dijî wê darbe pêk aniye bi Bînalî Beg re hiKûmetekî hatiye tayînkirin ava kiriye. Niha jî ji bo serokwezîr û hikûmeta hatiye tayînkirin tê tasfiyekirin, pêvajoyeke bi vî rengî tê jiyîn. AKP kadroyên ku ji dest pêkê heta niha wekî cirnexweşê dibîne tasfiye dike. Ji damezîneran çend kes ma divê bê pirsîn. An jî hevalên xebatê yên Erdogan ên ku di bin heman baranê de şil bûne çend kes mane, divê bê nêrîn.

* Di 20'ê Gulanê de kongreya HDP'ê, di 21'ê jî kongreya AKP'ê ya ku dê Erdogan bibe serokê giştî heye. Di nava van herdu kongreyan de çi cudatî heye?

Kongreya HDP'ê ji ber sedemên mecbûrî ye. Darbeyekî hiqûqî li dijî HDP'ê hatiye kirin. Li dijî HDP a ku îdiaya wî ya Tirkiyeyê bûne heye bi vî rengî helwdana li herêmê asê bikin e. Operasyona ku CHP'ê li bajarên peravê asê bikin heye. Ango AKP nahêle ku ev patî bibin partiyên Tirkiyeyê. Ji bo AKP'ê jî di esasê xwe de pêvajoya partîbûnê ya AKP'ê hê jî temam nebûye. AKP saziyekî wekî milkê Erdogan hebûna xwe didomîne ye. Ji ber ku dezgehên wî nikare biryarê bide. Ligel ku Bînalî Yildirim got ku kongre dê pêşerojê de bibe lê xwediyê milk ê esasî Recep tayyîp Erdogan ji bo 21'ê Gulanê biryara kongreyê girt. Kongreya HDP'ê ji ber pirsgirêkên navxweyî nîne. Ji ber pêkûtiya derve û zordariyên li ser navê hiqûqê ve xistina parlamenteriyan ve HDP mecbûr ma ku xwe kom bike dezgehên xwe ji nûve saz bike. Ya ku pirsgirêk derxistiye geşedanên li hundirê HDP'ê nîne, ya ku pirsgirêk derxist feraseta AKP'ê ya ku nahêle HDP bibe partiya Tirkiyeyê ye.

* Di MHP'ê de jî nîqaşên cidî hene...

Ji bo ku HDP bê tasfiyekirin piştgiriya herî mezin MHP'ê da. MHP di heman demê de muxalîfên xwe jî tasfiye dike. MHP partiyekî ku dengê gel nîqaş dide nîne. Polîtburo heye di MHP'ê de ger ku hûn baldar bin li dijî bingeha xwe helwest nîşan da. Di dengdayîna dawî ya gel de piraniya MHP'ê wekî dibêjin "Na" derketin holê.

* Li bendê bûn ku nîqaşên esasî di AKP'ê de çêbe lê di CHP'ê de nîqaşên li ser kongreyê, gotinên "ez ê te daynim ber derî", pêvajoyên dîsîplînê kete dewreyê. Ev geşadanên li hundirê CHP'ê nîşaneya çi ye?

Tê gotin ku Kemal Kiliçdaroglu dema ku di navbera AKP û FETO de hevkarî hebû bû serokê partiyê ev bi taybetî ji aliyê kesên ku qumpas pêk anîn ve tê gotin. Wê demê Erdogan ê ku idgot ev jiyana taybet nîne piştre jî ji bo bavêjin li ser FETO hate gotin "qumpas" e. Denîz Baykal, Kiliçdaroglu derxist pêşberî civakê. Baykal ji bo pîşeya Kiliçdaroglu ji bo hin nerêtî bê aşakerakirin peywir da wî. Kilidaroglu mufetîş ji ber vê yekê derxistin pêşberî raya giştî. Vê hişt ku Kiliçdaroglu pupuler bibe. Dema ku namzetiya Kiliçdaroglu derket pêş ji ber ku ez wî nas dikin name min jê re şand. Min gote ji piştgiriya hundirê partiyê zêdetir, pêwîstiya we bi piştgiriya gel heye. Ji ber vê yekê nekeve bin kontrola hin kontan. Piştî serokatiya giştî jî min nameyeke duyemîn jê re şand û min gote nekeve nava polîtîkayên gotina men gotin e, wekî ku hûn di îktidarê de ne polîtîkayên ku divê bikin di rojevê de bigirin. AKP esas negire.

* Gelo niha?

Piştî referandumê jî ez difikirim name bişînim. Divê pêşiya partiyê veke û rûpelekî nû veke divê bi daxwaza xwe ve ji serokatiya giştî veqete vê bi rizaya xwe ve bike. Ji ber ku li gorî min di her hilbijartina ku tevlî dibe de di benda ji sedî 25 asê dibe. Ji ber vê yekê jî komkirina CHP'ê zehmet e. Ji ber vê yekê jî pêwîstî bi dengekî nû heye. Çawa piştî Baykal pêdivî bi Kiliçdaroglu hebû îro jî CHP a ku bi şaşîtiyên wekî wekî ku peywira wî civakî pesîf bihêle ye, tiştên ku dibêje sibetirê diderewîne, Sayek a ku daxuyaniya sîne-î milet hema ji aliyê serokwekîlê komê ve tê derewandin gumanê diafirîne. Ger ku di 2019'an de hilbijartinênpêşwext hebe ez dikifirim ku Kiliçdaoglu dê li pêşiya girseyan bibe asteng. Ji ber ku rêbertiyê nake. Gotinên wî yên ku kesên wekî Fîkrî Saglar ên di partiyê de guhertinê dixwazin wekî ku ji qesrê tên birêvebirin guman afirandiye. Divê Kiliçdaroglu vê yekê îzah bike.

* Nîqaşên di CHP'ê de gelo hemû ji ber pirsgirêka rêbertiyê ya Kiliçdaoglu ye, mînak di CHP'ê de lêgerînên ji bo nasanmeya wî ya çep, sosyalîs û demokratîk tuneye?

Pêwîstiya Tirkiyeyê bi partiyekî çep a cidî heye. Partiyekî çap a ku desthilatdariya kedê diparêze heye. Ji bo CHP'ê jî xilas bike di eniya çep de pêdivî bi partiyekî cidî heye. Wekî ku Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) a ku DÎSK'ê piştgirî dida. Vî partiyê Înonu anî çepgiriya navendî, Ecevît anî çepgiriya demokratîk. Li şuna ku bişibin Partiya Edaletê (AP) ya wê demê ji wî dur ketin û ji bo alîgiriya gel bû TÎP. Di vî mijarê de HDP'ê peywirekî bi vî rengî gir ser xwe û divê di esasê xwe de zor bida CHP'ê. Çareserkirina pirgsirêka kurd bi cihgirtina CHP'ê li cem HDP'ê ve pêkan e. Pirsgirêka kurd pirsgirêka kurdan nîne, pirsgirêka tirkan e. Ji ber ku dibêjin kurd welatiyên min e ji ber vê yekê jî nikare pirgsirêkê çareser bike pirsgirêk a me ye.

*Di demên dawî de we jî behsa lêgerîna îtîfakê ya tê nîqaşkirin kir. Lê di destpêkê de tirsa CHP’ê ya bi ligel gelê kurd û HDP’ê cih girtin heye…

Tirsa CHP’ê ya ligel HDP’ê bê dîtin şaşe. Ji ber ku CHP ji Xwedê fermanke bîne û belgeyek dibêje ‘CHP û HDP bi tu awayî di nava têkiliyê de nîne’ bîne jî bi partiya îktîdarê ku reqîbê wî ye û hevkarê wî MHP, ji bo CHP’ê ji girseya wê qut bike dê wekî bi HDP’ê re di nava îtîfaqê de ye bide nîşandan. Yên gotin na destpêkê hemû terorîs bûn û piştre bûn FETO. Ji ber wê yekê xwe parastina CHP’ê dê bi durketinê nebe. Berovajî wê ger em pirsgirêkên Tirkiyeyê çareser bikin divê CHP di aliyê bi Tirkiyebûna HDP’ê de alîkariyê bide. Rewabûna HDP’ê ewlehiya rewabûna CHP’ê ye.

*Di van şertan de li herêmê îtîfaqek berfireh pêkane?

Erdal (Înunu) ev bi serxist. Di hilbijartinên 1991’an de welatiyên kurd ên ku pêvajoya xwe temam nekiribûn birin parlamentoyê. Piştî wê li ser bingehê yeketiyê nekarin bidomînin. Di roja me ya îro de jî ji bo yeketî û îtîfaq bê çêkirin peywireke dikeve ser mile CHP’ê heye. beriya HDP ji vê re bêje erê divê CHP vê niyete dane holê. HDP li cihê xwe disekine û hewl dide bibe partiya Tirkiyeyê. Ji vê re astengiyan derdixin. Bi rakirina vê astengiyê dê CHP alîkariyê bide aştiyê. Ji bo tasfiyekirina HDP’ê çêkirina îtîfaqan û ji bo destnedayînan piştgirî dayîn hişt ku Tirkiye bikev rewşa îro. CHP li ser van tirsan dema dibêje ‘bila ji bo hemû kesî destnedayîn bê rakirin’ dizanî ku dê destnedin ên din û hedef HDP ye. Ligel ku dizanî jî bû yek ji fîgurên lîstikê.

* Sedenên van êrîşên li ser HDP’ê û tasfiyekirina wê çine?

Serkeftina HDP’ê ya herî mezin, serkeftina di hilbihartinên 7’ê Hezîranê de û li parlamentoyê bûyîna partiya 3’yemîn. Dengên ku AKP di hilbijartina 7’ê Hezîranê û beriya wê de ne gihiştibûyê komkirin. Parlamenterên kurd ên bi awayê biserê xwe dihatin hilbijartin wekî partî xwe birêxistinkirin hişt ku bibe hevrikê herî mezin ê AKP’ê. Derketina HDP’ê ya li ser dika dîrokê maf da hilbijêrên ku AKP’ê naxwazin. Ger hûn li deng û parlamenterên AKP’ê yên li herêma başûrêrojhilatê Anatolyayê hûnê hevnegirtina di hêjmaran de bibînin. Bi partîbûna HDP’ê ji bo AKP’ê bû sedema zengila alarmê lêbixe. Partiyên ku nijarperetiyê û netewperestiyê dikin xist nava tevgerê. Beriya hilbihartinên 7’ê Hezîranê AKP ya ku dîmenên dê bi Abdullah Ocalan re hevserokatiyê parve bikin dide, bi girtina parlamenterên ji destê wî hişyar bû. dît ku pêvajoya çareseriyê îktîdara wî dixe nava talukeyê. Piştî hilbijartinên 7’ê hezîranê şer derxist pêş û wiha pêşiya HDP’ê girt. Di sala 94’an de tiştek wiha tune bû. Wê demê tevgera siyasî ya kurd piştgriyek wiha girseyî tune bû û li wir bi yekane tasfiye kirin. Tedbîrên SHP’ê yên li dijî parlamenterên kurd ên tevlî konferansa kurd bûn girtin, riya tasfiyeye vekir. Îro jî heman tiştî bi rakirina destnedayînan dikin. Wê demê piştgiriya didan DYP, ANAP, MHP roja îro ji aliyê CHP’ê ve ji AKP û MHP’ê re tê dayîn û ev di meseleya destnedayînan de tê dîtin.

* Daxwaza tasfiyekirina tevgera kurd bi salane didome. Gelo îro pekane?

Li gorî min êdî cin ji şîşê derketiye. Tevgera siyasî ya kurd, bit irs, çewisandin û zextan nikarin derxînin dervehiya dîka siyasetê. Tevgera siyasî ya kurd nikar bê tasfiyekirin. Ji ber ku welatiyên ku bingeha wî kurditiye hene û pirsgirêkên wan hene, ev kes kesên me ne û pirsgirêkên me ne. Tasfiyekirin ma dê kurdan ji holê rake. Ger girseyek ku tevgera siyasî temsîl dike hebe… binêrin hûn dibin ku tirkiye vegeriyaye goristana partiyan ji berk u li pişt wan hilbijêr nemane. Hûn nikarin, DYP, ANAP û Partiya Dadê bibînin. Hilbijêrên wan hatine belavkirin, lê girseya li pişt tevgera siyasî ya kurd ne tene kürdin, sosyalist, demokrat û yên din hene. 7’ê hezîranê ev nîşan da. Tevlîbûna aliyen me li jor gotin hişt ku stratejiya şer bikeve meriyetê. Ji ber wê dixwazin vê hevdîtinê ji holê rabikin.

* Sedema piştgiriya CHP’ê ya ji bo rakirina destnedayînin çiye?

Hevrikê CHP’ê ne AKP an jî MHP ye, HDP ye. Sedemê piştgiriya li rojavayê Tirkiyeyê ya ji bo HDP’ê lêgerîna wê ya bi pirsgirêka kurd re çareserkirina pirsgirêka Tirkiyeyê ye. Di vê mijarê de hilbijêrên CHP’ê xwe dan pişt HDP’ê. Piştgiriya CHP’ê ya ji bo AKP û MHP’ê di majara rakirina destnedayînan encama vê tirsê bû. HDP’ê ji xwe re wekî hevrik dibîne. Di 7’ê Hezîranê de gelek CHP’î berê xwe dan HDP’ê. Li şûna ez dengek bidim CHP’ê û parlamenterekê derxînim ez ê ji bo bendavê derbas bike deng bidin HDP’a dê 80 parlamenteran derxîne. Ji bo pêşiya vê bigire CHP’ê bi AKP’ê re hevkarî kir. Rakirina destnedayînan şaşiya herî mezin bû. hûn ji bo Balbay û Haberal ji hundir bigirin tê dikuşin lê li aliyê din hûnê ji bo hevserokên HDP’ê bên girtin alîkariyê bidin.

* Pirsgirêka kurd digihije qada navneteweyî. Dema Serokomar çû Moskova û Washingtonê ev mijar axivî lê ji aktorên bingehîn dur disekine…

Kurdan gotin em bi xwe pirsgirêka xwe çareser bikin û cihê vê jî TBMM ye. Ger hûn mirovên ku dê pirsgirêkê çareser bikin, rêveberên siyasî y^ne kurd, ji platformên ku pirsgirêkê lê nîqaş bikin dur bixin, bavêjin girtîgehan wê demê dê li şûna van rêberan rêberên din û berdevkên din derkevin holê. Ji ber vê divê ji nû ve mase bê danîn. Divê aktorên li ser maseyê carekdin bên gel hev da ku fîguranên navneteweyî ji holê rabin. Divê em pirsgirêka xwe çareser bikin an dê me çareser bikin. Îro tirkiye di halê tarûmarbûyî de ye. Li kurdan binêrin li Tirkiyeyê kîjan welatî ji roja xwe keyfxweşe û ji pêşeroja xwe bihêvî ye. Hûn dibinin k udu kes destê hev digirin? civakek wiha bi kîn avakirin. Me kurd û tirk kirin dijminê hev. Ger em wiha bikin dê hakem bikeve nave du kesên ku şer dikin. Dawiya vê tune ye û alîkariya çareseriyê jî nake. Ji ber wê divê em li Tirkiyeyê bi aliyên pirsgirêkê re rûnin û nîqaş bikin.

* Pirsa dawî hûn wekî akademîsyen çalakiya greva birçîbûnê ya Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça çawa dinirxînin?Ü

Li vir jî dive dewlet bi van kesan re biaxive. Binêrin di mijara mexdûrên OHAL’ê de Nuriye û Semîh li holê ne. Ev kes wekî nûnerê kesên mexdûrên OHAL’ê laşe xwe xistin ber mirinê lê agahiya Serokwezîr jê tune ye. Ger agahiya te ji bûyereke ku li navenda Enqereyê tê jiyîn tune be agahiya te bi çi heye gelo.

Kenan Kirkaya - dihaber