7 kes beşdarî civîna yekem bû piştî 15 salan 7 parlemneter derxistin

ENQERE - Derket holê ku 7 kes beşdarî civîna yekem a Partiya Gelan a Kedê (HEP) ya li Wanê hat lidarxistin bûne. Li Wanê di civîna 7 kes beşdarbûyî de, HDP’ê bi Hevseroka Giştî Fîgen Yuksekdag re 7 parlamenter derxistin. Hamît Geylanî bertek nîşanî daxistina parlamenteri û endamtiya Yuksekdag da û wiha got: “Sedema hemû êrîşan ji tirsê tê.”

Di demek ku êrîşên li dijî HDP’ê gihiştine asta herî jor de, balkêşe ku parlamenterî û endamtiya Fîgen Yuksekdag ku li Tikriyeyê Sosyalîste hat daxistin. Yuksekdag, bi vê nasnameya ku li bajarê kurdan Wanê hat hilbijartin û ji aliyê gelek kesan ve hat gotin ku rolê Behîce Boran a dema TİP’ê carek din zindî dike. Sedemên Yuksekdag û HDP wekî hedef hatin hilbijartin Sekreterê Giştî yê Berê yê HADEP’ê û siyasetmedarê kurd Hamît Geylanî nirxand.

Geylanî, diyar kir ku dema li Colemêrgê Serokatiya HEP’ê dikir, pirsgirêka birêxistinkirina siyaseta kurd dijiya. Geylanî behsa axaftina Serokê Giştî yê Berê yê HEP’ê Fehmî Işiklar ku hatibû Colemêrgê ya bal dikişan ser atmosfera herêmê û gotibû “Emê tirsê bişikînin” dike ku ji wê demê heta niha bûye dirûşmeyek.

LI WANA HDP’Ê 7 PARLAMENTER DERXISTIN 7 KES KOM BÛBÛN

Geylanî, da zanîn ku wê demê HEP’ê li Wanê pirsgirêka rêxistinkirinê dijiya û wiha got: “Wekî serokê bajarê Colemêrgê ji bo xebatan bangî min kirin. Piştre em li Otela Bayram a ku di erdhejê de hilweşiya bû kom bûn. Me dizanî gel lipişt me ye; lê tirsek wiha mezin hebû k udi wê civînê de tene 7 kes amade bûn. Me xebatên siyasî di wan şertan de meşand. Di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de li bajarê ku em 7 kes kom bûn HDP’ê ji 8 palamenteran 7 parlamenter derxistin. Di destpêka wê lîsteyê de Fîgen Yuksekdag hebû. Ji xwe ev her tiştî vedibêje.”

SEDAMA ÊRÎŞA LI DIJÎ SIYASETA KURD TIRSE

Geylanî, bal kişand ser xestên li ser HDP’ê û wiha pêde çû: “Êrîşên li ser HDP’ê ji paşerojê heta roja îro berdewam dike. Ev hemû êrîş encama tirsê ne. Nazim Hîkmet ji Mussolini re digot ‘gelek diaxive, ji ber gelek ditirse gelek diaxive’. Niha binêrin Erdogan bi şev û roj diaxive. Di van axaftinên xwe de bi taybet heqaretê li kurd û siyaseta kurd dike. Ev encama tirsê ye. Dizanin di dema HADEP’ê de provokasyona alê hatibû jiyîn. Piştî wê provokasyonê hemû rêveberên partiyê hatibûn girtin û piştre jî siyaset li me qedexe kirin. Hemû partiyên kurd HEP, DEP, HADEP, DEHAP, Partiya Azad, hatin girtin. Cara yekem wekî rêverberê partiye min di dema girtina DEHAP’ê de li Dadgeha Qanûna Bingehîn parastina siyasî kir.”

CÎNAYETÊN KIRYAR NEDIYAR

GeylanÎ, destnîşan kir ku ligel girtina partiyên kurdan êrîşên fîzîkî jî li dijî siyaseta kurd pêkdihatin û wiha domand: “Cînayetên kiryar nediyar hatin jiyîn. Cînayeta destpêkê ya tê bîra min a Vedat Aydin bû. hefteyek beriya êrîşê li Mûşê civîna serokên bajaran hebû. Vedat û hevalên din jî hatibûn. Piştî hefteyekê agahiya qetilkirina Vedat hat. Vedat Aydin ji ber kesekî demokrat û parêzvanê mafê mirovan bû hat qetilkirin. Tunekirina Vedat parçeyek ji lîstika pergala qirêj bû û xwestin bi vê çavê gelê kurd bitirsînin. Piştre Mehmet SÎncar, Muhsîn Melîk, Faîk Candan hatin qetilkirin.”

ÇEND DITIRSIN ÊRÎŞ DIKIN, EW ÊRÎŞ DIKIN EM MEZIN DIBIN

Geylanî, bi lêv kir ku ligel hemû êrîşan jî tevgera siyaseta kurd mezinbûye, di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de 80 parlamenter derxistin, 3 Şaredariyên Bajarê Mizin bidest xistin, vê yekê tirsa pergalê kûrtir kir û wiha axivî: “Wê demê ji ber ditirsiyan êrîş dikirin niha jî ji ber ditirsin êrîş dikin. Wan êrîşan em tune nekirin berovajî wê em mezintir kirin, îro jî êrîş me tune nakin me mezin dikin.”