Erdogan li Amerîkayê ye: Rojev YPG, Gulen û Saraf e

ENQERE - Serokomar Tayyîp Erdogan bi rojevên wekî YPG, Fetullah Gulen û Riza Saraf ve çû Amerîkayê.

Serokomar Tayyîp Erdogan ji bo Serokdewletê Amerîkayê Donald Trump ve hevdîtinê pêk bîne çû Amerîkayê. Di rojvên Erdogan de alîkariya Amerîkayê şa ji bo YPG'ê, îyadekirina Fetullah Gulen a Tirkiyeyê û Riza Seraf eb Her wiha hate hinbûn ku Erdogan dê bi rêveberên şîrketên wekî Coca Cola, Lockheed Martin, P&G û Boeingê ve jî civînan li dar bixe.

Di serdena ku Erdogan dê bi Turump re hevdîtinê pêk bîne de hevsera wî Emîne Erdogan, Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag, Wezîrê Karên Derve Mevlît Çavuşoglu, Wezîrê Aboriyê Nîhat Zeybekçî, Wezîrê Çavkaniyên XWezayî û Enerjiyê Berat Albayrak û Wezîrê Parastina Neteweyî Fîkrî Işik jî cih digirin.