HDP'ê bi Dadgeha Qanûna Bingehîn re hevdîtin pêk anî: Daxuyanî tuneye

ENQERE - Serokwekîla Meclîsê ya HDP'î Pervîn Buldan û parlamenetê HDP'ê yê Enqereyê Sirri Sureyya Onder bi Serokê Dadgeha Qanûna Bingehîn Zuhtu Aslan re hevdîtin pêk anî.

Partiya Demokratîk a Gelan bi Serokê Ddageha Qanûn Bingehîn (AYM) re hevdîtin pêk anî. Serokwekîla Meclîsê ya HDP'î Pervîn Buldan û parlamenetê HDP'ê yê Enqereyê Sirri Sureyya Onder bi Serokê Dadgeha Qanûna Bingehîn Zuhtu Aslan re hevdîtin pêk anî. Hevdîtina ku nêzî saetekî berdewam kir de rewşa parlamenterên girtî, biryara AYM'ê ya ku berî têkîldarî parlamenterên CHP'ê yê girtî de dabû hate rojevê. Di hevdîtinê de HDP'ê tê zanîn ku ji ber ku AyM'ê serlêdana wn nehatiye destgirtin rexne kiriye.

Di vî navberê de HDP'ê daxuyand ku ew ê têkîldarî hevdîtinê daxuyaniyekî nedin. Heyeta HDP'ê ya ku têkîldarî naveroka hevdîtinê pirsên ku hatin kirin jî nebersivand û li ser navê heyetê Pervîn Buldan got ku dibe ku piştre daxuyaniyekî bidin.