HDP’î li pêşberî DMME’yê qêriyan: 194 rojin 6 milyon kes li benda dadê ne

STRASBOURG - Heyeta HDP’ê bi parlamenterên Ewropayê re li ber DMME’yê ji bo parlamenterên girtî banga dadê kirin. Berdevkê HDP’ê Osman Baydemîr, got: “194 rojin vîn û hilbijêrên 6 milton kesan li benda dadê ne. hiqûqa navxweyî qediya, ji bilî DMME’yê riyek nema. DMME diqêre dada direng mayî ne dade, divê lezgîn biryar bê dayîn.”

Parlamenterên HDP’ê, komek parlamenterên Ewroapyê, li bajarê Strasbourda Fransayê li ber Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) ji bo parlamenterên girtî daxuyaniyek dan. Li ser navê heyete Berdevkê Partiyê Osman Baydemîr axivî û silavên Hevserokên Giştî yên HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag pêşkêşî parlamenterên piştgirî dane wan û ev tiş gotin:

“Birêz Demîrtaş, Yuksekdag, parlamenterên din ên girtî, hilbijêr û hevşaredarên me vîna 6 milyon kesî temsîl dikin. Ji bo we piştgirî daye vîna 6 milyonan em li ser navê 6 milyonan spasiya we dikin. 194 roje vîn û hilbijêrên 6 milyon kesî li benda dadê ne. Em ji bo dadê têdikoşin xebat didin meşandin. Ji bo dadê me serî li hemû hiqûqa navxweyî da û hemû hatin qedandin. Lê hêjî me ji yekê jî encam ne girtiye. Ez bi xemgînî dibêjim riyên hiqûqa navxweyî, dadgehê ji bo aliyê muxalif tune bike bikartîne. Ji ber wê yekana riya hiqûq û dadê DMME maye. Ji bilî DMME’yê riyek din tuneye. Li DMME’yê di du mijarên bingehîn de serlêdanên me heye. Ya yekemîn radkirina destnedayîn parlamenteran li dijî hevpeymanê ye û yadin jî girtin li dijî hevpeymanê ye.

DADA DIRENG MAYÎ NE DADE

DMME bang dike dada direng mayî ne dade. Her roja ku direng dimîne êşên bê telafî tên jiyîn; ji ber ku tê wateya berdewamkirina girtin û darizandina parlamenteran. Tê wateya bêhiqûqiyên wekî rakirina destnedayînin ên bêtelafî. Em carekdin bi dengek bilin bang li dadgeha bilind dikin û banga xwe nûdikin.

Divê serlêdan bi lezgînê bê rojevê, biryar bê girtin û em dixwazin li pêşiya vê bêhiqûqiyê bê giritn. Ji ber li tirkiyeyê riyên hiqûqa navxweyî hatine girtin. Dadgeh dibin zexta siyasî de ye. Dadgeh ji bo cezakirin û tune kirina aliyê muxalif tê bikaranîn. Ji ber vê yekê bi biryara DMME’yê ya dijîbûna hevpeymanê dê destûr bide ku li Tirkiyeyê demokrasî, xwe îfadekirina azad, hiqûq û dad carekdin jîn bide. Aştî bêguman bi azadiyê re tê. Aştî û azadî jî bêguman bi dadê pêkane. Em carekdin li pêşberî DMME’yê ji bo dadê bang dikin.”

Piştî axaftina Baydemîr parlamenterên Ewropayê jî nêrînên xwe anîn ziman û piştgiriya xwe anîn ziman.