NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî hevdîtina Serokomar Erdogan û Trump, daxuyanî hat dayîn. Erdogan di daxuyaniyê de wiha got: "Ne rast e ku YPG wek muxatab esas bê girtin."
Serokomar Recep Tayyip Erdogan û Serokê DYA'yê Donald Trump piştî hevdîtinê, daxuyanî dan. Rojeva Erdogan dayîna çekên ji bo YPG'ê bû. Erdogan ji bo vê wiha got: "Ne rast e ku YPG wek muxatab esas bê girtin." Trupm jî wiha got: "Em ji bo kêmkirina şideta li Sûriyeyê û rêvekirina li ber aştiyê piştevaniyê dikin. Bi Erdogan re em li ser mijara xurtkirina bazirganiyê axivîn. Sîparîşa ekîpmana leşkerî hatibû dayîn û em ê bi awayekî lez û bez teslîmata vê bikin."
Erdogan ê ku bi tevî Trum daxuyaniyeke hevpar da jî wiha got:
"Gava din me bi Birêz Serok re hevdîtinek çêkir. Em li ser rewşa têkiliyên Tirkiye-DYA'yê rawestiyan. Pêwendiya di navbera Tirkiye û DYA'yê de, li ser esasên nirxên demokratîk pêş ve çûye. Xurtkirina têkiliya di navbera me de, li gel berjewandiyên me yên bi hev re ji bo aştiya kûrewî jî girîng e. Di vê serdema çelq de, bi taybetî tevkariya her du welatan girîngiya herêma me daye der.
A rast tevî DYA'yê bi awayekî nêz tevkariya me bi NY, NATO û G20'an re heye. Di pêvajoya pêş de em ê hewl bidin ku vê diyalog û piştevaniya xwe zêde bikin. A rast wisa bawer dikim ku dê ev serdan bibe cihê geşedanên dîrokî.
Wisa bawer dikim ku hem vê hevdîtina me, hem jî hevdîtina navbera heyetan dê firsendekê bide der. Di zêdekirina tevkariya warê aborî, veberhênanî, enerjî û pîşesaziya parastinê de em hevfikir in. Piştevaniya me ya muşterek a ku li dijî hemû rêxistinên terorî yên li herêma me, zaf girîng e.
Em di warê têkoşîna li dijî rêxistinên terorî yên ku pêşeroja me ya hevpar tedît dikin bi biryar in. Di pêşroja herêma me de cihê tu rêxistinên terorî tune ye. Bi taybetî jî rêxistina terorî YPG-PYD. Ne rast e ku ev muxatab bên girtin. Her wiha em destûra kesên ku fealiyetên rêxistinên terorî yên li herêmê wek hincet nîşan didin û hewl didin ku baweriyên herêmê biguherînin jî nedin."