Gunay: Biratî, aştî û edalet dê bi yekîtiya me pêş bikeve

STENBOL- Cîgirê Serokê Malên Gel Nuri Gunay, diyar kir ku hikûmetê rêwatiya xwe winda kiriye û wiha got: "Aştî, biratî û edalet bi xurtkirina yekîtiya me ve girêdayî ye. Em di eniya 'Na'yê de yekîtiya xwe bêtir xurt bikin."

Cîgirê Serokê Malên Gel Nuri Gunay, tekildarî hêza Eniya "Na" ku piştî referandumê derket nolê nirxand. Gunay, anî ziman ku bi hîle û lîstikan encamek bi vî rengî derket û tevî hemû lîstikan dîsa hikûmet bi ser neketiye. Guney, da zanin ku niha jî dixwazin hemû rastiyan berovajî bikin û veşerin û wiha got: "Piştî hewldana 15'ê Tîrmehê pêvajoyek din dest pê kir. Îktîdar tu berpirsiyariyê nade ser xwe. Piştî OHAL îlan kir, KHK weşandin û niha bi KHK'yan zêdeyî 100 hezar karmend û karker îxrac kirine û artêşa betalan ava kiriye. Bi sed hezaran mirov ji karê xwe dûr ketin. Televizyon û rojname hatin girtin. Wekîl hatin girtin. Hevserokên partiyan hatin girtin. Em îro fam dikin ku îktîdarê beriya referandûmê xwest enî û hêza li hemberi xwe paqij bike."

Gunay, anî ziman ku ne wekî rêveberekî saziya demokratik, wekî welatiyekî bawer nake ku "Erê" derketiye û wiha got: "Ev hilbijartin di dîroka Tirkiye de hilbijartina herî şolî, bi lîstik û dek û dolab bû. Di roja hilbijartinê de ji bo endamen eniya "Na" ser sindoqan terk bikin her tişt kirin. Di vê hilbijartinê de lîstik û aloziyên gelek mezin hebûn."

Gunay, balê kişand ser helwesta CHP'ê ya piştî referanduma 16'ê Nîsanê û wiha got: “Helwesta CHP’ê li dijî daketina civakê ya qadan şaş bû. Diviya bû ku CHP li pêş daketina qadan ên civakê nebûya asteng. Ev bû sedem ku mîtîngên eniya 'Na' lawaz derbas bibin. Girseya ku ji bo 'Na' daketin qadan li dijî hemû cureyên şer û pevçûnê bû. Dijberî her tiştî ji bo aştî û demokrasiyê dadiketin qadan. Niha eniya 'Na' xwedî rêjeyeke ji sedî 49'a ye. Îro eniya 'Na' vê yekê li kolanan biparêze pir rewa ye. Ji ber ku nêviyê civakê dibêje 'Na', ev mafdarî û rewayî ye. Îro ji sedî 51 çi qas rewa be, eniya 'Na' jî ew qas rewa ye."

AŞTÎ JÎ Û BIRATÎ JÎ GIRÊDAYÎ ME YE

Gunay, der barê nexşerêya Malên Gel de jî agahî dan û wiha got: "Em niha piştî referandûma 16'ê Nîsanê dîsa rêxistina civakê berdewam dikin. Ev mutabaaata ku di bin baneyê 'Na' de hatiye avakirin, divê em wê belav nekin. Divê em bêtir wê bi rêxistin bikin. Eniyek mezin a 'Na2 hat avakirin. Divê em vê mutabaqata civakî mezin bikin û xurtir bikin. Aştî, demokrasî, biratî û edalet bi me re ye. Ger ku em yekîtiya xwe xurt bikin, em ê aştî, aramî, edalet û biratiyê jî pêş bixin. Hesreta me ya aştî, edalet û biratiyê ji bo bi dawi bibe, divê em pêşî têkoşîna xwe ya rewa pêş bixin. Divê em rewatî û mafdariya xwe mezin bikin."