Faruk Unsal: AKP bi muxatabên xeyalî re li çareseriyê digere

ENQERE - Parlamenterê AKP'ê yê berê û Serokê MAZLUMDER'ê yê berê Ahmet Faruk Unsal, diyar kir ku kongreya AKP'ê dê muxatabê xeyalî ava bike û wiha got: “Muxatabên siyasî HDP û PKK ye. Bi muxatabên xeyalî çareseri pêk nayê. Pêşketinên li Rojava dê polîtîkayên Tirkiye yên li hemberî kurdan biguherîne.

Di 20'ê Gulanê de HDP kongreya xwe pêk tîne. HDP, ji ber endamtiya Hevseroka wê Fîgen Yuksekdag hat xistin neçar ma diçe kongreyê. Di 21'ê Gulanê de jî AKP kongreya xwe pêk tine. AKP jî ji bo Serokomariya Partîyî û Erdogan bikin Serokê Partiya xwe diçin kongreyê.

HDP, bi kongreyê dê hem hevserokên nû hilbijêre, hem jî dê dê li dijî mekanîzmaya tasfiyekar endamên li şûna endamên xwe yên hatin tasfiyekirin bêtir xwe bi rêxistin û xurt bikin. HDP'ê di 6-7'ê Gulanêde bi civîna MYK'ê û Koma meclîsê, di 10'ê Cotmeh û 13'ê Cotmehê de bi meclîsa Partiyê ev biryar girt. HDP dê rojek beriya AKP’ê kongreya xwe pêk bîne û nîşan bide ku partiya sereke ya muxalif e.

DIXWAZIN DI KONGREYA AKP'Ê HEVIYEKÊ ÇÊKIN

Di nava AKP'e de beriya referandume û piştî referandumê niqaş û nakokî derketin. Ev alozî û nakokiyên nava AKP'ê li derve jî hatin xuyakirin. Serokomar Erdogan dê bi vê kongreyê serdestiya xwe ya mutlak teyît bike. AKP dê bi vê kongreyê bi tevahî têkeve bin kontrola Erdogan. AKP bi riya çapemeniyê wekî pêvajoya asayîbûn û vegera çareseriyê dide nişan. AKP ji niha de der barê kongreyê de hewl dide heviyan pêş bixe û kongreyê bike hevî. Tevî êrîşên li dijî Rojava, Irak û kurdên li herêmê xwe wekî Hamiyên Kurdan dide nîşan. Dixwaze kurdên xwe ava bike.

TU PARTIYAN BI QASÎ AKP'Ê DEWLET DAGIR NEKIRIYE

Serokê Giştî yê MAZLUMDER'ê yê Berê Ahmet Faruk Unsal, diyar kir ku di nava partiyan de herî zêde AKP'ê dewlet xistiye kontrola xwe û wiha got: "Ji bilî serdema Mustafa Kemal tu partiyan bi qasî AKP'ê dewlet nexistiye kontrola xwe. Bi referandumê re ev yek bêtir kûr bû. Li şuna AKP bêtir pirsgirêkan çareser bike lê pirsgirêkan kûr dike. Têkildarî Bakurê Sûriyê ango Rojava Kurdistanê û Kurdistana Iraqê pêvajoyek nû pêş dikeve. Divê bi şiklekî mirajara kurdan bê çareserkirin. Dê vê yekê çawa çareser bikin. Em dê ji axaftina Kerokomar Erdogan baştir fam bikin ku dê çawa nêzî çareseriyê bibin. Xuya ye ku dê wekî berê nêzîk nebin. Dê PKK’ê wekî muhatap qebûl neke. Dê HDP’ê jî bi sinor muhatap bigire. Dê muxatabên xeyalî ava bike. Lê pirsgirêk bi muxatabên xeyalî çareser nabe.

NEXŞERÊYA HDP’Ê PIR GIRÎNG E

Berî her tiştî divê HDP di kongreyê de rexnedayînek xurt bide. Divê bernameyek nû bide pêş xwe. Divê nexşerêyek xurt bide pêş xwe. Piştî HDP'e kongreya xwe pêk anî û nexşerêya xwe diyar kir ka em binerin AKP dê bersîvek çawa bide. Em binern dê AKP bersîvek çawa bide. Em dê kongreya AKP'ê bibînin.

Serokomariya Partîyî ji bo partiyekê tiştekî pir xerab e. Erdogan tercih kir ku wekî Rêberê AKP'ê bimîne. Dema AKP nû ji aliyê Abdullah Gul, Abdullatif Şener, Bulent Arinç û Erdogan ve hat avakirin wê demê AKP bêtir siyasî bû. Niha AKP ji partiya siyasî dûr ketiye û bûye partiya Erdogan. Bûye milkê Erdogan ê taybet. Di nava hêzek wisa mezin de mirovên di nava AKP'ê de bêdengiyê tercîh dikin. Ev nayê wateya ku di nava AKP’ê de muxalif nebaye."

MECBÛRIN RASTIYA ROJAVA QEBÛL BIKIN

Unsal, anî ziman ziyareta Erdogan a DYA'yê dê bandor û şekl bide kongreyê û wiha gotinên xwe bi dawi kir: "Berî her tiştî divê Tirkiye rastiya Rojava qebûl bike. Mijara ku divê kadroyên siyasî yên AKP'ê qebûl bikin di qebûlkirinê de zorê dijîn mijara Rojava ye. Rusya bi şiklên cuda tîne ziman. Amerika jî aşkere piştgiriyêdide Rojava.

Teşekirina nû ya Rojava û Kurdistana Iraqê, dê rê li pêş guhertina siyaseta navxweşî ya Tirikeye ya der barê kurdan de jî veke. Tirkiye bi muxatabên xeyalî nikare pirsgirêkê çareser bike, Dawiya dawî divê bi muxatabên rasteqînî re pirsgirêkê çareser bike. Divê bi riya diyalog û muzakereyan pirsgirêkê çareser bike. Muxatabên vê yekê jî di asta siyasî de HDP û PKK ye."

Kenan Kirkaya - dihaber