Dengîr Mîr Firat: Tirkiye negişt trêna kurdan

ENQERE - Sazumankarê AKP'ê û Parlamenterê HDP'ê yê Dengir Mir Mehmet Firat, ziyareta Erdogan a DYA'yê wekî "bêhnoka dirêjkirî" pênase kir û anî ziman ku polîtikayen Tirkiye yên li herêmê bi ser nakevin. Firat, anî ziman ku Tirkiye negihişt ser trêna kurdan û ji dest revandin. Firat, der barê kongreya AKP'ê de jî anî ziman ku li şûna demokratîkbûnê dê bêçareserî pêş bikeve.

Serokomar Erdogan Serokê hedîtina bi DYA'yê Donald Trump ku bi rojan e her kes li bendê bû pêk anî. AKP jî di 21'ê Gulanê de kongreya xwe pêk tîne û li bendê ye ku Erdogan bibe Serokê partiyê û Serokomarê AKP'î. Têkildarî ziyareta Erdogan, kongreya AKP'ê Sazumankarê AKP'ê yê berê û Parlamenterê HDP'ê yê Mêrsînê Dengîr Mîr Mehmet Firat, nirxandinên girîng kirin. Firat ziyareta Erdogan a bi Trump re wekî “Ne nokte û ne jî pêhnok e. Bêhnoka dirêjkirîye" pênase kir. Firat li ser hevdîtina kurt jî wiha got: “Ziyaretên serokdewletên din ên bi Trump re bêtir dirêj berdewam kir. Ziyaretên heta 40 deqîqeyî jî û heta 2 saetan jî pêk hatin. Bi qasî tê dîtin em bawer nakin ku DYA di politîkayên Sûriye de guhertin kiribin. Ji ber ku DYA berê ji Tirkiye xwest ku mudaxaleya leşkerî bike. Ji Tirkiye alîkarî xwestin. Lê Tirkiye nêzîk nebû. Li aliyê din YPG û YPJ'ê tevgera bejayî bi serkeftî bi encam kir. Tişta ku Tirkiye aciz dike çima DYA çekên giran dane YPG’ê. Erdogan ji bo rê li pêş çekdayîna YPG'ê bigire û çekên hatine dayîn jî dîsa paşve bistîne DYA ziyaret kir. DYA, ji ber Îranê naxwaze têkilên bi Tirkiye re xera bike. Ger ku li dijî Îranê tevgerek leşkeri pêk bê dixwaze di ser Tirkiye re vê yekê pêk bîne. Ez bawer dikim ku Tirkiye di vî milî de tawîz dan. Alîkariya bi Tirkiye re li ser van tavîzan dê bê dayîn. Dîsa mijara Zarrab jî hat rojevê. Der barê vê yekê de pêşketin bibin an nebin dê di demên pêş de diyar bibe. DYA Zarrab wekî mertalekî bikar tîne. Zarrab ji bo xwe xelas bike gelek daxuyanî dan û gelek belge pêşkêş kirin. DYA ku zêde baweriya xwe bi Tirkiye nîne dê Zarrab li dijî Erdogan wekî maşik bikar bîne.

TIRKIYE TRÊNA KURDAN REVAND

Firat, anî ziman ku DYA ji Erdogan xwestiye ku polîtîkayên Sûriye û Rojava biguherîne û wiha got: “Trump bi liv û tevgera xwe ev yek nîşan da. Helwesta DYA û Rûsya ya polîtîkayên Sûriye li dije ku Tirkiye polîtîkayan li Sûriye û Rojava pêş bixe. Ji ber ku êdî Tirkiye trênea kurdan revand. Polîtikayên Tirkiye bû sedem ku DYA û Rûsya bê asta ku Tirkiye li dervê maseya Sûriyeyê bihêlin.

AKP ÇARESERIYÊ PÊŞ NAXE

Fırat, der barê kongreya AKP'ê de ji anî ziman ku ew bawer nake ku pêşketinên erênî çê bibin û wiha got: "Dê di MKYK û MYK ya AKP'ê de guhertinên mezin çê bibe. Ez bawer nakim di milê çraeseriyê de gavan bavêjin. Dijberî vê yekê li şûna demokratîkbûnê d3e bêçareseriyê pêş bixin.

Firat der barê referandumê de jî rewşa AKP'ê nirxand û anî ziman ku AKP di referandumê de têk çûye û wiha got: "Hêza AKP'ê ya ji sedî 50’î derbas bike tune. Bi zar û zorê bi alîkariya MHP'ê ji sedî 50 derbas kiriye. AKP ketiye bin rêjeya ji sedî 50. Di hilbijartina Kurdistanê de dewlet raste rast bûye alîgirê AKP'ê. Walî, qeymeqam û hemû karmendên dewletê ji bo AKP'ê xebitîn. Ez bawer dikim ku dê di lijneya weziran de guhertinek ji kok ve pêk bê. Dîsa Rêveberiya Navendî û Lijneya Navendî dê bê guhertin. Wisa bawer dikin ku bi polîtîkayên tundiya li ser kurdan encam bi dest xistine. Ji ber wê yekê xuya ye ku dê demek din jî van polîtîkayên tundiyê bidomînin.

TIRKIYE DI NAVA BÊÇARETIYÊ DE YE’

Li ser pirsa “Ev ê heta kuderê berdewam bike” Firat wiha got: “Nikarin vê bidomînin ji xwe niha jî nikarin bidomînin. Mirov dikare di aborî, polîtîkayên derve û siyaseta hundir de bibîne. Tirkiye niha di nav bêçaretiyê de maye. Tenê riyek vê heye ew jî ewe ku divê guhertine bingehîn bike vegere eyara xwe ya 2002’yan. Dê vê bike yan na em ê di kongreyê de bibînin. Di dawiya kongreyê de mirov dikare tiştekî net bêje.”

‘DÊ DAXUYANIYÊN ÇAWA BÊN DAYÎN?’

Firat, da zanîn ku berovajî têgîna dixwaze bê avakirin, ew ne libendê ne ku di kongreya AKP’ê de pêvajoya “Çareseriyek nû û vebûnekê” ne û wiha pêde çû: “Destkeftiyên di pêvajoya çareseriyê de hatin bidestxistin bi OHAL û şerê hatiye destpêkirin paşde hatin girtin. Niha vegeriyane dawiya destpêkê jî. Dibe ku destkeftiyên hatine bi dest xistin carekdin vegerînin, wekî yên nû nîşan bidin û gel bixapînin. Dibe ku destûr bidin hinel TV dest bi weşanên xwe bikin. Niha hevserok, parlamenter, endamên partiye girtîne. Dibe hinek ji vana berdin. Lê berovajî wê dê cezayên texmînî bidin û dê parlamenteriya parlamenteran bidomînin. Divê em ji bo vana amade bin.”

‘MUXETAB DIYARE’

Firat, betek nîşanî di pirsgirêka kurd de lêgerîna muxatabiya ku wekî “jinûve kifşkirina Amerîkayê” tê birêvebirin da û wiha domand: “Ji xwe muxatab diyare û tê zanîn ku kî ye. Lê nemimkûne ku AKP vê muxatabê bipejirîne. Beriya her tiştî yeketiya bi MHP’ê re, ji bo hilbijêrên MHP’ê vegerîne yên AKP’ê li şûna bi xwediyê pirsgirêkê re bibe muxatab, eşîrên herêmê yên ku tu eleqeya xwe bi birsgirêkê ve tune ne, kesên eleqeyan wan tune ne dawet dike û kesên dibêjin maxatebên texmînî dê ev bin.”

‘DÊ MAFÊN HATINE GIRTIN PAŞDE BÊN DAYÎN Û DÊ TÊGÎNEKÊ AVA BIKIN’

Dengîr Firat, destnîşan kir ku li ser van muxatebên texmînî, hinek mafên hatine destserkirin dê paşde vegerînin, dê hewl bidin ku wekî pêvajoyek nû dane destpêkirin têgînekê ava bikin û wiha got: “Kongreya HDP’ê heye ev kongre mecbûrî tê lidarxistin. Parlamenteriya Hevseroka Giştî û endamtiya wê hat xistin. Em kongreyekî mecbûrî pêk tînin. Dê wekî civînekî girtî bê lidarxistin. Dê ji gel û kesên dawetkirî re girtî be. Em ê serokekê hilbijêrin. Em ê di mijara aştiyê de bangên xwe dubare bikin. Me tu caran dest ji vê berneda, di mijara vegera muzakereyan de her tim gotinek me hebû. Hevserokê me Selahattîn Demîrtaş di hemû gotinên xwe de ev dianî ziman. Em dest ji vana bernadin û di kongreyê de em ê vê nüde bêjin. Encamdayîn an ne dayîn girêdayî îktîdarê ye. Her wiha ji ber polîtîkayên AKP’ê dê şer heta demek din berdewam bike.”

Firat, bal kişand ser nivîsên kesên “nêzî îktîdarê ne” yên li ser navê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê agahî jê nayê girtin û Selahattîn Demîrtaş û wiha axivî: “Nivîskarên çapemeniya hewzê, şûna nivîskariyê di îdîaya şêxitiyê de ne. xeyalên xwe wekî rastin didin nîşandan. Tişta Abdulkadîr Selvî kiriye tiştek wiha ye. Çapemenî hatiye halekî wiha, wekî amûra propagandayê ya Gobbels a Naziya Almanyayê tê bikaranîn û nivîskar ji yek navendê tên birêvebirin. Ji deve birêz Demîrtaş jî hinek tişt hatin weşandin û piştre ev hatin direwandin. Ev tenê gotinên ji bo gel bixapîninin tene gotinin.”

Kenan Kirkaya - dihaber