Parlamenterê HDP'ê Hişyar Ozsoy: Pişta Erdogan mizdan

ENQERE - Cîgirê Hevserokê Giştî yê HDP'ê û berpirsiyarê polîtîkayên derve yê HDP'ê Hişyar Ozsoy, diyar kir ku Erdogan destvala ji DYA vegeriya. Ozsoy, anî ziman ku DYA ji bo Erdogan rewşê bi ferikîne pişta wî mizdaye û wiha got: "Ger ku Erdogan bi Rojava re hevdîtin kiribûya dê neketa vî halî."

Cîgirê Hevserokê Giştî yê HDP'ê û berpirsiyarê polîtîkayên derve yê HDP'ê Hişyar Ozsoy, ziyareta Erdogan û encama wê nirxand. Ozsoy wiha got: "Di hevdîtina Erdogan a bi Trump re Erdoğan ne xwedî hêz bû ku xwe aciz bike. DYA pişta wî mizda. Serokê DYA'yê Donald Trump berî ku bi Serokomar Erdogan re hevdîtin bike alîkariya çekan a YPG’ê erê kir. Ji bo Erdogan vê rewşê hezm bike û bi ferikîne, DYA pişta Erdogan mizda. Rojeva sereke ya Erdogan ew bû ku DYA li dijî YPG’ê helwestê nîşan bide. Lê Erdogan di vê mijarê de encam bi dest nexist. Erdogan êdî ketiye halekî lawaz. Berî ku Erdogan bi Trump re hevdîtin bike, Daxuyaniya Putin a wekî 'Şerê me yê bi kurdan re dê bidome.' Erdogan di navbera Moskova û Washingtonê de diçe û tê. Lê di hevdîtina herdu aliyan de jî encamê nagire. Li şûna Erdogan di navbera Rûsya û DYA de tevnê çêke, ger ku bi Rojava û Kurdan re hevdîtin kiribûya îro nediket vi halî. Ji ber ku Tirkiye li dijî kurdan helwest nişan da îro bi tenê maye. Ger ku Erdogan li dijî kurdan bi vê hişmendiye tev bigere dê bêtir winda bike. Ger uk Tirkiye di polîtîkayên li dijî kurdan de israr bike dê bedela wê giran bide. "