Baskin Oran: Beriya serdana DYA'yê ji Erdogan re gotin neyê


ENQERE
- Çapemeniya nêzî hikûmetê serdana Erdogan a DYA'yê bi metafora "Noqte danî" li manşetan bi cih kiribû. Lê Prof. Dr. Baskin Oran ji bo vê wiha got: "Li holê hevok tune ye ku noqte hebe." Oran, dest nîşan kir ku beriya serdanê "peyama neyê" dane Erdogan, lê belê Erdogan sirf ji bo "meşrûiyetê îthal bike û wêne bikşîne" serdan pêk aniye.

Dengvedana serdana Serokomar Erdogan a DYA'yê hîn jî didome. Di şert û mercên normal de diviya ku ev serdan serdaneke rûtîn bûna, lê peymana DYA'yê ya beriya vê serdanê ku bi QSD'ê re çêkir, pêvajoya referandûmê ya bû cihê nîqaşan û geşedanên ku piştî referandûmê xwe dan der hemû eleqeya ji bo serdanê zêde kirin. Yek ji geşedanên ku eleqeya ji bo serdanê zêde kir jî, daxuyaniyên rayedarên tirk ên ku beriya serdanê kiribûn û her wiha nediyariya pêkanîna serdanê bû.

LI HEVKIRINA LI SER NELIHEVKIRINÊ

Di qada navnetewî de ji bo serdanê gelek tespît hatin kirin. Ji van tespîtan ya herî girîng jî tespîta "her du pêşeng li ser nelihevkirinê li hev kirin" bû. Lê belê, çapemeniya nêzî AK Partiyê vê serdanê bi awayekî zêde mubaxele kir û bi metafora "noqte, bêhnok"ê wê li manşetan bi cih kir. Lê belê DYA pozîsyona xwe parast, Tirkiye jî vegotina xwe hinekî nermtir kir.

PÊDIVÎ BI KAREYA WÊNEYÊ KU DÊ ERDOGAN BIKIŞANDANA HEBÛ!

Zanyarê siyasetê Prof. Dr. Baskin Oran der barê vê mijarê de pirsên dihaber'ê bersivandin û anî ziman ku, ev serdan ji aliyê AK Partî û Erdogan ve mebesta "îthalkirina meşrûiyetê" di xwe de dihebîne. Oran, dest nîşan kir ku ji xwe meseleya kurd bûyereke navnetewî ye û ev tişt gotin:

*Mamoste, serdana Erdogan a DYA'yê a rast hevdîtina wî ya bi Trump re çêbû. Heke tu di ser peyamên ku hatine dayîn re vê serdanê binirxînî, tu yê vê serdanê çawa pênase bikî?

Her du alî jî tiştên ku berê gotibûn dubare kirin: Erdogan got, alîkariya kurdên Sûriyeyê nekin, Trump jî got em ê bikin. Ji serî ve diyar bû ku dê ev wisa be, lê dîsa jî Erdogan çû. Çimkî pêdiviya wî bi wêneyê ku dê li wir bikşîne hebû. Dema li hundur meşrûiyet lawaz be, mirov li derve ji bo îthalê dixebite. Me di derbeyên leşkerî yên berê de jî gelek caran ev tişt dît.

"Skandala" ku di wergerê de xwe da der jî, bi îhtimaleke mezin daxilî "bernameyê" bû: Erdogan ji bo YPG'ê got terorîst û bi vî awayî bang li alîgirên xwe yên Tirkiyeyê kir, lê wergêr nikaribû vê wergerîne. Trump bi tişta ku bihîst memnûn bû. (Hatibû derpêşkirin ku pênaseya terorîst a ku Erdogan ji bo YPG'ê kiribû di wergerê de cih negirtibû.)

PEYAMA NEYÊ DYA'YÊ DAN ERDOGAN!

*Tê dîtin ku nelihevkirina sereke ya di navbera her du welatan de polîtîkaya Sûriyeyê û nêzîkatiya wan a Rojavayê ye. Beriya ku Erdogan li ser esasên "Ya em ya ew" biçe, DYA biryarnameya dayîna çekan a ji bo Hêzên Sûriyeya Demokratîk îmze kir. Ev peyameke çawa bû?

Ev peyama "belesebeb neyê" bû. Ji xwe rêveberiya DYA'yê bi awayekî aşkere ev tişt got: Serokê Konseya Karên Derve R. Haass wiha got: "Heke Erdogan serdana xwe betal bike, dê nebe cihê windahiyeke mezin." Her wiha Pentagon diyar kiribû ku dê paşê ev çek paşê ji QSD'ê neyê stendin.

Zîrwe 20 deqîqeyan domand yanî ji ber werger hat kirin 10 deqîqe bû. Erdogan wêne kişandiye, Trump jî qedexe bihartine. Diyar bû ku dê ev wisa be. Gelo Wezareta Karên Derve birêz Serokomar hişyar kiribû yan, gumanên min hene çimkî gotina "Em nikarin vana berpêşî begefendî bikin" zaf hatiye bihîstin û gotineke baş tê zanîn. Erdogan naxwaze di tu mijarê de "hişyariyan" bibihîse. Ev ji bo pêşengekî (û welatê wî) ji felaketan felaketa herî mezin e.

*Her wiha di vê serdana DYA'yê de careke din em dibînin ku pirsgirêka kurd hat axaftin, li gel nêzîkatiya em vê meseleyê di nav xwe de çareser bikin, lê em dibînin li platformên navnetewî tê axaftin. Tu vê çawa dinirxînî?

Ev bûyereke navnetewî ye. Dê kurd "di nav xwe de" çi û çawa çareser bikin? Hîn kurdan avaniya pevçûna feodal ji ser xwe neavêtine.

HEVOK TUNE YE KU NOQTE HEBE!

*Aliyê AKP'ê vê serdanê li ser metafora "Erdogan noqte danî" dinrixînin. Gelo noqte ji bo çi danîn?

Li holê hevok tune ye ku noqte hebe. Min berê jî gotibû ku dê ev wisa be. Ji xwe wî bi xwe jî li ber avahiya Sefirxaneyê daxuyanî da Dengê Amerîkayê: "Heke em noqteyê deyînin nabe."

*Li kongreya AK Partiyê tê payîn ku dê li MKYK, MYK û Lijneya Wezaretan hin guherîn bên kirin. Dê ev guherîn Tirkiyeyê ber rêveberiyeke çawa ve bibe?

Bersiv hêsan e: Ber bi rêveberiya yekzilamî. Lê Tirkiye ji bo vê welatekî zaf pêşveçûyî ye. Di demeke nêzde êş û janên mezin li benda me ne, lê dest nedê, bila Erdogan biceribîne û Tirkiyeyê li hemberî wesayeta sivîl tam perpûn bike.

Kenan Kirkaya - dihaber