'Demildest divê eniyeke demokrasiyê bê avakirin'

STENBOL - Hevberdevkê SODAP'ê Ersin Çatalkaya, dest nîşan kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakiyî yên Tirkiyeyê divê eniya muxelefeteke demokratîk bê avakirin û wiha got: "Divê em muxalefeteke hîn hêzdartir a ku dikaribe polîtîkayên AKP'ê deşîfre bike ava bikin. Demildest divê eniyeke demokrasiyê bê avakirin."

Hevserokê Komeleya Elewiyên Demokratîk (DAD) a Stenbolê Bulent Felekoglu, dest nîşan kir ku AKP jî wek CHP'ê veguheriye partiyeke dewletê û wiha axivî: "Di vê pergalê de faktora dînamîkên demokratîk girîng e. Divê li dor rêxistinbûyîneke hêzdar tevbigerin. Divê bîrbiriya welatê hevpar baş bê xebitandin. Çimkî, divê êdî hemû Mezopotamya wek welatekî hevpar bê fikirîn. Anatolya, Iraq, Îran, Sûriye di nav vî welatê hevpar de ne. Divê polîtîka êdî di nav sînorên Tirkiyeyê de neyê fetisandin, pêvajoyeke ku bîra hemû cîhanê dibe bide destpêkirin. Çimkî êdî Rojhilata Navîn hîn bêtir bi cîhanê re pêwendiyê datîne."

'DIVÊ XETA ÎQNAYÊ BÊ HÊZDARKIRIN'

Felekoglu dest nîşan kir ku şerê cîhanê yê sêyemîn li Rojhilata Navîn diqewime û wiha axivî: "Ev pêvajo tê wateya ku cîhan ji nû ve biryarê dide. Dê di nav xeteke mezin a ku Tirkiye jî di nav de ye bê xwendin. Dê li ser vê xetê êdî polîtîka bên diyarkirin. Divê HDP, tevgerên sosyalîst ên Tirkiyeyê, Tevgera Elewiyan a Tirkiyeyê, Tevgera Îslamî a Demokratîk li gor vê bê rêxistinkirin. Divê li qada navnetewî di asta temsîliyetê de be û bê hêzdarkirin."

Felekoglu, dest nîşan kir ku divê HDP xeta xwe ya îqnakirina gelan hêzdartir bike û wiha got: "Divê xeta îqnayê bê pêşvexistin. Divê bi demokrasî û rêxistinbûyînê û bi projeyan xeta xwe ya îqnayê bi pêş ve bixe. Divê tevgerîneke bi nêzîkatiyên ku civakê hêzdartir dike û bi pêş ve dixe hebe."

'DIVÊ TÊKILIYA WELATÊ HEVPAR BÊ XURTKIRIN'

Felekoglu balê kişand ser kongreyên HDP û AKP'yê yên ku dê di demên nêz de bên lidarxistin û wiha domand: "Pergal biryar daye. Divê muxalefet jî di asta ku wê tevlîheviya serî ji holê rabike biryarê bide. Ji bo jiholêrakirina tevlîheviya mêjî tenê rêbazek me heye. Ew jî xurtkirina welatê hevpar e. Di hundurê vê de hebûna nasnameyan, penaber û pirsgirêka kurd a cîhanê heye. Cîhan mecbûr e ku vê pirsgirêkê çareser bike. Yanî her ku li Rojhilata Navîn girêk vedibin, dîroka cîhanê ji nû ve tê nivîsandin. Çimkî perpektîfeke cîhanê ya li ser endeksa petrolê tune ye. Divê HDP qabîliyeta xwe ya îqnayê xurtir bike. HDP êdî ne partiyeke Tirkiyeyê ye, dînamîkeke navnetewî ye. Ji bo fikra HDK'ê jî rast bi rê ve biçe, divê kadroyên xwe yên xwebûniyê çêbike. Her wiha divê ji bo vê jî muxalefeteke civakiyî bike."

'DIVÊ EM XETEKE TÊKOŞÎNÊ YA XURT BI PÊŞ VE BIXIN'

Felekoglu, diyar kir ku ew di pêvajoyeke ku gel dîrokê dinivîsin re derbas dibin û wiha got: "Em di serdemeke ku feraseta yekparêz li hemberî ya pirçandî û berxwedanê de sewsî bûye re derbas dibin. Dê ev sedsal bibe sedsala hevparbûna gelan. Dê bibe sedsaleke ku di nav pergalên yekparêz de buhranên mezin xwe bidin der. Li dijî vê jî divê modeleke berxwedanê bê pêşvexistin. Divê em xeteke xurt a têkoşînê pêş ve bixin."

'DIVÊ EM MUXALEFETEKE XURT A KU AKP'Ê DEŞÎFRE BIKE AVA BIKIN'

Hevberdevkê Platforma Piştevaniyê ya Sosyalîst (SODAP) Ersin Çatalkaya, dest nîşan kir ku hilbijartina 7'ê Hezîranê momenteke girîng bû û wiha axivî: "HDP di vê pêvajoyê de karker, kedkar, pirsgirêka jinê, pirsgirêka kurd û gelek pirsgirêkên din hembêz kirin. Lê belê, dema ku dewlet ev dît dest bi şer kir. Divê dubare vegera li van derdoran çêbibe. Di nav vê pergalê de HDP hîn jî hêvî ye. Divê em di navbera Rojava û Rojhilat de piran ava bikin. Heke em dengê xwe li dengê hev zêde bikin, em ê bibin kirdeya siyasetê. Di vê serdema ku AKP zaf tengijiye de ya ku HDP divê bike, ew e ku sîyaseteke hîn dînamîktir bişopîne. Her ku qad vala bên hiştin dê AKP van qadan ji bo xwe veguherîne qadên manewrayê. Divê em muxalefeteke xurt a ku karibe polîtîkayên AKP'ê deşîfre bike ava bikin."

'DIVÊ EM TIFAQEKE KU HER KESÎ DIHEBÎNE AVA BIKIN'

Çatalkaya, dest nîşan kir ku projeya 18 madeyî ya AKP'ê projeyeke "sosret" e û wiha domand: "Divê em jî di nav vê pergala ku ewqasî riziyaye de projeyeke ku hin madeyên alternatîf di xwe de dihebîne berpêş bikin. Ji roja ku AKP dest vegera ber bi statukoya berê kir dest bi windabûnê kir. HDP bi tena serê xwe nikare vê pêvajoyê hilgire. Em dikarin bi tifaqan vê pêvajoyê bi rê ve bibin. Divê em tifaqeke ku her kesî dihebîne ava bikin."

'PÊDIVÎ BI ENIYA DEMOKRASIYÊ HEYE'

Çatalkaya, dest nîşan kir ku divê "Na"ya ku di referandûmê de derket di nav eniyeke hevpar de hîn bêtir bê xurtkirin û wiha axivî: "Divê em bibin blokek. Blokeke xurt. Divê em AKP'ê bitefînin. Heke em netefînin, dê AKP ji xwe re qadeke nû ya manewrayê bibîne û xwe rihet bike. Demildest pêdivî bi eniyeke demokrasiyê heye. HDP dikare pêşengiya vê bike."