‘Polîsê pifker’ di rojeva Meclîsê de ye

ENQERE - Operasyonên polîsan ên bi gotina “Em ê bêjin fînansekirina terorê pifbikin” ku di dosyaya lêpirsînê de hatin jibîrkirin anîn rojeva Meclîsê. Serokwekîlê Koma HDP’ê Ahmet Yildirim wiha got: “Bi dosyayên ku li ser stêrnasî û falan hatiye çêkirin li dijî partiya me qirkirina siyasî didin meşandin.”

Di operasyonên li dijî HDP’ê û siyasetmedarên kurd tê meşandin de, her roj geşedanên balkêş û skandal derdikevin holê. Herî dawî di dosyaya derbarê rêveberên HDP’ê yên Busrayê ha amadekirin de gotinên polîsan ên “Em ê çalakgeran bi fînansekirina terorê sûcdar bikin pifbikin” dihaberê anîbû rojevê. Serokwekîlê Koma HDP’ê Ahmet Yildirim mijar anî rojeva Meclîsê û bêhiqûqiyên di operasyonên qirkirina siyasî yên li dijî siyasetmedarên kurd de anî ziman.

DOSYAYÊN HATINE PIFKIRIN

Yildirim, derbarê îdîanameya derbarê rêveberên HDP’a Bursayê de hatiye amadekirin û şaneya “bi şaşî” a polîsan hiştiye de wiha got: “Îdîanameya ku bi pifdanê 420 rûpel hatiye amadekirin di rûpela 317’an de bi şaşî gotine: ‘Di rûpela KJA’ya Bursayê ku rêxistinek jinane de wêneyek taştê hatiye parvekirin. Dê taştê bixwin û dawetiya wê 10 TL ye.’ Binêrin ez ji fezlekeya polîsan fêm dikim. Çi dibêje ‘em ê bêjin bi vê 10 TL’yê alîkariyê didin rêxistinê.’ Berdewam dike: “Ceylan û Medîha ‘Yek rêverê navçeya Yildirimê ya din jî ya Yenîşehîrê ye.’… di faceyên xwe de parvekirine. Em ê tesbîtek hevpar bikin û herduyan ser zêde bikin. Hevdîtinên herduyan ên ji bo dawetiyeyê hene û girîngin. Em ê bêjin finansmana rêxistinê kirine wekî birayê Gazî gotiye em ê pif bikinê. Bi dosyayên ku li ser stêrnasî û falan hatiye çêkirin li dijî partiya me qirkirina siyasî didin meşandin.”

HÊJMARA FEZLEKEYAN JU BILINDBÛNA DOLARÊ ZÊDETIRE

Yildirim, da zanîn li ser navê “rakirina destnedayînian” darbeyek tê pêkanîn û wiha pêde çû: “Di 11’ê Nîsana 2016’an de 40 roj beriya rakirina destnedayînan, hêjmara fezlekeyên li parlamentoyê 182 bûn lê piştî Serokomar fermana rakirina destnedayînan de û bi aşkera got pêvajo destpêkir. Piştî li Komîsyoan Qanûna Bingehîn destpêkê hêjmara fezlekeyan 3 qat zêde bû û derket 510. Di kêmxistina nirx a 2001’an de jî dolar ev qas ranebû.”

PIŞTÎ 5 SALAN FEZLEKE

Yildirin axaftina xwe wiha domand: “Ez mînakek din jî bidin derbarê Hevseokê Giştî Selahattîn Demîrtaş de; di 12’yê Îlona 2010’an de axaftinekê dike, fezleke di Çileya 2016’an de yanî piştî 5 salan tê amadekirin. Dîsan di 8’ê Nîsaba 2011’an de axaftinekê dike, fezleke di 6’ê Cotmeha 2015’an de tê amadekirin piştî 5 salan. Di 18’ê Îlona 2011’an de axaftinekê dike fezleke piştî 4 sal û 4 mehan tê amadekirin.

TIŞTÊN TÊN JIYÊN ŞERMIN

Ger hûn dikarin bi daraza bûye copê îktîdarê, dadger û hakimên bi pifkirinan dosyayan amade dikin, dozger û dadgehên wekî şoreşgerên siyasî yên AKP’ê tevdigerin re besnên xwe bidin berdewam bikin. Em nikarin bi daraza ku bêalîbûn û xweseriya xwe winda kiriye pesnên xwe bidin ez li ser navê welatê xwe şerm dikim.”