Başkaya: Tirkiye qîmeta xwe ya NATO winda kir êdî nikare Rojava asteng bike

ENQERE - Doç. Dr. Fikret Başkaya, ziyareta Erdogan a DYA'yê nirxand û diyar kir ku ziyaretek pir bi zorê çêbûye û bi “fiyasko” bi encam bûye. Başkaya, anî ziman ku Tirkiye qîmeta xwe ya di nava NATO de winda kiriye û êdi tu şensa wê tune ku geşedanên li Rojava asteng bike.

Serokomar Recep Tayip Erdogan piştî di 16'ê Gulanê de DYA ziyaret kir. Niqaşên der barê ziyareta Erdogan de didomin. Gelek reşwenbir, nivîskar û siyasetmedar ziyareta Erdogan wekî ziyaretek vala û pûç bi nav dikin. Nivîskarê pirtûka “Paradigmanın İflası"(îflasa paradîgmayê) û akademisyen Doç. Dr. Fikret Başkaya, têkildarî ziyareta Erdogan de nirxandinên girîng kirin.

DYA ERDOGAN NEDIXWEST

Başkaya, anî ziman ku ziyareta Erdogan a DYA'yê tiştekî mecbûrî cêbûye û wiha got: "Rêveberiya DYA'yê nedixwest Erdogan biçe DYA'yê. Ziyaretek bi zorê çêbû. Hefteyek berî ziyareta Erdogan DYA daxuyanî da û diyar kir ku dê çekan bidin YPG'ê. Ev bi awayekî veşarî hat wateya 'Neyê DYA'yê' bû. Gotin em dê çekên giran bidin PYD’ê û vê yekê berdewa bikin. Piştî vê daxuyaniya DYA'yê tu qîmeta ku Erdogan bi wan re bazariyê bike nemabû. Du sedemên sereke yên ziyareta Erdogan a DYA'yê hebû."

ZIYARET BI FIYASKO BI ENCAM BÛ

Başkaya, anî ziman ku sedema yekemîn a ziyareta Erdogan xwest hespê xwe bibezîne û ji gelê Tirkiye re bêje ez dikarim biçim Qesra spî û dikarim li Ofîsa Oval a DYA'yê bi Trump re hevdîtin bikim. Xwest li wir wêneyekî bikişîne. Ev ziyaret bi fiyasko bi encam bû. Ev ziyaret ji ber bêçaretiya Erdogan û AKP'e bû. Polîtîkaya Rêveberiya AKP'ê ya derve ji kok ve îflas kiriye. Bi her awayî xuya dike ku DYA ziyareta Erdogan û rayedarên Tirkiye nedixwest.

Tevî vê rastiyê çapemeniya AKP'ê ziyareta Erdogan pir mezin xuya kir û wekî encamên serkeftî bi dest xistibe nîşan da. Bi manşetên "Nokte danî" derketin. Wekî ku destpêka tiştekî nû nîşan dan, lê tu tiştê nû tune ye. Berî her tiştî em dibînin ku siyaseta AKP'ê ya derve têk çûye. Êdî Tirkiye ji bo NATO qîmetê xwe yê berê winda kiriye. Pişti Tirkiye ket bin sîwaneya NATO polîtîkayên xwe yên derve winda kiriye. Êdî tu qîmeta wê di NATO de maye. Lê ev nayê wateya ku bi tevahî dest ji Tirkiye berdane. "

Başkaya, da zanîn ku piştî Rûsya belav bû hevsengiyên cihanê hatin guhertin û wiha got: "Tirkiye xwest bi serê xwe li Rojhilata navîn hin tiştan bike. Lê destûr nedan ku Tirkiye li Rojhilata navîn bi serê xwe hespê xwe bibezîne. Polîtîkayên Tirkiye yên derve ketine bin pîyan. Ev polîtîka mirovan bêzar dike. "

RÛSYA Û DYA DI MIJARA KURDÊN LI SÛRIYE DE LI HEV KIRIN

Başkaya, bal kişand ser mijara kurd û geşadanên li Rojava û wiha berdewam kir: "Di mijaraı Rojava de DYA û Rûsya li hev kirine. Rûsya û DYA di mijara ku li Sûriye statuyê bidin kurdan li hev kirine. Her çend Rusya û DYA bi awayekî fermî aşkere nekin jî peymanek îmze kirine heye. Herdu alî jî di nasîna statuya kurdan a li Sûriye de yekfikir in. Her çend Tirkiye îtîraz bike jî êdî îtîraza Tirkiye ya li hemberî statuya kurdên Rojava bê fêde ye. Êdî Tirkiye nikare li pêş statu û geşedanên Rojava bibe asteng. "

Başkaya, geşedanên OHAL'ê jî nirxand û wiha bi dawî kir: "Erdogan got 'Kes bi azadiya me eleqeder nabe. Ji bo me berjewendiyên dîplomasî esas in. Lê her tişt di gotinê de dimîne. Di aliyê şekli de em li bendêne ku AKP di kongreyêde guhertinê pêk bîne. Li cihê lê maye dê berdewam bike. Çawa xwe noqî avê dikin dê welat jî noqî avê bikin. Bi hinceta FETO OHAL'ê ilan dike û dixwaze bi riya zorê Tirkiye bi rêve bibe. Bi OHAL'ê hemû nirxên Tirkiye talan û wêran dikin. Lê OHAL bêtir AKP û Tirkiye ber bi zinar ve dibe û dixe nava çelbê. Xwe dibe îflasek bê dawî. Her tiştî talan, wêran û serf dikin. Ji dîroka Komara Tirkiye heta niha tu carî ew qas Tirkiye talan û wêran nebûbû. Tu carî ew qas metîngerî û kedxwarî nebûbû. Ev wisa namaşe."

Kenan Kırkaya - dihaber