ENQERE - Di 3’yemîn Kongreya Awarte ya HDP’e ku mecbûrî pêk tîne de wêneyên Hevserokên Giştî yên HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, parlamenterên girtî, Heseroka Giştî ya DBP’ê Sebahat Tuncel, Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amed û Wanê li salona kongreyê de hatin hilawîstin.
Ji ber parlamenterî û endamtiya Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag hat xistin, 3’yemîn Kongreya Awarte HDP’ê dê destpê bike. Li salona ku tenê deleg, hevpar û nûnerên HDP’ê hatiye dawetkirin wêneyên Hevserokên Giştî yên HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, parlamenterên girtî, Heseroka Giştî ya DBP’ê Sebahat Tuncel, Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amed û Wanê û li navbera wêneyan de “Bi berxwedanê em ê serbikevin” nivîsandiye hat daliqandin.
'EM XWEDÎ LI VÎNA XWE DERDIKEVIN’
Di ketina salonê de posterê li ser “Fîgen Yuksekdag rûmeta me ye” hatiye nivîsîn bale dikişîne. Di salonê de pankartên “Em xwedî li vîna xwe derdikevin”, “ji xwendekarên girtî re azadî”, “dawî li îstîsmara zarokan bînin”, “ked, beden û nanmaneya me ya me ye”, “Konara Demokratîk Welate Hevpar”, “me ciwan destpê kir em ê ciwan biserbikevin”, “ji bo aştî û çareseriyê”, “dawî li tecrîda Îmraliyê bînin”, “Em ji bo qanûna bingehîn a demokratîk bên cem hev”, “dawî li cînayetên jinan bînin” û “ji bo jiyana nû demokrasiya radîkal” hatin hilawîstin.
Di kongreyê de dê peyamên Hevserokên Giştî Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag bên xwendin. Dê li şûna Fîgen Yuksekdag Serpîl Kemalbay bibe Hevseroka Giştî ya HDP’ê. Her wiha ligel hilbijartina hevseroktiyê ji ber girtinan dê endamên Meclîsa Partiyê (PM) nîviya wê were nûkirin û dê yên nû bên hilbijartin. Tê payîn ku HDP di kongreye de peyama aştî û çareseriyê bide.