Di kongreya AKP'ê de rageşî: Kesek birîndar bû

ENQERE - 3'emîn Kongreya Awarte ya AKP'ê ku Serokomar Recep Tayyip Erdogan wekî Serokê AKP'e bê hilbijartin dest pêkir. Di destpêka kongreyê de di ketina salonê de rageşî derket. Polîsan bi gaza îsotê mudaxale kir û kesek birîndar bû. Sazumankarê AKP'ê û 11'emîn Serokomar Abdullah Gul beşdar nabe.


3'emîn Kongreya Awarte ya AKP'e bi rageşî û bûyerê des pê kir. Kongreya AKP'ê li Salona Sporê ya Arena ya Enqereyê pêk hat. Li bendê ye ku Serokomar Recep Tayyip Erdogan bibe Serokê Giştî yê AKP'ê. Dîsa li bendê ye ku rêziknameya Lijneya Giştî ya Navendî û partiyê bê guhertin. Dê di kongreyê de hezar û 470 delege deng bavêjin sindoqê. Kongre bi silogna "Dema pêngava nû: Demokrasî,Guhertin û reform" pêk tê. Bi hezaran polîsan di kongreyê de karê ewlehiyê girt. Gelek rojnameger kongreyê dişopînin.

GUL BEŞDARÎ KONGREYÊ NABE

Kongreya ku Erdogan bibe Serokê AKP'ê, Sazumankarê AKP'ê û 11'emîn Serokomarê Tirkiye Abdullah Gul dê beşdari kongreyê nebe. Gul, ji aliyê Serokwezîr Binali Yildirim ve bi taybeti hatibû dawetkirin. Di ketina salonê de rageş derket. Di rageşiyêde polîsan gaza îsotê avêt ser girsê û kesek di rageşiyê de birîndar bû.