ŞENGAL –Di demên dawî de di navbêra rêxistinên îstîxbaratî yên PDK, CIA, MOSSAD, MÎT de û hevdîtinên lîderan, çûna Barzanî ya Urdunê, çûna Erdogan a Amerîkayê trafîkeke zêde heye. Ev trafîk bi xwe re pirsa "Gelo li hemberî herêma Şengalê amadekariyên êrîşeke nû tên kirin?" tîne bîra mirov.
Di 16’ê Gulanê de dema Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan çû DYA'yê, di heman rojê de şandeyek ji rêxistina îstîxbarata Îsraîlê MOSSAD'ê jî çû Hewlerê û pişt re Serokê Îstîxbarata Parastin a PDK’ê Mesrûr Barzanî çû Amerîkayê, Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Mesûd Barzanî jî çû Urdunê. Ev trafîka hemwext bi awayekî normal nayê dîtin û şik û gumanan li mirovan peyde dikin.
ŞERÊ RÊXISTINÊN ÎSTIXBARATÎ
Piştî ku Erdogan çû DYA’yê, demildest piştî wê PDK jî tevgeriya. Ev tevgerîn ne normal e. Serokê Rêxistina Parastinê ya PDK’ê Mesrûr Barzanî di heman rojê, roja ku Erdogan çû Amerîkayê, yanî di 16’ê Gulanê de li Amerîkayê bû û tevlî bernameyeke ‘Pirs û Bersiv'an Enstîtuya Lêkolînan a Heritage Foundation a Amerîkî bû. Di bernameyê de pirseke li ser Şengalê hat pirsîn û Mesrûr Barzanî diyar kir ku eger tu hêzên navneteweyî piştgiriyê nedin jî ew ê bi alîkariya Tirkiyeyê PKK’ê ji Şengalê derbixin. Mesrûr Barzanî, di berdewamiya bernameyê de li ser geşedan û şerê li Iraqê jî axivî û got ku dê di demên pêş de şerê li Iraqê bibe şerekî îstixbaratî û niha ew amadekariyên vê dikin.
MOSSAD: EM PERWERDEKIRIN Û XURTKIRINA PÊŞMERGEYAN DIDIN SER XWE
Di heman rojê de, 16’ê Gulanê, şandeyek ji îstîxbarata Îsraîlê MOSSAD’ê serdana bajarê Hewlerê û navçeya Silhedînê kir û hat gotin ku bi fermandariya pêşmergeyan û rêveberiya PDK’ê re hevdîtin çêkiriye. Li gor çavkaniyek a Polît Buroya PDK’ê ya Silehadinê, di hevdîtinan de li ser xûrtkirina hêza pêşmergeyan hatiye sekinandin. Heman çavkanî, dest nîşan kir ku şandeya MOSSAD’ê gotiye ku ji bo xatirê ku têkiliyeke xûrt a Îsraîl bi Mele Mustafa Barzanî re hebûye, ji bo hêza pêşmergeyan xûrtir bikin ew ê tiştê pêwîst bikin.
Jixwe hatibû ragihandin ku çend hefte berê Almanya jî gelek çek dabûn PDK’ê û dest bi dayîna perwerdehiyê bikaranîna çekên giran a ji bo peşmergeyan kiribû.
Ev hewildana Îsraîl bi taybetî piştî tevgerîna Îranê ya li Iraqê û herêma Başûrê Kurdistanê ya bi riya Haşdî Şabî û milîsên wê zêde bû, pêk hat. Îsraîl, hewil dide ku vê tevgerîna Îranê ya li ser heremê asteng bike. Hat diyarkirin ku sedema vê yekê jî ew e ku ji ber herêma Til Afer û Şengal di sêgoşeya Iraq, Suriye, Rojava û başurê Kurdistanê de ye û ev der ji bo Îsraîlê cihek girîng û stratejîk e. Hat gotin ku hêza ku li ser herêma Şengalê serweriyê bike, wê serweriya van her sê hereman jî bike.
Ev yek jî dide nîşandan ku bê destûra Îsraîlê ne AKP û ne jî PDK di Iraqê de nikarin tu gavekê bavêjin.
Bi van hevdîtinan re çûyîna Mesûd Barzanî ya Urdunê jî girêdayî vê mijarî ye û dixwaze bi riya Urdunê piştgiriyê ji DYA’yê bigire.
Hat destnîşankirin ku hevdîtina Erdogan a bi Trump re bi zorê hatiye çêkirin. Li gor ragihandina Amerîka û BBC’yê ku zêdetirî 2 meh berê, Erdogan şandeyek ku ji Musteşarê MÎT’ê Hakan Fîdan, ji wezaretiya Karê Derve ya Tirkiyê pêk dihat, şandibû Urdun û Siûdî Erebîstanê. Ev şande ji melîkên Urdun û Erebîstanê ji bo hevdîtinek Erdogan a bi Trump re eyar bike, hema bêje lave lav kirine. Hat gotin ku ji ber bi çend hewildanên Erdogan a raste rast ji bo bi Trump re hevdîtin bike, ji hêla Trump ve hatibû red kirin û weke hincet jî nêzîkbûna Tirkiye û Rûsiya nîşan dida. Jixwe ev agahî û rewş di sarbûna hevdîtina her duyan de jî dihat xuyakirin.
GELO LI HEMBERÎ ŞENGALÊ AMADEKARIYÊN ÊRÎŞEKE NÛ TÊN KIRIN?
Berî Erdogan biçe Amerîkayê, rêveberiya Trump biryara çekdayîna PYD’ê erê kir û di dema hevdîtina Erdogan û Trump’de jî, di daxuyaniya Trump de derket holê ku ew ê destûrê nede ku Tirkiye bi êrîşên xwe yên li ser Rojava û bakurê Suriyê projeya wî ya Reqayê xira bike. Lê dema mirov li vê trafîka hevdîtinan û daxuyaniyên wan dinêre, diyar e ku bi hinceta li hemberî tevgerîna Îranê ya bi riya Haşdî Şabî û milîsên wê ya li ser sînorê Iraq û Suriyê rawestîne, plana AKP û PDK’ê ya li ser Şengalê pêk bîne, riyek veke. Ango tê gotin ku dewleta tirk û PDK ji bo di meha pêş de êrîşî Şengalê bikin ji niha ve amadekariyên xwe dikin.
Erdogan Altan-dihaber