AMED - Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, anî ziman ku AKP ji bo çareseriyê li muxatabên sextekar digere, lê muxatabên esasî yên çareseriyê Ocalan û PKK ne. Guven bersiv da gefên Serokomar Erdogan yên li hemberî siyaseta kurd û wiha got: "Bi gefan nikarin encam bigrin."
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, der barê pêvajoya piştî hilbijartinên referandumê, polîtîkayên hikûmeta AKP'ê yên li ser pirsgirîka kurd û polîtîkayên li hemberî Rojava, kongreyên HDP'ê û AKP û daxuyaniyên Serokomar Erdogan û rayedarên hikumetê pirsên dihaber'ê bersivandin.
* Ji hêla siyaseta kurd ve piştî referandumê pêvajoyek çawa dest pê kir?
Di encama polîtîkayên AKP'ê yên ku di referandumê de dan meşandin civak bû du parçe. Siyasetmedarên AKP'ê zimanek ji hevqetanê bi kar anî. Erdogan jî dest bi avakirina pergala xwe kir. Tirkiye niha ji derve jî û ji hundir ve jî bi pirsgirîkên giring re rû bi rû ye. Li Rojhilata Navîn şerê herî dijwar tê jiyîn, lê wekî pirsgirêk tenê rayedariya Erdogan e. Dema parlementer û bi hezaran siyasetmedar di girtîgehan de bin, avakirina pergala serokomariyê nayê qebûl kirin.
*Ziyareta Serokomar a DYA'yê bandorek çawa li ser polîtîkayên Rojava û pirsgirêka kurd kir?
AKP 15 SALIN TU PIRSGIRÎK ÇARESER NEKIRIYE
Hikûmeta AKP'ê di referandumê têk çû. Bi gotinên çareserkirina pirsgirêka kurd xwe li ser piyan digire. Dixwaze baca çareseriyê di nava civakê de ava bike. Lê gelên Tirkiyê û gelê kurd ne xerîbê vê yekê ne. AKP ji sala 2002'an ve hêviya çareseriyê diafrîne lê heya îro tiştek jî nekiriye. 15 sal derbas bûn lê AKP tu pirsgirêk çareser nekirine. Pirsgirêka kurd pirsgirêka Tirkiyê ya herî sereke û giring e. Bi rastî hemû pirsgirêkên Tirkiyê bi pirsgirêka kurd ve girêdayî ye.
Dema ku li Rojava û rojhilata navîn polîtîkayên durist nemeşîne, di hundir de jî nikare polîtîkayên rast bimeşîne. Nêzîkbûna Rojava nêzîkbûna kurdên li bakurê Kurdistanê ye. Tu rabe Rojava hilweşîne, Şengalê bombebaran bike û li Tirkiyê jî bêje ez ê aştiyê pêk bînim. Ev yek derewa herî mezin e û tu kes bawer nake.
LI SER MASEYA AKP'Ê PROJEYÊN ÇARESERIYÊ TUNE NE
Yên ku digotin pêvajoya çareseriyê bi kuştina 2 polîsên Serêkaniyê bid awî bûye, îro fikra xwe guhertin. Sedem ne kuştina 2 polîsan bû, ne jî ji aliyê PKK'ê ve destpêkirina şer bû. Sedem guhertina polîtîka û stratejiyên Erdogan bû. Tunekirina Dolmabahçe jî bi vê yekê ve girêdayî ye. Em wekî KCD bi awayekî zelal dibêjîn; ne bi birêz Ocalan re hevdîtin heye, ne jî projeyek li ser çareserkirina pirsgirêka kurd li ser maseya AKP'ê heye.
*Di kongreya HDP'ê de "Plana Tekoşîna Aştî û Demokrasiyê" hat destnîşankirin. Dê bi vê re pêvajoyeke çawa xwe bide der?
Polîtîkayên ku HDP hilbijartine ji bo çareseriya kurd a mayînde ne. HDP ji bo aştî û aramiya gelan xwe berpirsiyar dibîne. Daxuyaniyên HDP'ê yên aştiyê girîng in û ji xwe daxwaza gelan jî aştî ye. Lê AKP bangawazî û daxwazên aştiyê bi girtinê asteng dike. HDP ji 7'ê Hezîranê ve bûye hêviya gelan. Gelên ji bo aştiyê têdikoşin di bin sîwana HDP'ê de hatine cem hev. Planên HDP'ê yên aştiyê girîng û watedar in. Ji bo vê yekê jî em ê piştgirî bidin HDP'ê.
GEFÊN AKP'Ê ŞÛNDE MAN
*Di kongreya AKP'ê de peyamên gefaxwarinî yên ji bo siyaseta kurd hatin dayîn. Tu vê çawa dinrixînî?
Dema polîtîkayên AKP'ê baş neyên nirxandin, li benda hêviyan dimînin. Tu hêviyên me ji AKP'ê tune ne. Peyamên ku di kongreya AKP'ê de hatin dayîn şûnde man. Li hember gefên wan jî şaş neman. Ji xwe her roj gefan li me dixwin. Siyaseta xwe li ser gef xwarina siyaseta kurd dimeşînin. Ne Erdogan tenê, Wezîrên Karên Hûndir Suleyman Soylu jî roja hatî heya niha gefan li me dixwe. Niha nizanim Soylu li ku ye xûya nake û dengê wî dernakeve. Gotinên wî pelevajî bû û êdî dengê wî dernakeve. Gelê kurd nayê xelaskirin. Ziman û çand qedexe kirin, zindanên Amedê, jêrzemînên Cizîrê, komkujiya Roboskî pêk anîn lê gelê kurd xelas nekirin. Ev gel gelekî wisa ye ku ji xweliya xwe jîndar dibe. AKP ya ku van polîtîkayan dimeşîne, kî dikare hêvî jê bike. AKP niha xelas bûye. Alikariya MHP'ê têre nekir. Ji ber vê yekê tiştekî ku di kongreyê de bêje jî tune bû.
Li welatê ku çapemeniya azad û muxalîf lê hatibe bêdengkirin, tenê dengê Erdogan derdikeve. Lewra ji kongreya AKP'ê tu hêviyên me nebûn. Em gefên wan jî qebûl nakin, nikarin bi gefan siyaseta demokratîk bitepisînin. Heger siyaseta kurd gefên wan qebûl kiribana, îro parlementerên HDP'ê negirtî bûn. Bi gefan nikarin encam bigirin, dê tekoşîna me bi biryardariyeke xurt berdewam bike.
GEL ROLA XWE BILÎZE HIKUMET NEÇAR DIMÎNE
* Ji bo pêvajoya çareseriyeke nû hêvî heya yan?
Gel tu carî bê çareserî namînin. Îktîdar tên û diçin, xwediyê çareseriyê gel e. Heger gelê kurd bi gelên Tirkiyê re rola xwe bilîze, kîjan hikumet be bila be dê neçar bimîne û dê were li ser maseya çareseriyê rûnê. Siyaseta kurd daxwza bi hev re rûniştina li ser maseyê ji hikumetê nekiriye. Em ê bi tekoşîna xwe hikûmetê neçar bihêlin û dê were li ser maseyê. Dive îro gelên Tirkiyê piştgirî bidin hev. Ji xwe piştgirî heye lê kêm e, qels e. Heger gelên Tirkiyê dema cenazeyê dayika Taybet 7 rojan li erdê mayî û dema jêrzemînên Cizîrê herikîbûna Botanê, dê îro dîmenên akademîsyenan ên bi erdê ve tên kaşkirin çênebûnan.
Lewra di dema bilindkirina têkoşînê de heke bi felsefeya hevrêyên wek Ulaş Bayraktaroglû yên ku bûne sembola biratiyê nêzîk bibin, dê xwe bi xwe pêvajoya çareseriyê were. Mifteya çareseriyê li Îmraliyê ye û AKP jî vê yekê baş dizane. Dizanin di dema pêvajoya çareseriyê de PKK çawa bersiv da bangawaziyên birêz Ocalan. Heya ku tecrîda li ser birêz Ocalan neyê rakirin, kes nikare behsa pêvajoya çareseriyê bike. Heke pêvajoyek bê destpêkirin, teqez divê birêz Ocalan di nav de be. Birêz Ocalan ji bo Tirkiyê û Rojhilata Navîn xwedanê projeyên giring e.
MUXATABÊ ÇARESERIYÊ NE EM IN, BIRÊZ OCALAN Û PKK YE
* Gelo bê PKK çareserî pêkan e?
AKP muxatabên sexte esas digere. Dema pêvajoya çareseriyê ya 2013'an jî di nava heman hewldanê de bû. Ji bo avakirina muxatabên sexte li bajarên Kurdistanê bi rûspî, karsaz û saziyên sivîl re hevdîtin çêdikirin. Lê ev yek şaş e, ya rast jî; muxatabiya yên çek destê wan de, daxwaza wan ji Tirkiyê heyî ye. Ev yek jî nasname, ziman û hebûna gelê kurd e. Tevgera ku wan daxwazan dike heye. Bi tunekirina vê tevgerê dikare bi kê re pêvajoyê pêk bîne. Çareserî bi KCD'ê, HDP'ê, DBP'ê û HDK'ê pêk nayê, muxatabê rast yê çareseriyê birêz Ocalan û PKK ye. Sazî û rêxistinên siyaseta kurd dikarin piştîgirî bidin û di navbera wan de bin. Wekî pêvajoya çareseriyê ya dawî em dikarin rola xwe bilîzin. Heger dewlet pêvajoyek dirust dixwaze, dikare bi birêz Ocalan re dest pê bike. Em bawerin PKK jî dê banga birêz Ocalan bi cih bîne û pêvajoya bide destpêkirin. Çi sazî û rêxistin bixwaze dikare rol bidin serxwe. Lê çêkirina muxatabên sexte tiştekî vale ye. Muxatab ev gelê ku ev 40 sal têdikoşe bi xwe ye.
JI BO YEKITIYA NETEWÎ GAVEK GIRING DÊ WERE AVÊTIN
* Xebatên ji bo yekitiya netewî di çi astê de nee?
Gelê kurd ji beriya sed salan bi xîzkirina sînoran bûn 4 perçe. Kurdên li her 4 perçeyên Kurdistanê ev sed salin têdikoşin, sînoran nasnakin. Pêdiviya vê têkoşînê êdî bi yekîtiyê heye. Birêz Ocalan pergala ji bo yekitiyê saz kiriye û pêşkeş kiriye. Gelên Rojhilata Navîn pirnasname û pirbawerî ne, loma hewcehî bi yekitiya ku di çarçoveya netewa demokratîk de heye û ev jî bi konfederalîzma demokratîk pêk tê. Mixabin me rola xwe nelîst. Dibe ku pergala her 4 perçeyan jî ji hev cuda be, lê feydeyên hevpar hene. Ji ber vê yekê xebatên me yên giring hene û dê di demek nêz de gavên girîn bên avêtin.
Ozgur Paksoy - dihaber