ENQERE - Serokomar TayyîpE rdogan daxuyaniya "Şirnex dê veguhere Cizîrê, Colemêrg jî veguhere Geverê. Hûn matmayî bimînin ku Şirnex û Colemêrg çawa kirine bajar" da.
Serokomar Tayyîp Erdogan di 73'yemîn Civata Giştî ya Yetîkiya Borse û Odeyê Tirkiyeyê (TOBB) de axivî. Erdogan li vir got ku ji bo hilbijartinên 2019'an dê nexşerêya 6 mehan amade bikin û heta dawiya salê ew ê bi wezîrên xwe re amadekariyên 2019'an bikin.
DÊ ŞIRNEX VEGUHERE CIZÎRÊ, COLEMÊRG VEGUHERE GEVERÊ
Erdogan têkîldarî Cizîr û Gever a ku bi qedexeyên derketina kolanan ve bi hezaran mal hatin xirakirin jî axivî. erdogan wiha got: "Şirnex dê veguhere Cizîrê, Colemêrg jî veguhere Geverê. Hûn matmayî bimînin ku Şirnex û Colemêrg çawa kirine bajar. Hûn ê hamleya pêşveçûnê bikin û ji bajarvaniyê dest pê bikin."
Erdogan ji Serokê TOBB'ê Rifat Hîsarciklioglu jî xwest ku ji bo wesayîta cihî amadekariyan bikin.