ENQERE - Parlamenterê HDP'ê Faysal Sariyildiz têkîldarî hewldanên xistina parlamenteriya wan nirxandina "Em îradeya gelê xwe temsîl dikin. Ger ku parlamenteriya me bixin jî dê mîsyona me berdewam bike" kir.
Ji bo ku parlamenteriya Tugba Hezer û Faysal Sariyildiz ên HDP'î bê xistin hewldan didomin. Dîwana Serokatiya Meclîsê ji bo xistina parlamenteriya herdu HDP'iyan dosya sewqî Komîsyona Têkel kir. Ger ku komîsyon ji bo parlamenterî bê xistin biryarê bigire dê vê carê dosyayê bişîne Civata Giştî ya Meclîsê û li vir di dengdayînê de de bi piraniya dengan parlamenterî bên xistin.
Parlamnenterê HDP'ê Faysal Sariyildiz têkîldarî helwdanên xistina parlamenteriya wan bi riya dîhaberê nêrînên xwe anî ziman.
Sariyildiz wiha got: "Demeke dirêj e li Tirkiyeyê hiqûq û qanûn hatine rawestandin. Dadgeh û Meclîs hemû biryarên xwe li gorî daxwaza Serokomar Tayyîn Erdogan û îktidara AKP'ê digire. Biryara ku der barê me de hatiye dayîn jî divê di vî çarçoveyê de bê nirxandin. "
Sariyildiz destnîşan kir ku HDP'ê ew peywirdar kirine û ji bo vê yekê çûne Ewropayê û wiha berdewam kir: "Tu aliyekî hiqûqî ya vî biryarê tuneye. Di tuzîkê de jî cihê vî tuneye. Biryara ku hewl didin bigirin xizmetê ji bo pêşeroja welat nake. Em li vir îradeya gelê xwe temsîl dikin. Ger ku parlamenteriya me bixin jî dê mîsyona me berdewam bike. Ji bo me wateya vî biryarê tuneye."
Sariyildiz destnîşan kir ku HDP li Tirkiyeyê ji bo ku hemû gel bi hevre bijîn şansek e lê bi polîtîkayên tasfiyekirinê ve rû bi rû ne, biryarên ku der barê parlamenteran de tê dayîn jî di vî çarçoveyê de ne.
Sariyildir têkîlradî nûçeyên ku "reviyaye Ewropayê" jî wiha axivî: "Ev salek e em li Ewropayê ne. Li vir em tiştên ku li Tirkiyeyê diqewime parve dikin. Nêrînekî parve dikin. Em gelê xwe yê li vir têkîldarî tiştên li Tirkiyeyê diqewime agahdar dikin. Em bi partiyên Ewropayê re têkîliyan datînin."