Buldan: Heta bi Birêz Ocalan re hevdîtin neyê kirin pêvajoyeke nû dest pê nake

ENQERE - Endama Heyeta Îmraliyê û Serokwekîla Meclîsê Pervîn Buldan nirxandina "Di pirsgirêka kurd de şerta vegera pêvajoya muzakereyê jinû ve destpêkirina hevdîtinên bi Birêz Ocalan re ye. Bêyî ku bi Birêz Ocalan re hevdîtin dest pê neke, pêvajo jixwe dest pê nake. Em jî vê qebûl nakin, gelê kurd jî qebûl nake" kir.

Endama Heyeta Îmraliyê û Serokwekîla Meclîsê Pervîn Buldan geşedanên dawî, êrîşên li dijî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo dîhaberê nirxand.

* Bi salan e hûn di nava siyasetê de ne û niha jî Serokwekîla Meclîsê ne. Di rewşa heyî de fonksiyona meclîsê çi ye, gelo meclîs tê beraalîkirin?

Meclîs cihekû ku dengê muxalefetê hatiye qutkirin, parlamenter tên girtin û di heman demê de jî cihemî rewabûna wî tuneye ye. Ez difikirim ku Meclîsê rewabûna xwe winda kiriye. Ji ber ku êdî Meclîs bi tam hejmara xwe ve kom nabe. Meclîsa ku 10 parlamenter girtî ye em nikarin bibêjin rewa ye. Di qanûnên ku tên derxistin û bi taybetî jî di guhertina qanûna bingehîn de deng bikarneanîna parlamenterên girtî bi tena serê xwe pirsgirêka rewabûnê ye.

* Meclês dê ber bi kû ve biçe? Gelo dengê Meclîsê her biçe dê kêm bibe?

Belê. Ji ber ku hemû îro parlamenterên girtî hene, hem jî mafê axaftinê zêde ji bo muxalefetê nayê dayîn, dîsa bi guhertina rêziknameya ku dê bê kirin ve jî em ê bibin şahidên pêvajoya ku bi temamî dengê muxalefetê hatiye qutkirin. Ji ber ku hikûmeta AKP'ê xwedî îradeya siyasî ya ku dikare guhertinan bi tena serê xwe bike ye. Bi girtina parlamenteran ve pêvajoya dengê muxalefetê qutkirinê ya dest pê kir nîşan dide ku ber bi pêvajoya qutkirina dengê muxalefetê ve diçe. Guhertina rêziknameyê ya ku dê pêvajoya pêş me bê kirin ve dê hemû ryeyên di destê muxalefetê de bên girtin. Mînak dayîna piryare, di civata giştî de nêrînên komê axaftin, axaftinên derveyî planan... Ev ji bo ku muxalefet dengê xwe bigihîne raya giştî û hilbijêrên xwe zemînên ku bi kar dianî. Hewldana ku van zemînan ji dest ê muxelefetê bê girtin heye. Ji ber vê yekê jî Meclîs di rewşekî ku siyaseta demokratîk asteng dike, kanalên heyî dixetimîne de ye. Ez difikirim ku di zemînên cuda de jî ev ê bê astengkirin.

* Serokomar Tayyîp Erdogan dîsa bû Serokê Giştî yê AKP'ê û pêvajoya serokomariya partiyî dest pê kir. Hûn çi dibînin?

Recep Tayyîp Erdogan bi sê hemayên cuda dikare bê pênasekirin. Ya yekemîn wekî Serokê Giştî yê AKP'ê, ya duyemîn wekî serokomar ya sêyemîn jî ji 2019'an pê ve jî em ê wekî bi sifatê serokdewlet bibînin. Divê nebe serokê giştî yê partiyekî. Lê bi guhertina hat kirin ve dê ev bikeve meriyetê û bi vî yekê re jî dê hemû tiştan bixe destê xwe, rê û rêbazekî bi vî rengî dê bê şopandin. Ez dibêjim ku axaftina Recep Tayyîp Erdogan bi sê sifatan li meclîsê rast nîne. Ji bo pêşeroja gelên Tirkiyeyê ev yek gelekî xetere ye. Ji ber ku êdî AKP her tiştî di destê xwe de kom dike û dixwaze hemû rayeyan di destê zilamekî de kom bike, sîstemekî bi vî rengî hewl dide bixe meriyetê. Ger ku di hilbijartinên 2019'an de muxalefet bi awayekî xurt dernekeve û hêzên demokrasiyê ger ku yekîtiya xwe ava nekin Tirkiye dê bikeve pêvajoya yek zilam a Recep Tayyîp Erdogan. Divê pêşiya vê yekê bê girtin. Li Tirkiyeyê divê aligirên demokrasiyê û kesên alîgirên azadiyan in yekîtiyekî xurt ava bikin û bi vî rengî dikarin vê yekê bidin rawestandin.

* Tifaqekî demokratîk a ku pêşiya vê yekê bigire gelo pêkan e?

Bêguman pêkan e. Bingeha vê jî heye. Pêvajoya ku bi berxwedana Geziyê ve dest pê kir, bi 7'ê Hezîrenê ve berdewam kir û piştî 1'ê mijdarê û referandumê derket holê ku li Tirkiyeyê hemû kes ji rêvebirina AKP'ê ya Tirkiyeyê aciz in. Ji ber ku di sandoqê de "Na" bi ser ket. Lê bi dek û dolaban ve , bi mudaxaleyên mezin ve ji sandoqan "Erê" hat derxistin. Di esasê xwe de "Na" bi ser ket. Li gorî anketên ku me kirine û encamên ku gihiştine ber destê me di sandoqan de "Na" derketiye. Lê ci heyf e ku AKP ev yek ji bo xwe bi kar anî. Ji ber vê yekê jî gelê Tirkiyeyê ji AKP û Recep Tayyîp Erdogan çiqas aciz e di referandumê de nîşan da. Ger ku kesên dixwazin AMP biçe û demokrasî pêk bê bên cem hev dikarin mudaxaleyî vî pêvajoyê bikin.

* Hûn ê têkîldarî pêşeroja Tirkiyeyê û ya kurdan wekî HDP çi bikin? Gelo nexşerêyekî we heye?

Em wekî HDP hewl didin ku pêvajoya pêşiya me plan bikin. Pêşeroja Tirkiyeyê, demokratîkbûn û têkîldarî pirsgirêka kurd. Dibe ku xala herî bingehîn an jî xala ku divê herî zêde li ser bê sekinandin pirsgirêka kurd e. Ji ber ku me di referandumê de ev dît. Di esasê xwe de kurd li Tirkiyeyê mifteya aştiyê ne. Kurd li Tirkiyeyê mifteya demokrasiyê ne. Heta kurd nebin derketiye holê ku li Tirkiyeyê demokratîkbûn jî nabe. Ji ber vê yekê jî di hilbijartinên 2019'an de li Tirkiyeyê aligirên aştiyê -wekî HDP bêguman em ê dema cih hat nîqaş bikin- dê lêgerîna rê û rêbazan bikin û hewl bidin ji vî rewşê derkevin. Lê divê ji niha ve amadekarî bê kirin.

* Bi taybetî jî di kongreya AKP'ê de bi awayekî zanebûn bendewariyekî "dê pêvajoya çareseriyê dest pê bike" hate afirandin. Ji bo pêvajoya çareseriyê pêdivî bi çi heye?

Niha şertên vegera pêvajoya aştî û muzakereyê tuneye. Ji ber ku em dizanin ku li Grava Îmraliyê Birêz Ocalan di bin tecrîdekî giran de ye. Demeke dirêj e hevdîtin hatiye qutkirin û em dizanin ku tu kes naçin li Girava Îmraliyê bi Birêz Ocalan re hevdîtinê pêk nayne. Ji ber vê yekê jî tekane şerta vegera pêvajoya aştî û muzakereyê ji nû ve destpêkirina hevdîtinên bi Birêz Ocalan re ye. HEta ku bi Birêz Ocalan ve hevdîtin neyê destpêkirin jixwe pêvajo nikare dest pê bike. Em nikarin vê yekê qebûl bikin. Gelê kurd jî qebûl nake. Divê bi Birêz Ocalan re hevdîtin bê dest pêkirin û nexşerê jî di esasê xwe ji aliyê Birêz Ocalan ve bê diyar kirin. Dîsa di pêvajoya ku parlamenterên HDP'ê, hevşaredar û hevserok girtî ne, qeyûm hatine tayînkirin û riyên siyaseta demokratîk girtî ye de li bendêmayîna pêvajoya aştî û muzakereyê şaşîti ye. Ji ber vê yekê jî ji bo ku bi gelê kurd re vî pêvajoyê careke din bê destpêkirin divê hin gav bên avêtin. Ev gav jî divê ji aliyê AKP'ê ve bên avêtin Jixwe kurdan her tim daxwaza xwe ya aştî, azadî û demokrasiyê anîne ziman.

* Ger ku bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ve îro hevdîtin pêk bihata dê rewşa Tirkiyeyê çawa binirxande?

Ez keseke ku bi Birêz Ocalan re 33 caran hevdîtin pêk aniye dikarin bibêjim ku ger hevdîtin pêk bê, bê guman tiştên ku di 2015'an de bi gelê kurd dan jiyankirin bi tundî dê binirxîne. Ez keseke ku bi wî re 33 caran hevdîtin pêk aniye diBêjim, niha gelekî ji ber tiştên diqewime aciz e. Ji ber vê yekê jî ger bi rastî jî bi Birêz Ocalan re hevdîtin pêk bê ez texmîn dikim ku dê rexneyên giran li AKP'ê bike.

* Ger ku ev vegerin polîtîkaya rojane, wekî heyeta HDP'ê we têkîldarî hevdîtina ku bi Dadgeha Qanûna Bingehîn re ji bo rewşe parlamenterên girtî pêk anî tu daxuyanî neda. Gelo sedemekî vê heye?

Belê me hevdîtinek pêk anî. Me ev hevdîtin ji çapemeniyê re girtî pêk anî. Wekî rêgez jî biryara ku têkîldarî naverokê agahî nedin çapemeniyê me girt. Ji ber vê yekê niha jî ez ê têkîldarî naveroka vî hevditinê tiştekî nebêjim. Bêguman bendewariya me ji Dadgeha Qanûna Bingehîn heye. Divê biryarekî bide. Gelek dereng jî ma. Hêvîdar im demeke kin de bidin. Hêvîdar im biryarekî adil bide. Sedama agahî nedayînê encamek bi destxistin bû. Ji ber ku dema ku tiştek tê aşkerakirin hûn dibînin ku civîna ku we pêk aniye pûç dibe. Dikare bibe asteng.

* Hin parlamenterên HDP'ê piştî ku hatin berdan dîsa hatin girtin hûn têkîldarî vê çi difikirin?

Belê hin hevalên ku piştî ku hatin berdan, careke din hatin girtin. Mînak Ferhat Encu, Îdrîs Baluken, Besîme Konca; Nursel Ayogan; der barê van hevalên me de dadgehan biryarên gelek cuda girtin. Yanî di navbera dadgehan de jî şerek heye. Yanî duserîbûn heye. Heyeta dadgehekî bi yek dengî mînak Îdrîs BAluken tehliye dike lê dadgehekî din biryara girtina Baluken dikare bide. Dema ku hûn van tiştan dinêrin tê dîtin ku li Tirkiyeyê hiqûq ji aliyê du seriyan ve tê meşandin. Bandora serokomar di vê de gelek zêde ye. Ji ber ku heta fermana serokomar nebe ev tişt nabin. Li gorî min biryara serokomar a "hûn ê van parlamenteran bigirin, ev parlamenter dê bê girtin, ev dê neyên girtin' heye. Lîsteyek hatiye amadekirin. Li gorî vî lîsteyê kî dê bên girtin, kî dê li derve bimînin hatine diyarkirin. Ji ber vê yekê jî seriyek Îdrîs Baluken berdide lê serê îktidarê naxwaza bê berdan. Ez difikirim ku di girtinan de bandora îradeya siyasî heye. Ya ku biryara esasî dide qesr e û ev gelekî zelal e.

Salman Gozelyuz/Bariş Boyraz - dîhaber