ENQERE - Ji endamên MP a CHP'ê Yildirim Kaya ku partiya wan der barê rakirina destnedayînên paralementeran de gelek tê rexnekirin îdia kir ku girtina HDP'iyan bi rakirina destnedîyanan ve girêdayî nîne û wiha got: "Divê ji paşerojê asê nemînin û pêşerojêke bihevre biafirînin."
Endamê Partiya Meclîsa CHP’ê û yek ji avakarên Egîtîm Sen’ê Yildirim Kaya ku tevlî 10’emîn Lijneya Giştî ya Egîtîm Sen’ê bû û derbarê îxraçkirin, êrîşên li dijî kedkar û geşedanên di rojevê de ne nirxandin.
Kaya, diyar kir ku Egîtîm Sen dînamîka herî bingehîn a xebatkarên cemaweriya Tirkiyeyê û wiha got: “Îktîdara siyasî ji bo Egîtîn Sen’ê bêbandor bike her tiştî dike. tenê riyek ji dûrxistina perwerdehiya zanistî û laîklîkê heye. Ew jî kedkarên perwerdehiyê ji vê pêvajoyê dûrxistine. Kevneşopiya sedsalî a Egîtîm Sen’ê hedef tê girtin.”
‘DIVÊ EGÎTÎM SEN VEGERE FELSEFEYA XWE YA AVAKIRINÊ’
Kaya, anî ziman ku divê Egîtîm Sen vegere felsefeya xwe ya dema destpêkê hatiye avakirin û wiha pêde çû: “Têkoşîna destpêkê ya avakirina Egîtîm Sen’ê têkoşîna fîîlî û rewa bû. Egîtîm Sen sendîkayeke xwe naspêre qanûnan, qanûnan derbas dike, qada azadiyê vedike. Ji ber çalakiya Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça peywirek mezin dikeve ser milê KESK’ê û hemû hêzên demokrasiyê. Em dikarin çar aliyên Tirkiyeyê vegerînin Kolana Yukselê. Divê çalakî bên berfirehkirin. Nuriye û Semîh ne tenê ji bo xwe ji bo hemû kedkarên hatine îxraçkirin canê xwe dane ber mirinê. Berxwedana Nuriye û Semîn sêwî maye. Ji bilî me tu partiyên din ên siyasî, sendîka, rêxistinên girseya demokratîk û odeya xwedî li çalakiyê derneketine. Bi hezaran kesên ku hatine îxraçkirin û em nizanin hene. Çima akademîsyenên aştî xwedî li van hevalên mew dernakevin?”
‘DIVÊ HDP Û CHP VÊ WEKÎ PEYWIR DEYNIN PÊŞIYA XWE’
Kaya, derbarê gelo eniya “Na” ya piştî referanduma 16’ê Nîsanê hat avakirin dikare îtîfakek demokratîk pêk bîne an na de jî wiha got: “Îtîfakek demokratîk mimkûne. Ji îtîfaka HDP û CHP’ê zêdetir a eniya ‘Na’ ji serdî 53 derketiye. Ji sedî 53 eniya Na heye. Ev hatin cem hev. Li Tirkiyeyê pergal hatiye guhertin. Ji bo pêşiya guhertina rejîma li Tirkiyeyê bigirin divê em div ê guhertina pergalê de ji sedî 50 yek lê zêde bigirin. CHP nikare bi tena serê xwe vê bigire. HDP jî nikare vê bi tena serê xwe bike. Em vê jî dibînin. Aliyên din jî nikarin bin tena serê xwe bikin. Divê CHP, HDP û partiyên din ên siyasî vê wekî peywirekê danin pêşiya xwe.”
’12 PARLAMENTERAN JI BO DESTNEDAYÎNAN GOTIN ERÊ’
Kaya, derbarê rola CHP’e ya di mijara rakirina destnedayîna parlamenterên HDP û Hevserokên wê de jî ev tişt anîn ziman: “Tiştên li parlamenertên HDP’ê hatin kirin ez rast nabînim. Helwesta me ya li dijî destnedayînan; karê ku AKP li dijî parlamenter û hevserokê HDP’ê dike em rast nabînin. 12 parlamenterên CHP ji bo destnedayînan dengê Erê bikar aniye. Meseleya li wir tiştekî wiha bû. Ji me em bi pîvan rakirina destnedayînan diparêzin, tiştek wiha jî heye, carna hûn di polîtîkayê de gavên taktîk diavêjin. Ev gav carla li we dikeve carna jî pêşiya we vedike. Mixabin gava li vir hat avêtin xwest bibin referandumê. Tayîp Erdogan di mijara destnedayînan de darvekirin jî xist nav, guhertina qanûna bingehîn jî xist nav û xwest pêvajoyek referandumê pêk bîne. Em ev lîstîk xera kir.”
DEST DIDIN HEMÛ KESÊ
Kaya, destnîşan kir ku girtiyan parlamenterên HDP’ê têkiliya wê bi rakirina destnedayînan tune ye û wiha domand: “Niha ya girîng di partiyên siyasî de destnedayîna parlamenteran heye lê destnedayîna serokên şaredariyan tune ye. Em ê çawa serokên şaredariyan rave bikin. Em ê mohrên ku piştî referandumê ji destê keyayan hatine girtin rave bikin. Mijar tenê bûna xwedî destnedayîna parlamenteran sînordar nîne. Dest didin hemû aliyên fikrên azad û siyasetê li Tirkiyeyê dikin. Divê pêşiya vê bê girtin.”
KÊMANIYA ME JÎ HEYE LÊ…
Kaya, diyar kir ku kêmaniyên CHP’ê jî heme û wiha axivî: “Lê ya girîng ewe ku paşerojê nîşan bidin, şaşiyên hatine kirin destnîşan bikin û pêşerojê ava bikin. Em dikarin di pêşerojê de tevgerekî ku bi hevre tevdigere mezin bikin ev mimkune. Li gorî min bingeha vê hey.”