Berrîn Sonmez: 28'ê Sibatê bi AKP'ê ve didome

ENQERE - Berrîn Sonmez a ku yek ji mexdûrên 28'ê Sİbatê ye diyar kir ku AKP ji aliyê kadroyên ku di 28'ê Sibatê de hatine teslîmgirtin ve hatiye avakirin û wiha got: "Dema ku digotin 28'ê Sİbatê dê hezar salan berdewam bike em gelekî aciz dibûn. Niha AKP vê didomîne. Beşên oldar hêdî hêdî hînî nebaşiyan kirin."

Tirkiye bi îktidara AKP'ê ve pêvajoyeke zehmet dijî. Yek ji mexdûrên dema 28'ê Sibatê Berrîn Sonmez a entelektuela cihana îslamî ye û di nava tevgera femînîst de nerazîbûna xwe ya himberî pêkanînên îktidarê bi awayeke vekirî tîne ziman. Sonmez dema pêvajoya 28'ê Sibatê li Zanîngeha Kocetepe ya Afyonê akademîsyen bû û ji karê xwe hate avêtin diyar kir ku ji wê rojê heta niha zilm berdewam dike û tenê nasnameya yên ku zilmê dikin hatiye guhertin.

'AKP PARTIYA KESÊN KU 28'Ê SIBATÊ TESLÎM GIRT E'

Sonmez wiha got: "Ji wê rojê heta niha tenê tişta ku hate guhertin ew e ku nasnemaye zaliman guheriye. Li welatê me gel ji dewletê lêdanê dixwe. Dewlet wekî dezgehê torna-tesfiyeyê ye. Li gorî daxwaza xwe mirovan wekî komên ol, etnîk teşe bide digire dezgehan. Di pêvajya 28'ê Sibatê de beşên oldar hatin guherandin. Di esasê xwe de AKP partiya kesên ku pêvajya 28'ê Sibatê guherand e. Cilên xwe guhertin û bi vî rengî bûn îktidar. Partiya ku kesên dewletê ew teslîm girtiye ye. Niha ev kesên ku dewletê ew teslîm girtine, îdiolojiya dewletê fermî kirin û bi vî rengî deynê xwe dan. Sloganên yek dewlet, yek al û rabîayê em di birîfingên pêvajay 28'ê Sibatê tînin bîra xwe, Dadger, akademîsyen ji aliyê artêşê ve dihatin birîfekirin. Di wan birfingan de bi agahiyên ku girtibûn ve biryar didan. AKP di rewşekî wisa de bû îktidar û ew slogana yek al, yek, dewlet, yek ziman ên wê demê dihatin berzkirin hatin fermîkirin. Li vir jibilî nasnameyê tiştek nehatiye guhertin. Pêvajoya 28'ê Sibatê hişt ku emrê van dirêj be.

'28'Ê SIBATÊ BI AKP'Ê VE DIDOME'

Dema ku gotibûn dê 28'ê Sibatê hezar sal berdewam bike em gelek aciz bûbûn, me digot dê berdewam neke, diqede me xwe xurt dihesiband. Niha ez gelek şikestime ji ber ku kesên ku mazlûmên wê demê bûn fikrên wê demê anîn îktidarê. 28'ê Sibatê berdewam dike. Tişta ku dibêjin di dewletê de berdewamî her hal ev e. Dewlet dikeve qilifê partiya siyasî û xwe didomîne. Niha tişta tê kirin refleksa dewletê ye. Ev ji bo vê dibêjim Kemalîzma Kesk."

'KESÊN OLDAR HÊDÎ HÊDÎ FERÎ NEBAŞIYÊ KIRIN'

Sonmez diyar kir ku divê di kesên oldar de pîvanên "merhemet û wijdanê" hebe lê kesên oldar fêrî neheqiyê hatine kirin û ji bo vê yekê jî mînaka "beqa ku hêdî hêdî fêrî ava germ tê kirin" da û wiha berdewam kir: "Beşên oldar niha di nava beroşa tê germkirin de ne. Di esasê xwe de nerazîbûn heye lê bi awayekî zelal nikarin vî îfade bikin."

Sonset hincetên vê yekê jî wiha anî ziman:

"Ewil girêdayîna bi camîayê heye, girêdana madî heye lê jibilî van jî tirs heye. Ger ku AKP ji îktidarê bikev dê wekî berê be, fikara dê qedexeya turbanê careke din bê. Di dilê xwe de hemberî vê yekê derdikeve. Dibe ku veguhere nerazîbûnên vekirî lê ev tirs her tim tê afirandin. Di pêvajoya hilbijartinan de bi tirsan gel bi îktidarê ve tê girêdan."

'EM VEGUHERÎN KOMARA BEXŞANDINÊ'

Sonmez a ku peyamên di kongreya AKP'ê de derket holê jî nirxand û got ku di mijara pirsgirêka kurd de hin gav bên avêtin û wiha axivî: "Hin tiştên ku nîşaneyê didin me hene. Yek ji van nîşaneyan jî em her tim li bendê bûn ku AKP veguherê eyarên xwe yê fabrîkayê. Bi bayê derketinê ve hêviya ku da welat em dîsan li benda vî bûn, hêviya me ev bû lê nebû. Berovajî vî ew pêvajoyên pirsgirêk ên berê careke din hate pêşberî me, AKP veguherî eyarên fabrîkayê yê dewletê. Di pirsgirêka kurd de pêdiviya me bi çareseriya demokratîk, wekhev, azadîxwaz hebû fikara min ev ku gavên bi vî rengî dernekeve pêşberî me. Dibe ku gavên teslîmgiritna gelê kurd bê avêtin. Ango dibe ku nêzîkatiya 'min teslîm girt, dibexşînim dikim" derkeve holê. Em bû komerekî bexşandinê. Welatiyên ku dengên xwe bi serokomar didin bihistin tiştên ku divê jixwê yên wî bin wekî bexşandinê dibîne. Em dewletî bi vî rengî ne. Di pirsgirêka kurd de ji me re bibêjin me ev ji we re bexşandin û bi vî rengî hin gav bên avêtin. Yek al, yek netewe, yek dewlet, yek ziman bi tu awayî azadiya ku mafê gelê kurd e nade. Beramberî polîtîka ewlehîkar dê polîtîkayekî pêşkêş bike lê ev tu caran mayîn de nabe. Ji bo aştiya mayînde pêdiviya qanûna bingehîn a ku hemû beşên civakê di nav de cih digirin heye. Xurtkirina rêveberiyên herêmî, xweserî yan jî bi kîjan navê dibe jî divê rêveberiyekî bibe alternatîfa rêveberiya navendî pêşkêş bikin.

Gotin dema ku serokomar bibe, serokdewlet dê duserîbûn dernekeve holê. Li cihekî serokomar, li cihekî jî serokwezîr, gotin ve bi xwe re duserîbûnê tîne. Ma li welat rewş wisa ye jî li herêman cuda ye? Li bajaran jî ev duserîbûn heye, vê jî bifikirin. Walî li cehekî ne, şaredar li cihekî ne. Rayeyên şaredarên ku nûnerên gel in pir kêm in. Walî tenê memur in û borkratên ku dewletê tayîn kiriye ne. Ev tenê ji bo kurdan na li hemû Tirkiyeyê sîstem wisa ye. Ger ku duserîbûn nayê xwestin wê demê divê hûn şaredarên hatine hilbijartin xurt bikin, rayeyên wan zêde bikin. Şaredar dê bibin tekane rêveberê bajar. Ger sîstemekî bi vî rengî bînin wê demê jî li cihên şaredarên ku hatine girtin û qeyûm hatine tayînkirin jî ev bendewariya me li hewa dimîne."

'MIROVÊN OLDAR DÊ BIRÇÎBÛNA NURIYE Û SEMÎH HÎS BIKIN'

Sonmez bal kişand li ser çalakiya Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça jî û diyar kir ku divê di meha rojiyê de mirov birçîbûnê bînin bîra xwe û wijdanekî wisa jî heye. Sonmez got ku rojî û greva birçîbûnê mirov nikare bîne ber hev û têkîldarî gotinên ku greva birçîbûnê caîz nîne jî wiha axivî: "Ev welat fêrî tasfiyeyan bûye lê me tasfiyekariyekî bi vî rengî nedîtibû. Dema ku di warê hiqûqê de hûn mafên mirovan nehêlin ger ku tekane çare bedena wan bihêlin ev kêmasiya we ye. Tişta ku di warê olî de caîz nîne mecbûr hiştina mirovan e. Greva birçîbûnê ji ber neçariyê çareya dawî ye. Rojî di warê manewî de gelek tiştan dide mirov. Em nefsa xwe terbiye dikin. Em bi vî îbadetê ve ji xwarin, vexwarin û fesadiyê nefsa xwe diparêzin. Niha rojî û grevên birçîbûnê anîna ber hev nerast e lê ew jî bedena xwe terbiye dikin û riya mafgerandiyê tercîh kirine. Em jî nefsa xwe datînin holê û hewl didin bibin mirovên ku rizaya xwedê qezenc kirine. Rojiya remezanê di heman demê de hîskirina mirovên birçî ye. Kesên oldar bi merhemet in. Ez bawer im ev mirov vî çalakiyê ji dilê xwe ve hîs dikin."