14’ê Mijdara 2016: Navê wê carekdin nayê gotin
28’ê Gulana 2017: Me piçek darbe lê da

NAVENDA NÛÇEYAN - Suleyman Soylu piştî li ser kursiya Wezareta Karên Hundir rûnişt got “PKK nîsanê nabîne û navê wê carek din nayê gotin” duh li Tendûrekê bi leşkeran re paşîva xwar û wiha got: “Me piçek darbe li terorîzmê da.”

Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu, Qereqola Cendirmayan a Çetenli ya li Çiyayê Tendûrekê ya navçeya Bazîda Agiriyê ziyaret kir û bi leşker û cerdevanan re paşîv xwar. Soylu, li vir axivî û wiha got: “Li Amed, Mêrdîn, Êlih û gelek cihên din ên Başûrêrojjilat teqîna turîstan heye. Ji ber çi ji ber me darbeyek li terorîzmê da. Gel li nava bajar bi rihet bûn, cihên kar vedikin û ciwanên me dikevin kar. Em ê fereseteke ku vê bide berdewam kirin deynin holê.”

Suleyman Soylu ku bi guhertinan re di 1’ê Cotmeha 2016’an de hat şûna Efkan Ala, ji wê rojê pêde di hemû daxuyaniyên da de got “PKK dê bihar û meha nîsanê nebine û dê navê wê carekdin neyê gotin.” Soylu ku qet behsa pirsgirêka kurd nake û ji bo herêmê ji bilî polîtîkayên “ewlehiyê” behsa tiştek din nake, ji payîza hatiye ser peywirê heta mehên zivistanê gotina “Em ê biqedînin” bi kar anî, di rojên dawî yên meha Gulanê de balkêşe ku ketiye nokteya “me piçek darbe lêda.”

Soylu piştî rûnişt ser kursiya wezîrtiyê got “Em di van mijaran de kêm diaxivin gelek kar dikin”, derbarê mijara ku her tim di daxuyaniyên xwe yên berê de behs dikir lê di meha nîsanê de qet behsnekir, çend gotinên ku axivîne wihane:

14’ê Mijdarê-Stenbol: “Bila bizanin ku dê nîsan ji bo wan mehek nebaş be, dê zivistan ji bo wan baş nece. Li vî welatî dê navê PKK’ê carekdin neyê gotin.”

29’ê Mijdarê-Enqere: “Em li dijî terorê tênakoşîn, em îro terorê tasfiye dikin.”

3’yê Kanûnê-Amed: "Bi taybet em di nava pêvajoyeke ku terorê tasfiye dikin de ne.”

8’ê Kanûnê-Wan: "Ez îro rojên baş net dibêjim. Dê di meha nîsanê de nizanin ku dê çi were serê wan û dê bi tunebûnê re rû bi rû bimînin.”

14’ê Kanûnê-Colemêrg: “Di meha Sibat, adarê de em ê geşedanên teknolojî deynin holê ku dê cesaret nekin ku ji şikeftan jî derbikevin.”

17’ê Kanûnê-Qeyserî: “Xwedê şahide ku em ê wan tune bikin û tune bikin.”

25’ê Kanûnê-Sêrt: “Ez ji vir ji kesên ku li Qendîlê ne re dibêjim; Hûnê negihijin biharê.”

22’yê Çileyê-Trabzon: “Serê me bilinde û rêxistinên terorê demên xwe yên dawî dijîn.”

2’yê Adarê-Dersim: “Em ê bi biryara serokomarê me, biryarbûna serokwezîr û hikûmeta me, wêrekiya hêzên me yên ewlehiyê û baweriya gelê me koka rêxistinên terorê bikolin.”

4’ê Adarê-Mugla: “Em ê navê PKK’ê ji vî welatî sîlbikin û tune bikin.”

10’ê Adarê-Aydin: “(PKK) bizanin ku em ê ediliya we bibirin. Polîtîkaya hikûmeta me talîmata serokomar û serokwezîrê me ye. Dê carekdin li vê erdnîgariya navê PKK’ê neyê gotin.”

20’ê Adarê-Enqere: “Rêxistina terorê êdî demên dawî dijî. Bawer bikin ku em ê mijarê zêde dirêj nekin.”

24’ê Adarê-Hatay: “Bi awayekî topyekûm me nû destpêkiriye. Dê li vî welatî carekdin navê PKK’ê neyê gotin.”

26’ê Adarê -Trabzon Şalpazari: “Çi dibêjin bila bêjin, dixwazin bila li pişta wan Rojava hebe, dixwazin bila teqemeniyê danin her cihî, ez dixwazim hûn bizanin ku em ê PKK’ê ji vê axê derxînin.”

28’ê Adarê-Mêrsîn Erdemlî: “Soza me ya namûsê ye ji bo vî gelî. Bizanin ku dê li vî welatî kesek navê PKK’ê nebêje.”

4’ê Nîsanê-Peravên Manîsayê: “Me nû destpê kir. Sonda me heye, em ê PKK a ku berdêl bi gel daye ji axa xwe derxînin.”

10’ê Nîsanê-Sînop: “Ez dixwazim hûn bizanin ku dê kesek navê PKK’ê nebêje.”

13’yê Nîsanê-Agirî Patnos: “Qet mereq nekin ez vekirî û net dibêjim. Ger em PKK a ku çav berdaye biratî, zengînî û yektiya vî qelatî bin ax nekin em nemerdin.”