STENBOL - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş ê ku di nameya ji Ozgurlukçu Demoksariyê re şan de ji bo "Eniya Demokrasiyê" nexşerêyek pêşniyar kir û wiha got: "Di pirsgirêka kurd de tu cîdiyeta lêgerînên ku Birêz Ocalan û PKK'ê tune dihesibîne tuneye û samîmî nîne."
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş ê di 4'ê Mijdara 2016'an de hate girtin ji Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê ji rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî re bi navê "Eniya demokrasiyê" nivîsek şand.
Demîrtaş di nivîsa xwe ya bi riya parêzerên xwe ji rojnameyê re şand de wiha got: "Piştî hilbijartinên 7'ê Hezîranê pêvajoya înşakirina yek zilam a ku bi koalîsyona AKP-MHP'ê ve dest pê kir, hewladan darbeyê ya 15'ê tîrmehê û texrîbatên koma darbekar a bû sedem sûd girt, referanduma 16'ê Nîsanê bû xalekî girîng. Ligel ku encama ku tu rewabûna wî tuneye derket holê jî li ser esasên encamên fermî yên heyî di pêvajoya pêy de hilbijartina serokomariyê dê di rejîma yek zilam de bibe merhaleya herî jor. Beşên ku di referanduma 16'ê Nîsanê de xwe wekî "Blaka Na" pênase kirin li hemberî xetereyekî girîng de bi hincetên cuda hatine cem hev û yekîtiyekî taktîk avakirin û bi vî rengî ev dikare eniyekî derbasdar bê pênasekirin. Piştî 16'ê Nîsanê hevkarên nû yên vî eniyê dikarin bi hevre tevbigerin û di hin pîvanan de bên gel hev.
NEXŞERÊ DIVÊ BÊ DERXISTIN
Li holê ger ku pîvanên hatine nîqaşkirin û lihevkirine tunebin îlankirina hin kesan xwe wekî nûnerê ji sedî 49 dengên hatine girtin li hemberî "Eniya Na" jibilî sabotajê wêdetir tiştek nîne. Ya ku divê ewil bê kirin divê hemû nûnerên 'Eniya Na' li dora maseyekî kom bibin û li ser esasê pîvanên di navbera wekhevan de nîqaşan bidomînin. Piştî ku li ser pîvanan lihevkirinek hebe ji bo xurtikirina 'Na' hemû beşên gotina 'Erê' (Ne bi partiyan re) yekîtî û tifaqê bê avakirin û ji bo vê nexşerêya tifaq û hevkariyê bê derxistin.
DIVÊ WEKÎ BLOKA DEMOKRASIYÊ BERDEWAM BIKE
Di serî de beşên ku mecbûr mane bibêjin "Erê" ji bo fêmkirina fikar û tirsên an divê xebatetî hevpar bê meşandin. Ji bo hembêzkirina derûdorên ku gotine 'Erê' ji niha û Pêva ne wekî 'Bloka Na' wekî 'Bloka Demokrasiyê' berdewamkirin dê rastir be. Ji bo vê yekê jî divê di pîvanên herî asgarî yên di demokrasiyê de hatina cem hev hebe.
Hemû kesên ku rêzê li hemberî van pîvanan nîşan dide ji bo vê yekê îradeya têkoşînê nîşan dide divê ji bo pêşeroja demokratîk a Tirkiyeyê di asta herî kêm de be jî bernameya xwe dayne holê. Ji bo vê yekê gava yekem jî li hundir û derve amadekirina nexwşeriyekî ku li hundir û derve aştiyê pêk tîne ye. Bermaneya ku ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd pêşniyara wî tuneye nikare bê gotin ku bernameya demokrasiyê ye û tu kes jî nikare cidî bigire. Ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd mekanîzmaya bingeha muzakereyê bê amadekirin. Kîjan aktor dikare çawa rol bilîze û misyonê bigire ser xwe di vî mekanîzmayê de dikare bê nîşandan.
Meclîs, partiyên siyasî, Birêz Ocalan û PKK ji bo ku di mekanîzmayekî bi vî rengî de bi bandor bin bi mekanîzmayekî şenber dikare bê pêşniyarkirin. Ewil dê tu cidiyeta lêgerînên ku Birêz Ocalan û PKK'ê tune dihesibîne tuneye.