ENQERE - Parlamenterê HDP'ê Ayhan Bilgen, ji girtîgehê nivîsek şand. Bilgen di nivîsa xwe de wiha pirsî: "Hîn pîvanên kêmtirîn ên têkiliya di navbera dewlet û civakê de neketine meriyetê, li gor vê bendewariya 'aştiyeke îdeal' çi qas watedar e an jî tiştekî wisa pêkan e?"
Parlementerê HDP'ê yê Qersê Ayhan Bilgen, ji Girtîgeha Silîvriyê bi ser navê "Divê aştî bê xwestin an demokrasî?" nivîsek nivîsand. Bilgen, di nivîsa xwe ya ku şand de balê kişand ser krîmînalîzekirina têgeha aştiyê û hin pêşniyar li muxalefetê kirin.
Nivîsa ku Bilgen nivîsand wiha ye:
“Zaf zelal e ku ka ev pirsgirêk çiqas zehmet û provekeyî ye. Zehmetiya pirsgirêkê, têkildarî zehmetiya dema derbas dibe. Di siyaseta reel de beramberiya tu xwestekek ku ji rastiyên dema niha qutbûyî tune ye.
Divê pêşî em vê diyar bikin ku, ya girîng ne ew e ku kes çi wateyê li têgehê bar dike, ya girîng muxatabên gotinê ji têgehê çi fêm kirine. Mixabin, "aştî" veguheriye têgeheke krîmînalîzekirî. Helbet ji ber vê yekê, em dev ji aştiyê bernadin û em behsa xwestina şer, pevçûn û mirinê nakin.
Niha em bi derdoreke mezin a ku aştiyê di wateyeke berteng de yanî wek rawestandina dengê çekan dixwîne re rû bi rû ne. Aştiya mayînde, berdewamiyî, nîhaî jî helbet azadiyê, demokrasiyê, edalet û wekheviyê di xwe de dihebîne û hêlên wê yên ji aboriyê bigire heta huqûqê hene. Tevgera polîtîk a exlaqî, beriya encaman tewrekî di çarçoveya sedeman de bi pêş ve dixe û esas digire. Ji ber vê yekê gotina "Bêyî edaletê aştî nepêkan e" gotineke girîng e û divê li hizûra gel wek divêtiyeke dirustbûyînê bê gotin.
Kî aştiyê dixwaze, demokrasî ji kê tê xwestin?
Di civakên ku nirxên exlaqî hatibin binpêkirin û xwendineke ku li ser asasên hêzê hebe rastiya ku bi giştî tê qebûlkirin "yên lawaz doza aştiyê dikin" e. Ev bîrbirî berhema herba derûnî ye. Divê neyê qebûlkirin, lê divê li hemberî wê jî xwe li nedîtiyê neyê dayîn.
Xwestina aştiyê ya kesên ji bilî aliyên pev diçin girîng e. Ew çax pirsa ku divê ji bo Tirkiyeyê bê pirsîn, divê têkildarî hebûna vîneke bi vî awayî be. HDP li kuderê vê hevkêşeyê ye? Xwestina li kuderê û li kuderê tê bîra mirov pirsên cuda ne.
Demokrasî jî di ser têkiliya dewlet û civakê re tê lêpirsînkirin. Wek aştiyê ye ku hûn ê çawa hundurê wê tije bikin û bi vî awayî naverokeke lîberal an jî civakî lê peyde dibe. Lê muxatabê wê diyar e. Berpirsiyariyên dewletê yên pozîtîf an jî negatîf hene. Wesfa demokrasyê jî; ev çi qas û çawa bi cih hatine re eleqedar e.
Hîn pîvanên kêmtirîn ên têkiliya di navbera dewlet û civakê de neketine meriyetê, li gor vê bendewariya 'aştiyeke îdeal' çi qas watedar e an jî tiştekî wisa pêkan e? Îdiaya ku di nebûna şert û mercên aştiyeke kêmtirîn (asgarî) de demokrasî jî nayê parastin, lîstikeke serdestan e ku dixwazin şer û derhuqûqiyê rewa bikin û vê lîstikê bi muxalefetê jî didin bawerkirin.
Di dawiya rojê de ya ku divê bê kirin ew e ku, der barê pêşaniya muxalefetê de nîqaşek bê kirin. Di siyaseta rageşî û pevçûnî de ji bo raswetandina îktîdarê divê çi bê kirin? Ji ber vê yekê ye ku "Danezana Aştiyê" ya ku bû sedema cezakirina bi sedan akademîsyenî, gumaneke wisa mezin daye der û belkî kesên îmze kirin jî nizanibûn ku dê ev qasî deng vede.
Mehkûmkirina hêla şer û krîmînalîzekirina bandora gotina têkildarî aştiyê. Bi gotina "Ji bo çi ji rêxistinê re tiştek negotin?" ne ji ber yên gotin, mikurhatina heqkirina cezakirina ji ber tiştên negotin. Zehmetiya parastina siyaseta demokratîk li vir hatiye qefilkirin.
Pêdiviya sereke ya muxalefetê dîplomasiya bi îktîdarê re ye yan tevî civakê siyasetê bike? Heke hûn a duyemîn bikin ji xwe dê deriyê ya duyemîn vebibe."