ENQERE - Hevserokên Giştî yê HDP'ê û parlamenterên ku destnedayîna wan ahte rakirin û heta niha beşdarî 203 dozan bûn êdî bi SEGBÎS'ê beşdarî dadgehan nabin.
Buroya Çapemeniyê ya HDP'ê têkîldarî beşdarnabûna bi riya SEGBÎS'ê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û parlamenteran agahî da.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Heta îro 203 dozên hevserokên me yê giştî û parlamenterên me yên girtî hatine dîtin. Hevserok û parlamenterên me bi piranî bi SEGBÎS'ê ve beşdarî van dadgehan bûne. Lê di meha gulanê de hevserok û parlamenterên me li şûna bi SEGBÎS'ê beşdar bibin xwestin rasterast beşdar bibin. Daxwaza wan a 25 dozên di meha gulanê de hemû hatine redkirin.
Redkirina beşdurbûna dadgehan li dijî Peymana Mafên Mİrovan a Ewropayê, biryarên Dadgeha Mafên Mirova a Ewropayê û 16'emîn Daîreya Dadgeha Bilind a ku SEGBÎS'ê li dijî rêgeza rû bi rû bûnê dibîne ye. Hevserok û parlamenterên me yên li girtîgehan ji niha ve pêve jî daxwaza xwe ya si fizîkî beşdarbûna dadgehan ragihînin."