ENQERE - Qeyrana Baregeha Încîrlîkê ya di navbera Almanya û Tirkiyê de didome û carek din destûra ziyareta baregehê derneket. Wezîrê Karê Derve yê Almanya Gabrîel ji bo çareserkirina qeyranê hat Enqerê û li gel ku bi Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyê re Mevlut Çavuşoglu re hevdîtin jî kir lê tu encamek derneket.
Bi boneya qeyrana Baregeha Încîrlikê ya di navbera Tirkiyê û Almanya de bê çareserkirin, Wezîrê Karê Derve yê Almanya Sîgmar Gabrîel hat Enqerê. Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu li gel Gabrîel civînek hevpar a çapemeniyê li darxist. Di civînê Çavuşoglu diyar kir ku di vê qonaxê de Baregeha Încîrlikê ji bo heyeta Alman bê ziyaret bike nehatiye çarser kirin û got: “Niha di vê qonaxê de ziyareta baregeha NATO ya Konya yê mimkun e.”