ENQERA- Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpîl Kemalbay a di komcivîna partiya xwe de axivî diyar kir ku armanca nîqaşên ji hemwelatîbûnê derxistinê pêşîlêgirtina îyadekirina Fetullah Gulen e.
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Serpîl Kemalbay di komcivîna partiya xwe de axivî.
Kemalbay ewil kesên ku di 5'ê Hezîrana 2015'an de di mîtînga Amedê de jiyana xwe ji dest dan bi bîr anî û wiha got: "Soza me ji bo wan heye. Têkoşîna wan a aştî û demokrasiyê nîcî nema. Em ê wî têkoşînê bigihînin serkeftinê."
Kemalbay têkîldarî nîqaşên ji bo îyadekirina Fetullah Gulen de gotinên Hevserokê Giştî yê Selahattîn Demîrtay bi bîr xist û wiha got: "Her tişt ji bo ku Gulen neyê iyadekirin e. Ger ku bê îadekirin û biaxive li Tirkiyeyê dê dewlet nemîne. We mêzekiye dewleta esasî Gulen, ew paralel in. Wekî taktîkekî AKP'ê sererastkirina ji hemwelatîbûnê derxistin navê parlamenterên me Tugba Hezer û Faysal Sariliydiz jî lê zêde kirine. Ev taktîk îradeya gelan tunehesibandin e. Armanca esasî ji bo ku îadekirina Gulen asteng bikin qilifan bibînin e. Hezer û Sariyildiz îradeya gelan e. Hedê kesekî nîne ku kesekî ji hemwelatîbûnê bigire."