Beştaş: Armanca hikûmetê kîn û întîkam e

ENQERE - Girtina Hevserokên Giştî û 8 parlementerên HDP’ê mehek li peyv xwe hişt. Alîkara Hevserokên Giştî yên HDP’ê û Parlementera HDP’ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş têkildarî girtina Hevserokên Giştî û 10 parlmenterên HDP’ê diyar kir ku armanca girtina hevserok û parlementerên HDP’ê kîn û întîkama AKP'ê ye.

Hevserokên Giştî yên HDP’ê Fîgen Yuksekdag, Selahattîn Demîrtaş û 8 parlemeneterên HDP’ê di 4’ê Cotmehê de di operasyona hemwext a serdagirtina malan de hatin binçavkirin û piştre hatin girtin. Mehek di ser girtina wan re derbas bû. Her roj bertekên gel û parlementeran jî li dijî van girtinan zêde dibin. Alîkara Hevserokên Giştî yên HDP’ê û Parlementera HDP’ê ya Edenê Meral Daniş Beştaş têkildarî girtina Hevserokên Giştî û parlementerên HDP’ê de diyar kir ku hişmendiya hikûmetê hişmendiya faşîstan e û ji ber hişmendiya faşîstan pirengî û pirdengiyê qebûl nake naxwazin yên li dijî wan siyasetê bikin dengê xwe derbixin.

‘DÊ HESAB BIDIN GEL’

Beştaş da zanîn ku mehek bû Hevserokên Giştî û parlementerên HDP’ê di girtîgehê de ne û wiha axivî: “Hevalên me meheke rehîn hatine girtin. Girtina hevserok û parlementerên me dijhiqûqî û keyfî ye. Girtina hevalên me dijhiqûqî, dij rêgezên siyasetê û rêgezên etîk e. Divê demildest hevalên me serbest bên berdan û li gorî rêgezên hiqûqî siyaseta xwe ya demokratîk bidin meşandin. Bila neyê ji bîrkirin ku ew hevalên me yên niha di girtîgehên cûda de rehîn hatin girtin ji aliyê milyonan kesan we hatin hilbijartin. Yên îro temsîlên gel digirin, dê di demek nêz de hesaba vê dijhiqûqiyê bidin gel.”

‘CIHÊ KU SIYASETMEDAR BÊN DARIZANDIN WIJDANA GEL E’

Beştaş anî ziman ku yên siyasetmedaran bidarizînin gel û wijdana gel e û wiha berdewam kir: “Di siyasetê de cihê ku siyasetmedar bên darizandin wijdan û dengê gel e. Armanca rehîngirtina hevserok û parlementerên me bêtehemûliya îxtîdarê ya li dijî dengên ku HDP’ê di sindokan de wergirtî ye. Ji ber ku îxtîdarê nekarî dengên ku gel dayî partiya me ya gelan biçewisîne, êrîş hevserok û parlementerên partiya gelan kir û ew rehîn girtin. Wekî tê zanîn me di hilbijartinan de dengê hemû gelên Tirkiyeyê girt û îxtîdarê ev yek ji bo xwe wekî xetereyek dît û dest bi qirêjiyên cûda kir.”

‘KÎN Û TOLÊ HIKÛMETÊ YA LI DIJÎ ME MEZIN E’

Beştaş, bilêv kir ku di dîroka Cîhanê û Tirkiyeyê de tiştên wiha tenê dema darbeyan de hatine jiyîn û axaftina xwe wiha domand: “Ez dixwazim ji bîr bînim ku di dema darbeya 12’ê îlonê û di salên 60’î de tiştên wiha hatin jiyandin. Niha di girtîgehan de li dijî hevserokên me him tecrîd, him sansûr him jî binpêkirina mafan tê kirin. Çend roj berê me aşkera kir ku ji bo parêzerên hevserokên me jî astengî tên derxistin û axaftinên wan ji aliyê midûriyetên girtîgehan ve tên qeyîtkirin. Peyamên hevserokên me yên ku ji bo em di komê de bixwînin ji aliyê hikûmetê ve hatin sansûrkirin. Ev yek jî nîşan dide ku kîn û întîkama hikûmetê li dijî me çiqas mezin e. Bi awayekî zelal derdikeve holê ku bi awayekî întîkamvarî statûya rejîm û esaretê li dijî hevserok û parlemeneterên me tê kirin.”

‘HIŞMENDIYA FAŞÎSTAN PIRENGÎ Û PIRDENGIYÊ QEBÛL NAKE’

Beştaş bal kişand ser nîqaşên referandum û guherandina makezagonê û wiha pêde çû: “Hikûmet dixwaze bêdengkirina HDP’ê referandûmê pêk bîne û zagonan biguherîne. Ji ber ku armanc ew e hevserok û parlemeneterên me niha di girtîgehan de ne. Hişmendiya darbeciyan dixwaze gelê ku dijî wan difikirin û diaxivin dengê wan qut bike. Ev hişmendî hişmendiya faşîstan e û ji ber hişmendiya faşîstan pirengî û pirdengiyê qebûl nake naxwazin yên li dijî wan siyasetê bikin dengê xwe derbixin.”

‘YÊN RASTIYAN DIBÊJIN DÊ QEZENC BIKIN’

Beştaş bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Operasyonên ku niha li dijî partiya me û şaredarên DBP’ê endamên meclîsên partiyên me pêk tên berê hatine plankirin. Operasyonên ku niha pêk tên ji aliyê aqilekî navendî û hevparî pêk tên. Ev girtin, binçavkirin, êrîş û bêdengkirina siyasetê bi awayekî zelal nîşan dide ku hikûmet bi tayînkirina qeyûman mafê gelan binpê dike û gasp dike. Lê bila bê zanîn ku yên qezenc bikin gelên demokratîkin. Bila neyê ji bîr kirin di sala 2009’an 10 hezar siyasetmedarên kurd hatin girtin bi salan girtî man. Lê dîsa jî nekarîn li dijî siyaseta demokratîk tiştekê bikin. Tu kes nikare dîrokê paş ve bibe, bi girtin û binçavkirinan tu kes nikare biryara gel bişikîne, yên ku qezenc bikin ew in ên ku mafdar û rastiyan dibêjin. Ji ber vê yekê jî yên ku qezenc bikin em in û em ê tu caran vegotina rastiyan ve tawîz nedin.”

Ferît Dere - dîhaber