Di fezlekeyên HDP'iyan de tu çi bixwazî heye!

ENQERE - Der barê 21 parlementerên HDP'î de bi daxwaza "rakirina destnedayînê" fezleke hatin amadekirin. Hemû liv û tevgerên parelementeran bûne mijara fezlekeyan. Di nav îdiayên ku tên kirin de, nameyên ji girtîgehan re hatine şandin, li Cizîrê beşdarbûyîna merasîma cenazeyê Mehmet Tunç û kesên din jî cih digirin.

Serê hefteyê 40 jê aîdî parlementerên HDP'î, 4 jê aîdî yên CHP'î û yek jê jî aîdî parlementerekî MHP'ê yê berê ku hat îxrackirin bi giştî 45 fezleke hatin meclîsê. Di nav fezlekeyên ku der barê 21 parlementerên HDP'î hatine amadekirin de, 6 jê der barê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş, 3 jê der barê Berdevkê Partiyê Osman Baydemir, 1 jê jî aîdî Serokwekîla Meclîsê Pervîn Buldanê de ye. Di van fezlekeyan de jî hemû liv û tevgerên parlementerên HDP'î bûne mijara lêpirsînê.

Der barê Çaglar Demirel a HDP'î de, bi hinceta axaftinên wê yên daxuyaniyeke çapemeniyê ku li parkeke Peyasê ya Amedê hat dayîn de, fezleke hat amadekirin. Di fezlekeya ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê hatiye amadekirin de, gotinên Demirelê yên ku sekna darazê ya li hemberî kesên ku li jêrzemînên Cizîrê jiyana xwe ji dest dan rexne kir, wek "delîla sûcî" hatin hesibandin.

Demirel di daxuyaniyê de wiha gotibû: "Li jêrzemînên wehşetê yên li Cizîrê giyanên me qetilkirin û niha dixwazin ser vê komkujiyê binixumînin. Lê bila vê baş zanibin ku, dibe ku îro pergala darazê diguherînin û her tiştî bi xwe ve girêdidin, lê helbet rojekê ew ê jî li cîhanê û Tirkiyeyê bên darizandin."

BEŞDARBÛNA MERASÎMA CENAZEYÊ MEHMET TÛNÇ JÎ BÛ MIJARA FEZLEKEYÊ

Der barê Parlementera HDP'ê ya Şirnexê ya girtî Selma Irmakê de jî fezleke hat amadekirin. Di fezlekeya ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê hat amadekirin de, beşdarbûna Irmakê ya merasîma cenazeyê Mehmet Tunç û birayê wî Orhan Tunç wek "propagandaya rêxistinê" hatiye wesifandin.

Serdozgeriya Komarê ya Êlihê jî, der barê Parlementera HDP'ê ya Sêrtê Besime Koncayê ku du caran hat girtin û berdan û paşê di 29'ê Gulanê de careke din hat girtin de fezleke amade kir. Ji ber gotinên wê yên di bin çavan de fezleke der barê Koncayê de hatiye amadekirin. Dema di 13'ê Kanûna 2016'an de li Enqereyê hat binçavkirin û wê birin Êlihê, di dema venêrîna tendurostiyê de Konca ji polîsan re gotibû "hûn ê hesabê vê bidin". Ev gotin bû mijara fezlekeyê û dozgeriyê ji ber vê xwest ku destnedayîna Koncayê bê rakirin.

CIVÎNA REFERANDÛMÊ JÎ 'SÛC' E

Di fezlekeya ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê de der barê Parlementera HDP'ê ya Mûşê ya girtî Burcu Çelik hat amadekirin de, wek hincet beşdarbûyîna wê ya cîvîna bi ser navê "Xebatên 'Na' yên referandûmê" hat nîşandan. Dozgeriyê wêneyekî civînê yê hatiye kişandin wek delîl nîşan da û parast ku Çelikê li vir "propagandaya rêxistinê" kiriye.

Di fezlekeyeke din a der barê Çelik hat amadekirin de jî, gotinên nameyên ku ji hikumxwaran re şandiye wek hincet hatine nîşandan. Çelikê nameyak ji girtiyê bi navê Mehmet Nuri Tiryaki yê di Girtîgeha Tîpa E ya Çankiriyê de tê ragirtin re şandiye. Dema name şandiye Tiryaki di greva birçîbûnê de bû. Dozgeriyê gotinên vê nameyê wek "propagandaya rêxistinê" û "pesinandina heqaretên mensûbên rêxistinê" nirxandin û fezleke ji aliyê Serdozgeriya Çankiriyê ve hat amadekirin.

GIRTÎ LI SER NAVÊ DAVUTOGLU BÛ GILÎDAR

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş gotinên rayedarên hikûmetê yên wek "Rojavayê Firatê xeta me ya sor e" rexne kiribûn û gotibû "Dê PYD derbas bibe û hûn ê jî wisa lê binihêrin". Ev gotinên Demirtaş wek "Heqareta li peywirdarê cemaweriyê" hatin nirxandin. Lê belê lêpirsîn, li ser serlêdana Ahmet Davutoglu ku di dosyeyê de wek mexdûr" navê wî derbas dibe nehatiye destpêkirin. Ji Girtîgeha Tîpa L a Alanyayê hikumxwarê bi navê Mehmet Gokçe nameyeke îxbarê şandiye û li ser vê nameyê lêpirsîn hatiye destpêkirin.