Nesrin Nas: Ji bilî tifaqê çare tune

STENBOL - Ji bangawaza "Em bi hevre ne li gel hev in" Seroka Giştî ya ANAP'ê ya berê Nesrîn Nas, diyar kir ku li Rojhilata Navîn Tirkiye bi "Polîtîkayên Îvedîk" tê rêvebirin û ne wekî sazûmankar, wekî hîlebaz tev digerin. Nas, anî ziman ku ji bo vê pêvajoya dijwar derbas bikin divê hêzên xwe û tifaqa xwe bikin yek û wiha got: "çareserî tifaq û yekîtî ye."

Rojên borî hezar navdar hatin cem hev û banga “Em bi hevre ne û ligel hev in" kirin. Yek ji bangawazan Seroka Giştî ya Partiya Anavatan (ANAP) ya berê Nesrin Nas, li ser rewşa OHAL û polîtîkayên Tirkiye yên derve rawestiya. Nas, anî ziman ku hikûmetê êdî OHAL kiriye wekî rejîmek asayî û dixwazin her kesî bi vê rejîmê razî bikin. Nas, anî ziman ku her diçe mafê azadiya ramanê, azadiya baweriyê, azadiya seyranê, azadiya nasnameyê, azadiya xebatê û azadiya mal û milk her ku diçe ji destê mirovan tê girtin û dixwazin van mafên mirovan ên bingehîn ê jiyanê ji destê wan bigirin û wekî tiştekî zagonî bidin nîşan. Nas, wiha got: “Li bajarên kurdan nêzîkatiya ku hurmetê nadin mafên mirovan û jiyanê serdest e. Bi hinceta ewlehiya cemaweriyê ya naveroka wê ne diyar ev pêkanîn êdî dibin mayinde. Kesên dixwazin OHAL bê rakirin wekî “terorist” “xayinê welat" tê pênasekirin. Li bajarên rojava OHAL û li bajarên herêmê Rewşa rêveberiya awarte heye."

‘ÊDÎ LI ŞÛNA ZAGONAN KHK HEYE'

Nas, destnîşan kir ku êdî li şûna zagonan KHK cih digirin û wiha got: “Piştî sala 2019'an êdî li şûna KHK'yan dê biryarnameyên Serokê Giştî û Serokomar derbas bibin. Ne tenê qanûna bingehîn, êdî hemu qanûn bê wate û pûç in. Bi vê yekê Serokê Giştî yê AKP'ê rê li pêş guhertinên din vedike. Ji ber vê yekê divê bi her awayî bê gotin ku OHAL nayê qebûlkirin û nerazibûn zêde bibe. Divê saziyên sivîl têkevin nava tevgerê."

‘WEKÎ HÊZA SUPER TÊ BINAVKIRIN'

Nas, da zanin ku Tirkiye di nava welatên Rojhilata Navîn de welatekî nîv mezin e û wiha got: "Lê Îktîdar wekî hêza herî mezin a super xwe dide naskirin û tev digere. Dixwaze bi nêzîkatiya mezheperest iktîdarê biguhere. Dixwaze xwe wekî hêza rizgarvan bide naskirin. NATO jî di navde hemû welatên bi Tirkiye re îtîfaq çêkirine divê têkiliyên xwe di ber çavan re derbas bikin. Tirkiye di nava welatên Rojhilata Navîn de pirsgirêkan çareser nake. Li şûna pirsgirêkan çareser bike xera dike û hîlebaziyê dike. Êdî Tirkiye ji aliyê mutefikên xwe ve ewlehiya xwe winda dike. Di mijara Sûriye de jî xuya ye ku di nava DYA û Rûsya de li ser DAÎŞ'ê peyman heye. Trump di ziyareta Siûdî Erebîstanê de Kralê Siûdî Erebîstan û Sisi dani kêleka xwe û deklerasyona polîtîkayên Rojhilata Navîn a ewle nişan da. Navê Tirkiye qet nexist nava devê xwe. Ev vê yekê nişan dide.

RAGESIYA QATARÊ DÊ BANDORÊ LI TIRKIYEYÊ JÎ BIKE

Nas anî ziman ku polîtîkayên têkîldarî Sûriyeyê, polîtîkayên ku AKP pêk tîne li Rojhilata Navîn ji Tirkiyeyê re qada lîstikê nahêle û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Tirkiyeya ku Sûidî jî li derve hiytiye heye. Tekana mutefîkê Tirkiyeyê ya li herêmê Qatar maye. Lê kêm maye ku Qatar jî wekî welatekî sûcdar li ser kursiyî bidin Rûniştin. Rageşiya di navbera Sûdî û Qatarê dê li bandorê Tirkiyeyê jî bike."

Nas rola Tirkiyeyê ya li Rojhilata Navîn şiband "Polîtîkaya Îvedîk" û wiha got: "Polîtîkaya dûrî dîpolomasiyê ye li ser esasê lîstikan xira dike ye. Lê mirov nikare bibêj ek kar pêk tîne.

'RIYEKE DIN TUNEYE'

Nas bal kişand li ser banga "Em li cem hev in, bi hevre ne" jî û wiha axivî: "Ji bo ku van rojan wekî şermekî qeyd nekin, wekî kevin nekevin binî ji bo xîtabî aql, bihistiyarî û wijdana 80 milyon kesan bikin me hezar îmzeyê banga 'em li cem hev in, bihevre ne' kir." Nas got ku ji bo riyekî bibînin divê li cem hev bin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Me ev di referandumê de kir. Ligel pêvajoya pêkûtî, bêdelatî jî me dît ku em qet jî kêm nînin. Em naxwazin bibin dijminên hev, wekî kurd,tirk, oldar, laîq parçe bibin, cuda bibin. Em dixwazin bawiriya xwe, ol, ziman, çand û terzên jiyana xwe bi awayekî azad, wekhev bêyî bitirsin bijîn. Em di vî Pêvajoya tarî de ancax dikarin hêza xwe bikin yek û derkevin. Em ê çareseriye bihevre û li cem hev bibînin. Wekî din rê tuneye."

Yasîn Kobulan - dîhaber