Koçyîgît: Têkoşîna şoreşgerî ya yekbûyî şert e

STENBOL - Hevberdevka HDK'ê Gulîstan Koçyîgît diyar kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên li Tirkiyeyê pêwîstî bi blokeke demokrasiyê ya nû ya civakê temsîl bike heye û wiha axivî: "Li dijî faşîzma li Tirkiyeyê têkoşîna şoreşgerî ya yekbûyî şert e."

Hevberdevka HDK'ê Gulîstan Koçyîgît a ku diyar kir di serî de ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd û pirsgirêkên civakî pêwîstî bi bloka demokrasiyê heye, têkîldarî pêvajoyê nexşerêya ku divê bê şopandin nirxand. Koçyîgît destnîşna kir ku HDK di 10-11 Hezîranê de dê li Stenbolê komxebatekî pêk bîne û li vir ji bo çareserkirina pirsgirêkan rê û rêbazên divê bê şopandin bi nîqaşan dewlemend bikin, divê hemû hêzên demokrasiyê bên cem hev û "Têkoşîna Şoreşgerî ya Yekbûyî" ava bikin.

Koçyîygît got ku divê "Bloka Demokrasiyê" ya hemû kesên ku ji sîstemê aciz in bê avakirin û wiha berdewam kir: "Ji ber şertên şer ên li welat ewil ev pêk nehat. Me dît ku di nava civakê de li dijî sîstemê acizbûneke mezin heye. Îtiraza vê yekê jî me di referandumê de dît. Em dibêjin ku pêwîstî bi eniyeke demokrasiyê ya hêviyê dide gelan heye. Divê blokeke ku civakê temsîl bike bê avakirin."

'EM Ê RÊBAZÊN XWE DEWLEMEND BIKIN'

Koçyîgît anî ziman ku ji bo îtiraza di nava civakê de xurtir bibe divê bi kesên ku têkîlî nehatiye danîn re têkîlî bê danîn û ev şert e. Koçyîgît wiha berdewam kir: "Ev tiştekî rehet nîne. Lê ji bo ku em têkîliyan daynin pêwîstiya me bi vî heye. Hin rêbazên ku bûne wekî hestî hene. Qalibên me yên ku dema em diçin civakê hene. Dîsa di civakê de li hemberî me hin bariyer hene. Divê em vî rewşê derbas bikin. Cewherê demokratîk a civakê divê em veguherînin îtirazê. Em hewl didin biçin her derê. Li her derê meclîsên HDK'ê avakirin e. Li ser van meclîsan divê em demokrasiyê derxînin holê û hêza ku civakê winda kiriye careke din bidin qezenckirin. Li gorî her derê divê em rêbazan diyar bikin. Li gorî rengînbûna civakê em jî rêbazê dewlemend bikin. Em ê li Stenbolê di 10-11 hezîranê de komxebatê li dar bixin. Li gorî encamên vê derê em ê rêbazên xwe dewlemend bikin. Rêxistinbûna civakê ya bi aweyekî kolektîf û demokratîk pêwîstî ye. Li gorî vê heta niha xwe rêxistinnekirin di esasê xwe de rexnedana me ye."

'GER PIRSGIRÊKA KURD ÇARESER BIBE DÊ AKP TASFIYE BIBE'

Koçyîgît diyar kir ku li Tirkiyeyê hemû pirsgirêk bi pirsgirêka kurd ve girêdayî ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Îro çareserkirina pirsgirêkên ked, bawerî, jin, ekolojî û hemû pirsgirêkên bi vî rengî ji pirsgirêka kurd derbas dibe. Tifaqa AKP û MHP'ê naxwaze pirsgirêka kurd bê çareserkirin. Şerê heyê AKP'ê li ser piyan digire. Ger ku pirsgirêka kurd bê çareserkirin ev dê AKP'ê tasfiye bike. Wekî HDK rêxistinkirina civakê û çareserkirina pirsgirêka kurd divê em AKP'ê bidin zorê. Me nekarî di nava civakê de îradeya çareseriyê û daxwaza aştiyê xurt bikin. Ev kêmasiya me ye. Ji ber ku me nekarî, bi şîdeta AKP'ê re rû bi rû dimînin."

'DIVÊ EM ÎRADEYA ÇARESERIYÊ YA DI NAVA CIKAVAKÊ DE DERXÎNIN'

Koçyîgît bal kişand li ser muxatabên pirsgirêka kurd jû wiha berdewam kir: "Çareserî di nava aliyên şer dikin de pêk tê. Ger ku Birêz Ocalan û PKK nebe ev dê neba çareseriyekî rast. Jibilî mujulkirina civakê wêdetir dê neçe. Divê îradeyeke çareseriyê ha AKP'ê derbas dike derxînin holê. Ya gel îdareya çareserî, demokrasî û aştiyê ye. Ger em vî derxînin holê wê demê AKP nikare ji çareseriyê bireve. Wekî HDK peywira me ew e ku di nava civakê de îradeya çareserî, demokrasî û aştiyê derxînin."

Koçyîgît bal kişand li ser çalakiyên Geziyê yên di 2013'an de û wiha got: "Wê demê şer tunebû. Li cihê ku çareserî tê axaftin hemû kesên di civakê de bi pirsgirêkên xwe ve eleqedar dibû û dianî ziman. Gelên Tirkiyeyê wê demê îtirazên xwe bi awayekî xurt anîn ziman. Atmosferekî aştiyê hebû. Em veguherîna civakê ye wê demê dibînin. Divê em vî ji hemû kesan re vebêjin. Ji bo vê yekê em ê sempozyum, komxebat û civînên taxan di pêşerojê de li dar bixin."

'TÊKOŞÎNA ŞOREŞGERÎ YA YEKBÛYÎ ŞERT E'

Koçyîgît destnîşan kir ku divê Hêzên demokrasiyê di bin baneke de kom bibin û wiha axivî: "Li dijî faşîzmê divê em li cem hev bisekinin. Ev şert e. Rev nîne. Ger ku em dixwazin faşîzmê têk bibin, sîstemekî demokratîk, aştiyane û wekhev dixwazin divê hêzên heyî bên cem hev û tifaqê pêk bînin. Têkoşîna şoreşgerî ya yekbûyî şert û me hemûyan ev fêm kiriye. Ji bo vê nîqaşên me berdewam dike. Divê em li dijî OHAL'ê dengê xwe bilind bikin."

Mehmetşah Oruç - dîhaber