ENQERE - Wezareta Karên Derve ya Tirkiye der barê biryara referandumê ya serxwebûna Herêma Federe ya Kurdistana Iraqê de got: "Ev biryarek şaş û wahîm e. "
Wezareta Karên Derve bertek nîşanî biryara referandumê ya serxwebûna Herêma Federe ya Kurdistana Iraqe ku di 25'ê Îlonê de pêk bê da. Wezareta Karên Derve, têkildarî biryara referandumê daxuyaniya nivîskî da û diyar kir ku referandum di serî de ji bo IKBY û ji bo Iraqê fêdeya wê tune ye. Wezaretê parast ku ev yek dê di vê serdemê de bê aramî û bê îstîkrariyê bi xwe re bîne û wekî biryarek xerab û vahîm pênase kir.