Kiliçdaroglu cara yekem e li HDP'ê ye

ENQERE - Heyeta ku Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu jî di nav de li Navenda Giştî ya HDP'ê ye.

Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu di çarçoveya serdarên referandumê de yekem car çû serdana Navenda Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP). Di nava heyeta CHP'ê de Alîkarên Serokê Giştî yê CHP'ê Bulent Tezcan, Haluk Koç û Serşewirmendê Serokê Giştî Cemîl Erhan jî cih digirin.

Parlamenterê HDP'ê yê Enqereyê Sirri Sureyya Onder li ser avahiya HDP'ê heyet pêşwazî kir. Hevdîtin li odeya Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş ê Girtî ye pêk hat. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpîl Kemalbay û Alîkara Hevserokên Giştî yê HDP'ê Fatma Kurtulan beşdarî hevdîtinê bûn. Dema pêşwazîkirinê de Kiliçdaroglu li tabloya odeya Demîrtaş mêze kir û pirsa aydî kû derê ye ji Onder kir. Onder jî got ku ji aliyê wênesazekî ve diyarî Demîrtaş hatiye kirin.

Piştî hevdîtinê li bendê ye daxuyanî bê dayîn.