Dozger der barê wekîlê HDP’ê de 2 fezleke amade kir

WAN - Serdozgerê Komarê yê Wanê der barê Cîgirê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Nadir Yildirim de 2 fezlekeyên cuda amade kir.

Serdozgeriya Komarê ya Wanê, der barê parlamenterê Wanê û Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP'ê Nadîr Yildirim de bi îdîaya "propaganda rêxistinê kiriye 2 fezlekeyên cuda amade kir. Dozger di fezlekeyan de der barê Yildirim de bi hinceta di 21'ê Adarê de beşdarî mitînga HDP'ê bûye û di 1'ê Gulanê de beşdarî mîtînga KESK'ê bûye bi îdîaya "Propaganda rêxistinê kiriye xwest destnedayîna Yildirim bê rakirin.
Dozger ji bo fesleke pêşkêşî Wezareta Dadê bê kirin pêşkêşî meclîsê kir.