STENBOL - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpil Kemalbay, bal kişand ser qeyrana kendavê û wiha got: “AKP-Qesr ji şaşiyên xwe venagere. Çi karê leşkerên Tirkiye li Qatarê heye. Tu fêdeya vê yekê li gelê Tirkiye nabe. Dê zerarê bide gelê Tirkiye.
Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê bi hişyariya “Em dê bi seferberiya rêxistinbûnê teqez bi ser bikevin" 2'emîn Kongreya Xwe ya Asayî li Navenda Pêşandanê ya Bostanciyê pêk anî. Li salona kongreyê pankartên “Em dê bi seferberiya rêxistinbûnê teqez bi ser bikevin", “Me bi ciwanî dest pê kir, em dê bi ciwanî bi qetînin" û “Jin bi wêrekî di ber xwe didin, ji bo azadiyê di ber xwe didin" û “Ji xerakirina Sûrê re na", “Rojnamegerî ne sûc e, ji rojnamegeran re azadî", “Jin jiyan azadî” û “Israra sosyalîzmê îsrara mirovahîbûnê ye" hatin vikirin. Dîsa li salonê wêneyê parlamenter û siyasetmedarên hatine girtin hatin daliqandin û li bin wan "Vîna gel nayê darizandin" hat nivîsandin. Dîsa pankarta wêneyê Hevserokên HDP'ê yên Stenbolê Dogan Erbaş û Aysel Guzel li ser heye a “Binçavkirin û girtin me bêzar nake" vekirin. Di kongreyê de piştî stran û rêzgirtinê axaftin hatin kirin. Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP'ê Sezai Temellî, Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan silav kir û diyar kir ku armanca kongreyê bi hêzek mezin xwe bi rêxistin bike û pêş bixin. Temelli, anî ziman ku ew dê teqez bi ser bikevin û ji bo vê yekê têbikoşin û xwe bi rêxistin bikin.
TAŞDEMÎR: HDP WEKÎ TOV KET AXÊ Û BELAV BÛ
Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê û Parlamentera HDP'ê ya Agiriyê Dîlan Dirayet Taşdemîr jî hemû girtiyên siyasî slav kirin û wiha got: "Îktîdar ji ber ji projeyên HDP'ê ditirse ew qas êrîşî partiya me dike. Ji ber pêşengê vê projeyê Brêz Ocalan e, Birêz Ocalan dixin bin tercîdê û êrîşê partiya me dikin. Projeya HDP'ê wekî tovekî ket axê û ajda her ku diçe belav dibe û zêde dibe. Ji ber vê yekê kes nikare rê li pêş HDP’ê bigire. HDP, her ku diçe mezin dibe û belav dibe. Bi hêz dibe. Hemû polîtîkayên AKP'ê yên li Tirkiye û Rojhilata Navîn hilweşiyan e."
Hevserokên HDP'ê yên Stenbolê Esengul Demir û Mustafa Avci jî axaftin kirin. Hevserokan diyar kirin ku dem dema berxwedan û bi rêxistinbûnê ye û hêza wan ji her demê bêtire ku xwe bi rêxistin bikin û bi ser bikevin. Hevserokan anîn ziman ku darbeya siyasî di 7'ê hezîranê de li dijî wan dest pê kiriye û darbesa esasî ya 7'ê hezîranê ye. Piştre peyama Hevserokên HDP'ê Selehattin Demirtaş û Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya Berê Figen Yuksekdag hat xwendin.
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpîl Kemalbay, jî anî ziman ku darbeya li dijî wan di 7'ê Hezîranê de dest pê kiriye û wiha got: "Wan bi darbeyan êrîşî ruhê 7'ê Hezîranê kir. Em jî bi ruhê 7'ê Hezîranê di ber xwe didin. Em dê hewl bidin vî ruhî bêtir mezin bikin û belav bikin. Em dê têkoşîna xwe berdewam bikin û mezin bikin. Ez duh çûm Cizîrê. Gelê me tevî hemû êrîşan û komkujiyan li ser piyan e. Hêvî û baweriya wan tam e. Ger ku Stenbol bixwaze dikare vê rejîma faşîst têk bibe. Em dê bi hevre têbikoşin û bi hevre bi ser bikevin. "
Kemalbay, bal kişand ser berxwedana Semîh Ozakça û Nuriye Gulmen jî û wiha got: "Têkoşina wan têkoşîna her kesî ye. Têkoşîna wan dest pê kir divê em berdewam bikin. Divê em ala wan a têkoşînê bidomînin."
ÇI KARÊ ME LI KATARÊ HEYE'
Kemalbay, helwesta hûmetê ya li Qatarê jî rexne kir û wiha got: "Li Rojhilata Navîn êdî tu tişt ne wekî berê hêsan e. AKP-Qesr ji şaşiyên xwe venaegere. Li şûna ku Tirkiye li Sûriye kurdan bide pişt xweli dijî kurdan têdikoşe. Çi karê Tirkiye li Qatarê heye. Çûna Tirkiye ya Qatarê bi gelê Tirkiye nade qezençkirin. Çi karê Tirkiye li Qatarê heye."