Parêzerê Ocalan bû Hevserokê HDP'a Stenbolê

STENBOL - HDP'a Stenbolê kongreya xwe pêk anî. Di hilbijartinê de Hevserokên HDP'ê ya Stenbolê Parêzerê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Cengiz Çiçek û Esengul Demîr hatin hilbijartin.


Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê kongreya xwe pêk anî. Di kongreyê de ji bo Hevserokênk HDP'ê ya Stenbolê Parêzerê Buroya Hiqûqê ya Asrînê Prz. Cengiz Çiçek û Esengül Demir hatin hilbijartin.

Ji bo rêveberiya rêxistina HDP'ê ya Stenbolê jî, Ebrû Ozdemir, Celal Ovat, Hunav Altun, Cihan Yavuz, Eylem Dogan, Deniz Polat, Arzu Kayaoglu, Eşref Yaşar, Fener Gunana, Înan Poyraz, Filiz Înce, Fener Kokat, Gonul Karaman, Hadî Boral, Evin Kinay, Haluk Agabeyoglu, Îlkay Oflaz, Yaşar Yilmaz Altunbilek, Janset Apaydın Bilir, Mazlum Dogan Gunduz, Melek Îlbaz, Newzat Kiliç, Nazlı Andan, Mehmet Nurî Odun, Nîhayet Guzel, Ugur Îravul, Sebahat Aydogan Saritaş, Resul Akkaya, Serap Borucu, Şemsettin Duman, Tulay Aydın, Adem Can, Kendi çapraz, Ceyhan Akay, Sureyya Kilinç, Mustafa Yusufoglu, Nebahat Unlu, Ulaş Huseyin Zirek, Macide Şimşek, Hasan Guzel, Kadri Ertugrul, Yaşar Arat, Mustafa Elma û Rumet Serhat hatin hilbijartin.

Hevserokê HDP'ê yê Stenbolê Cengîz Çiçek, diyar kir ku ew dê bibin layiqî mîrateya kevneşopiyê û wiha got: "Zanebûna dîrokê nîşanî me dide em bi binçavkirin, girtin, kuştinê xelas nabin. Em bi înkar û îmhayê jî xelas nabin. Modernîteya Kapitalist ne tenê bi Tirkiye bi hemû cîhanê dide windakirin û cîhanê li her kesî teng dike. Li dijî vê yekê herî zêde HDP radiweste û siyasetê pêş dixe. Bê guman em li dijî faşîzmê çogn danînin. Çawa pergala Kapitalizmê xwe di nava civakê de bi rêxistin kiribe, em jî dê li dijî vê yekê xwe bi rêxistin bikin û li dijî wê şer bikin. Em dê xwe bi rêxistin bikin û teqez bi ser bikevin.

Çîçek gotina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a "Teqez û teqez dê azadî bi ser bikeve" bibîr xist û got "Em dê teqez bi ser bikevin."

Kongre bi govend û stranan bi dawî bû.