Dosya Tuncel û Kişanak kirin yek

AMED - Dadgehê der barê Hevseroka Giştî ya DBP’ê Sebahat Tuncel û Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak de biryar da ku dosyayên dozên wan bike yek. Heyeta dadgehê ji bo veguhestina rûniştina dozê jî nivîs ji Serdozgerê Komarê yê Amedê re nivîsî.

Dosyaya Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sebahat Tuncel û dosyaya Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak di heman dosyayê de bû yek. Serdozgeriya Komarê ya Amedê der barê Tuncel û Kişanak de îdîaname amade kir. 8’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê îdîanameya dozger amade kiriye bi yek dengî, qebûl kir. Heyetê piştî îdîaname û rewşa girtinê ya Tuncel û Kişanak lêkolîn kir, nirxandinên parêzeran jî li ber çavan girt. Heyetê daxwaza parêzeran a berdana Kişanak û Tuncel red kir û biryar da ku bi girtî darizandina wan berdewam bike. Heyeta dadgehê dozên dosyayên Kişanak û Tuncel kirin yek û ji bo rûniştina dozê di meha çileyê de bê dîtin û bi riya SEGBİS’ê beşdarî rûniştinê bibin ji rayedarên girtîgehê re nevîs nivîsandin. Heyetê ji bo doza Kişanak û Tuncel ji Amedê neqlî dadgehek din bê kirin jî ji Serdozgeriya Amedê re nivîs nivîsandin. Ger ku dozger vê daxwazê qebûl bike dê nivîsê ji Wezareta Dadê re bivivîse.

Li aliyê din hat zanîn ku di doza Kişanak û Tuncel a li 2’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê de hat diyarkirin ku heyet dê biryara ku dosyayan ji hev cuda bike bide.

Tuncel di 4’ê Mijdarê de hatibû binçavkirin û di 6’ê mijdarê de hatibû girtin û şandibûn Girtîgeha Sîlivriyê. Heta 135 sal cezyaê hepsê ji Tuncel re dixwaze.

Hevşaredar Gultan Kişanak jî di 25’ê Cotmehê de li gel Hevşaredar Firat Anli hatibû binçavkirin û di 30’ê Cotmehê de hatibû girtin. Dozger heta 230 salan cezayê hepsê dixwaze.