Yildirim: Em ê teklîfa guherandina Qanûna Bingehîn vê hefteyê berpêşî meclîsê bikin

NAVENDA NÛÇEYAN -Serokwezîr Bînalî Yildirim û Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî, di dema domandina hevdîtinên budçeyê de hevdîtinek pêk anîn.

Yildirim û Bahçelî yê di bernameya wan de hevdîtin tune bû, herî dawî di çarçoveya hevdîtinên Qanûna Bingehîn de hatibûn gel hev. Serokwezîr Bînalî Yildirim ê beriya serdana Rûsyayê li Balafirgeha Esnbogayê ya Enqereyê pirsên rojnamgeran bersivand, der barê hevdîtinê de wiha got:"Di çarçoveya mûtebaqata ku em gihanê de, ji her du partiyan hevalên me xebatên hewceyî pêk tînin. Di vegera Rûsyayê de heke astengiyek dernekeve, em ê teklîfa guherandina Qanûna Bingehîn berpêşî meclîsê bikin."