KERKUK - Endamê Desteya Rêveberiya Eniya Demokrasiya Gel Aram Kerkûkî diyar kir ew li gel pêkhatina referandumêne lê, ne alîgirin ku referandûm ji bo berjewendiyên partiyekî were bikaranîn û wiha got: “Referandumek çarenûsa herêmên nakok diyar neke, divê neyê pejirandin.”
Endamê Desteya Rêveberiya Eniya Demokrasiya Gel Aram Kerkûkî der barê referanduma di 25'ê Îlonê de pêk bê ji Ajansa Nûçeyan a ROJ'ê ROJNEWS'ê re axivî. Roja 25’ê Îlonê wekî roja referandûma Herêma Kurdistanê hatiye diyar kirin. Piştî diyarkirina dîroka referandûmê gelek nîqaşên cuda di navbera partî û aliyên siyasiyên Herêma Kurdistanê de pêşket. Endamê Desteya Rêveberiya Eniya Demokrasiya Gel Aram Kerkûkî derbarê pêkanîna referandûmê de diyar kir ew li gel pêkanîna referandûmêne û got: “Me di nava xwede nîqaş kir ku referandum mafekî qanûniye. Ancax tevî ku ji sala 2003’an ve di rojeveyê de ye jî me hîna jî nekariye kar li ser herêmên bi nakok bikin û van herêman bi herêma Kurdistanê ve girê bidin. Ger referandum çarenûsa herêmên nakok zelal neke, em naxwazin pêk were.”
Aram Kerkûkî diyar kir ku eger referandum bêyî biryara parlementoyê pêk were wê neqanûnîbe û wiha pêde çû: “Divê biryara pêk anîna referandumê di parlementoyê de were dayîn. Eger referandum bêyî biryara parlementoyê pêk were evê bibe kareke ne qanûnî.”
EM NE ALÎGÎRÊ REFERANDUMA PDK DIXWAZE NE
Kerkûkî, di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Em piştgiriya ew referandûma ku PDK behsa wê dike nakin. Divê referandum bibe mijareke netewî. Em naxwazin bikeve dibin berjewendiya kes û yanjî hizbekî de. Em dixwazin bibe mijareke giştî ku hemû civak û gelê Kurd jî nêrîna xwe li ser bide. Her wisa divê referandum bibe destkeftiyeke gel ne ya hizbekî.” Aram Kerkûkî her wiha anî ziman ku divê nêrîna hemû partî û rêxistinên Başûrê Kurdistanê jî li ser referandûmê were girtin.
Kerkûkî daxuyakirin ku eger referandum çarenûsa herêmên nakok zelal neke wê Başûrê Kurdistanê bibe du parçe û wiha berdewam kir:“Eger referandûm were pêkanîn û çarenûsa Kerkûk û herêmên bi nakok neyê diyar kirin, wê demê dê Başûrê Kurdistanê bibe bi du parçe. Her wisa dê Herêma Kurdistanê wê rewatiyê bide ku ew herêmana ji herêma Kurdistanê qût bibe. Ji lewma em ji gelê Başûrê Kurdistanê daxwaz dikin eger referandum herêmên bi nakok çareser neke, di referandumê de dengê na bikarbîne.”
Kerkûkî balkêşa ser gotinên rayedarên PDK’ê ku dibejê, referandum nayê wateya ragihandina serxwebûnê û got:“Li gorî qanûnên navnetewî divê referandum ji bo ragihandina serxwebûnê be. Berpirsên PDK’ê jî dibêjin, referandum nayê wateya ragihandina serxwebûnê. Gelê Kurd gelek berdêl û şehîd ji bo serxwebûnê dane. Mafê gelê Kurde ku daxwaza serxwebûnê bikin.
‘DIVÊ REFERANDUM DI XIZMETA GEL DE BE'
Endamê Desteya Rêveberiya Eniya Demokrasiya Gel Aram Kerkûkî diyarkir ku eger li ser mijara pêkanîna referandûmê tevahiya partiyan beşdar bibuyan û biryarê di parlementoyê de derxistibana wê demê wê tevahiya welatiyan jî piştgîriya biryara pêkanîna referandûmê bikira. Kerkûkî diyar kir, welatî vê heqîqetê dizanin ku mijara referandûmê tenê ji aliyê hizbekê ve hatiye rojevkirin, ev hizbe jî vê mijara netewî tenê ji bo berjewendiyên xwe yên hizbî û bangeşeya hilbijartinê bikar tîne.”
Endamê Desteya Rêveberiya Eniya Demokrasiya Gel Aram Kerkûkî daxuyakirin ku ji ber biryara referandumê ne di parlementoyê de ji aliyê hizbekî ve hatiye dayîn wê Yekîtiya Ewropa û welatên din jî piştgiriyê nekin.”