Buldan: Êrîşa li dijî jinan bi tecrîdê ve girêdayî ye

AMED - Endema Heyeta Îmraliyê Pervîn Buldan bal kişand ser êrîşên li dijî jinan û piştrast kir ku ev êrîş bi tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ve giredayî ye, ji bo şikandina tecrîdê divê têkoşînek xurt bê meşandin.

Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê, Serokwekîla TBMM'ê û Endama Heyeta Îmraliyê Pervîn Buldan, şert û mercên li Girava Îmraliyê û tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nirxand. Buldan xaleke balkêş jî vegot û got ku kumkujî û îstismarên li dijî jinê, bi tecrîda li ser Ocalan ve girêdayî ye.

‘FEYDEYA TECRÎDÊ JI TIRKIYEYÊ RE TUNE’

Buldan piştrast kir ku ev 2 sal e Ocalan bi kesî re hevdîtin pêk neaniye û girîngiya Ocalan a ji bo biratiya gelê kurd û tirk jî vegot. Buldan got ku "Gelê kurd û jin tecrîdê qebûl nakin" û wiha axivî: "Bi taybetî di civîna navborî ya Tevgera Jinên Azad (TJA) yê de, dê tecrîd bi taybet bê destgirtin û rakirina tecrîdê dê wek xaleke sereke bê nirxandin." Buldan destnîşan kir ku rayeya Ocalan a di aştî û demokrasiya Tirkiyeyê de gelekî girîng e û wiha pê de çû: "Mixabin desthilatdarî kerr, bê ziman û kor e. Ji hêla din ve kesên ku fikrên Ocalan esasdigirin jî tên girtin."

‘ÊRÎŞÊN LI DIJÎ JINAN BI TECRÎDÊ VE GIRÊDAYÎ YE’

Buldan da zanîn ku gelek bûyerên wekî şidet, îstismara zayendî û kumkujî bi tecrîda il ser Ocalan ve girêdayî ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di dema hevdîtinên bi Ocalan re, Tirkiyeyê pêvajoyeke bê xwîn derbas kir. Di vir de rola Ocalan gelekî girîng e. Ji bo kumkujiyên li dijî jinan û şidet bi dawî bibe, Ocalan prespektîfek xurt dabû. Dema me nêrînên Ocalan bi rêxistnên jinan re parve kirin, di vê mijarê de rêyek hatibû diyarkirin. Piştî ku hevdîtin bi Ocalan re qut bû, hemû bûyerên wekî kumkujyên jinan, şidet, îstismara zayendî û hwd. zêde bûn."

‘DI HEMÛ CIVÎNAN DE OCALAN PIRSGIRÊKÊN JINAN TANÎ ZIMAN'

Buldan aşkera kir ku di pêvajoya muzakereyan de ji bo jin rolê bigirin, Ocalan kedek mezin daye û ev tişt got: "Yê ku got dê beyî jinê muzakere bi pêş nekeve Ocalan e. Heke îro jin tên gel hev û bi hev re biryaran digirin, ev bi saya Ocalan pêk hatiye. Di têkoşîna azadiya jinê de kedeke wî ya giran buha heye. Ez wek keseke 33 caran ku bi Ocalan re min hevdîtin pêk aniye dibêjim, yek civîna me jî beyî rojeva jinê derbas nebûye. Di her civînê de teqes rojeveke jinê hebû û mijar dihat nîqaşkirin. Ji bo pirsgirêk çareser bibe, teqes nîqaş hatine meşandin. Der barê pirsgirêka jinê de gelek peyamên girîng daye dewlet û AKP'ê. Bêguman heke Ocalan ew qas girîngiyê dide meseleya jinê, ev bi têkoşîna jinê ve girêdayî ye."

‘JI BER TECRÎDÊ XWÎN JI TIRKIYEYÊ DIHERIKE’

Buldan diyar kir ku di şexsê Ocalan de jin û gelê kurd tê tecrîdkirin û ev tişt anî ziman: "Bêguman di van civînên ku em digirin û biryarên ku tên girtin de, dê ev tecrîd bê şikandin. Divê ev tecrîda girankirî teqes bê rakirin û jin bi birêz Ocalan re hevdîtinê pêk bînin." Buldan tecrîda li ser Ocalan bandorke çawa li ser Tirkiyeyê dike jî bi van gotinan şîrove kir: "Her roja ku derbas dibe Tirkiye xwînê winda dike. Rêbaza herî baş divê bi gelê kurd re li ser maseyê rûnên û vê pirsgirêkê çareser bikin. Divê rêyek navborî bê dîtin. Bêgman şer daxwaz kesî nîne. Aştiya li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê dê bi kurdan û Ocalan re pêk bê."

NÊRÎNÊN OCALAN ANÎNA ZIMAN JÎ ‘SÛÇ’ E

Buldan sedema binçavkirina xwe ya di oteleke li Amedê de jî parve kir û derbirî ku di dema hevdîtinên bi Ocalan re, wekî ku naveroka hevdîtinê bi raya giştî re parve kiriye tê tewambarkirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Agiriyê, min wekî ku naveroka hevdîtinên bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, bi raya giştîre parvekiribe, tewanbar dike. Nêrînên Ocalan bi raya giştî re parvekirin bûye sûç. Hevdîtinên ku min bi birêz Ocalan re pêk anîn û ji raya giştî re parvekirin, peywira min e. Heke ev peywir bikeve ser milê min, ez ê bi dildarî pêk bînim. Ocalan ji bo vî welatî şansek e. Divê ev wiha bê zanîn. Heke nêrînên Ocalan bi raya giştî re parvekirin sûc be, ez ê vî sûcî berdewam bikim."