Altayê CHP'î: Erdogan dê wekî sûcdarê şer be darizandin

STENBOL - Parlamenterê CHP'ê Engîn Altay, girtina Parlamenterê CHP'ê Enîs Berberoglu şermezar kir û diyar kir ku Serokê AKP'ê Tayyip Erdogan dê li dadgehên navneteweyî wekî sucdarê şer bê darizandin.

Heyeta CHP'ê piştî der barê Parlamenterê CHP'ê Enes Berberoglu de biryara girtinê hat dayîn û rastî 25 sal cezayê girtîgehê hat, li ber edliyê daxuyanî dan. Li ser navê heyetê Parlamenterê CHP'ê Engîn Altay daxuyanî da. Altay, wiha got: "Dê roj bê, yên wekîlê me dan girtin û ji ber vê girtinê Recep Tayyip Erdogan dê li dadgehên navneteweyî wekî sucdarê şer bê darizandin.

NAHLET LI EDALET Û DARAZA WISA BE

Altay, helwesta dadgehê jî şermezar kir û wiha berdewam kir: "Nahlet li daraz û edaleta wisa bê. Ev biryara çavtirsandinê ye. Ev biryar çavtirsandina hemû civakê ye. Zordariya dewletê ya li dijî CHP'ê ye. Dê roj bê yên di vê dosyayê de biryar dane û ji ber van evraqan Recep Tayyip Erdogan dê li dadgeha navneteweyî wekî sûcdarê şer bê darizandin.

CHP'ê piştî vê biryarê biryara civîne girt û banga tevlêbûna civînê kir.