STENBOL - Parêzerê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê bû Hevserokê HDP'ê ya Stenbolê Cengîz Çîçek, diyar kir ku Tirkiye bi azadbûyîna nîjad û pêkhateyên cuda dê azad bibe û wiha got: "Temînata demokratîkbûna Tirkiye HDP ye."
Kongreya HDP'ê ya Bajêr a Stenbolê di 11'ê Gulanê de pêk hat. Di kongreyê de Esengul Demîr û Parêzerê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Cengîz Çîçek bûn hevserokên HDP'a Stenbolê. Çîçek, geşedanên dawî nirxand. Çîçek wiha axivî: “Stenbol bajarê penabera ye, bajarê kedkar û karkera ye. Ew bajar e ku herî zêde jin lê tên binpêkirin û herî zêde jin lê li ber xwe didin. Ji ber şerê li Rojhilata Navîn, gelek penaber lê hêwirîne. A rast tenê ne ji Rojhilata Navîn di koçberiya navxweyî de jî herî zêde mirov koçî wê kirine. Ji ber şer gelek kurd jî koçî Stenbolê kirine."
‘EM Ê BI AWAYEKÎ HERÎ BAŞ PEYWIRA XWE BI CIH BÎNIN'
Çîçek, diyar kir ku wan alaya partiyê ji rêveberên beriya xwe dewr girtiye û ew berdewamiya wan in. Çîçek wiha got: "Niha gelek hevalên me yên rêveber girtî ne. Lê em ê xebatên xwe bi rê ve bibin. Me ev mîrate ji hevalên xwe dewr girt. Em ê hewl bidin ku bi awayekî herî baş peywira xwe bi cih bînin."
HDP BÛ HÊVÎ
Çîçek, dest nîşan kir ku pirsgirêkên li Stenbolê pirsgirêkên hemû Tirkiyeyê didin der û wiha axivî: "Bi HDP û HDK'ê a rast wek Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî behs kiriye, ev proje ya kesên windayên komarê ne. Kî bûn ev kes? Elewî, kurd, jin, ekolojîst, sosyalîst, misilman bûn. Dema em li HDP'ê dinihêrin em dibînin ku sîwana wan komên ku ji ber polîtîkaya netew-dewletê ya 90 salî hatine binpêkirin bi xwe ye. Di hilbijartina 7'ê Hezîranê de derket holê ku HDP bû hêvî."
‘HDP PARTIYA HERÎ MEZIN A 3'YEMÎN E'
Çîçek, anî ziman ku HDP li gel hemû kêmasî û dernegmayînên xwe jî bi rêjeyeke 13.1'ê li Tirkiyeyê bûye partiya herî mezin a sêyemîn û wiha got: "Ji ber vê yekê em ji niha û pêve jî bi vê perspektîfa xwe ya hêvîdar bi pêş ve biçin. Ji bo Stenbolê em bibêjin, em hewl bidin ku peywira xwe bi layiqî bi cih bînin."
Çîçek balê kişand ser êrîşên li ser HDP'ê jî û wiha got: "Li ser me hemûyan çewisandin û zextên îktîdarê hene. Beriya her tiştî Rewşa Awarte li ser partiya me hûr bû. Pêvajoya darbeyê êrîşên li dijî kurd û dostên wan di xwe de dihebîne. Li Tirkiyeyê di pêvajoya darbe û OHAL'ê de her roj hevalên me şandin girtîgehan. Li gel van êrîşan hem»yan jî em ê peywira xwe bi layîqî bi cih bînin."
‘JI BO DEMOKRATÎKBÛYÎNA TIRKIYEYÊ'
Çîçek, dest nîşan kir ku li Tirkiyeyê HDP'ê temînata demokratîkbûyînê ye û wiha got: "Tirkiye dê bi azadbûyîna nîjad û pêkhateyên cuda azad bibe. Temînata vê jî HDP ye. Sedema evqas êrîşan jî ew e ku ji ber vê avaniya homojen di xwe de dihebîne."
Çîçek, gotina Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan a "HDP û HDK avakarên dewleta demokratîk in" bi bîr xist û wiha domand: "Dîrok jî nîşan daye ku, hemû tevgerên serketî pergalên xwe ava kirine. A rast em jî wek HDP'ê ji bo rêxistinbûyîneke hîn zêdetir û ji bo bihevrebûneke hîn zêdetir em têdikoşin. Divê gel yanî em bêyî ku hêviyê ji dewletê bikin, li hemû qadên ku kapîtalîzm dest avêtinê alternatîfên xwe biafirînin û bibin hêviya azadiyê. A rast wateya rastîn a têkoşînê jî ev e. Diyardeya ku em jê re dibêjin şoreş tenê ne ew e ku avaniyek birûxe û li şûna wê yeke nû bê avakirin; ew tişt e ku mirov ya heyî pêşvetir bixe. Armanca me ya herî sereke bi siyasetê peydekirina civakîbûyînê ye. Em ê li gor daxwazên gelê xwe tevbigerin. Heke ji me tiştek derê dê ew jî xizmetkariya gel be. Em çi qas vê pergala barbar tengavî bikin em ê ewqas nêzî azadiyê bibin. Ji ber vê divê hemû kesên zirar ji vê pergalê dîtinê bên cem hev û jiyana xwe azad bikin."