Salaz: Berî referandûmê yekitiya neteweyî divê

ENQERE - Rojnameger û nivîskar Necmettîn Salaz bal kişand ser referandûma li Herêma Federal a Kurdistanê û aşkera kir ku Kurdistana ku çar hêlê wê hatiye girtin û tenê cihekî kar biafirîne jî tune, wek amûreke hilbijartinê tê bi kar anîn û wiha got: "Kurd ji bo pirsgirêkên xwe çareser bikin, divê destpêkê kongreya neteweyî pêk bînin."

Ji bo serxwebûna Herema Federal a Kurdistanê, nîqaşên der barê referandûmê de li welat û derveyî welat berdewam dikin. Biryara referandûmê ya ku diviya bû di parlamentoya başûrê Kurdistanê de bihata girtin, lê ji ber ku ev 2 sal e parlamento girtî ye, li Pîrmamê daxuyanî hat dayîn. Wekî dîrok 25'ê Îlonê hat diyarkirin, lê ji hêla gelek aliyan ve hat rexnekirin.

Rojnamevan Necmettîn Salaz jî ev demek dirêj e li başûrê Kurdistanê dijî, der barê mijarê de nêrînên xwe ji dîhaberê re parve kir. Salaz got ku ji ber konjoktura li Rojhilata Navîn, diyarkirina dîrokê jî şaş e û da zanîn ku kurd li dijî biryara refernadûnê dernakevin, lê ev biryar ji bo razemeniyeke hilbijartinê ye û PDK'ê ye.

'BI VÎ ŞEKLÎ GIRTINA DEST ECÊB E'

Salaz diyar kir ku biryara serxwebûnê, daxwazeke bi salan e û daxwazeke gel ya bi vî rengî heye û bal kişand ser pêvajoya dema referandûm û hilbijartinê û wiha axivî: "Jiyana mirovan ji bo Kurdistanê li van çiyan derbas bûye. Bi sedhezaran şehîd dan. Herêmake federal a kurdan heye. Bêguman pirsgirêkên wan jî heye, lê bi vî şeklî girtina dest ecêb e. Tiştên wekî 'em ê referndûmê bikin, lê em serxwebûnê îlan nakin' tê gotin. Dibêjin 'Em ê pitî 2 mehan hilbijartinên giştî pêk bînin.' Heke hûnê serwebûnê îlan nekin, referandûm tê çi wateyê?"

‘ŞERTÊN HEYÎ JI FERERANDÛMÊ RE ASTENG E’

Salaz li ser zehmetiyên erdnîgarî û rewşa siyasî ya li başûrê Kurdistanê jî sekinî û aşkera kir ku Tirkiye, Iraq, Sûriye, Îran û DYA li dijî referandûmê derdkevin û ev jî hewldana serxwebûnê dide zehmetiyê. Salaz têkiliya hikumeta Başûr a bi dewletên din re jî wiha şîrove kir: "Kurdistan welatekî ku çar aliyê wê bi dijminan hatiye dorpêçkirin, welatê xizan, mazlum û şehîdan e. Ji bo mêtingeran çavkaniya aborî, ji bo xizanan jî dojeh e." Salaz diyar kir ku şertên heyî ji bo referandûmê asteng in û got ku "Ev mijar gelekî ji guhan re xweş tê, lê dema wê baş nehatiye hesab kirin."

'HERÊM MIJAREKE CIDÎ YE, DIVÊ NEBE AMÛRÊ HILBIJARTINÊ’

Salaz piştrast kir ku li başûrê Kurdistanê rêjeya dengê Îslamî, Yekgirtî û Goranê sedî 75 e, ji ber vê PDK'ê di hilbijartinan de fikaran dijî. Salaz destnîşan kir ku referandûm wekî amûreke hilbijartinê tê bi kar anîn û wiha pê de çû: "Heke hûn meseleke wiha cidî bikin amûra hilbijartinê, dê xweş nebe. Pêvajoya hilbijartineke ku ev du sal e dema wê derbasbûyî heye. Dê niha biçin hilbijartinê, lê rêje diyar in. Sedî 20 îslamî, sedî 25 Goran e. 25 Yekitî ye. Yên mayî jî sedî 20-25 jî dengê PDK'ê ye. Dema rewş ev be, tu heta sedî 25'an ketî. Camêr dengê ku bigire ev e, êja şov dike. Çiye? Ez serxwebûnê dixwazim, lê hin aliyan newest. Na hemû jî dixwazin. Dibe ku ev çek vegere hemberî te jî. Ez wekî welatiyekî vir dipirsim, em sibê çûn ser sandoqan û me sedî 90 dengê erê girt, ka em serxwebûnê îlan bikin. Heke em ê îlan nekin, em çima diçin referandûmê."

Salaz der barê hevalbendiya Tirkiyeyê ya bi kurdan re jî aşkera kir ku Tirkiye ji kurdan re mane dos û got ku ev çîrok e û wiha axivî: "L Başûr 18 navendên wan hene û ev dagirkerî ye. Ev raste rast ne li dijî PDK'ê ye, li vir gelek hêzên leşkerî hene, mirov nikare behsa serxwbûnekî bike, ji ber ku di axa te de hêzeke leşkerî ya cuda heye. Heke tu behsa serxwebûnê bikî, divê tu van hêzan bavêjî. Dema tu behsa serxwebûnê jî bikî, divê tu şerê bi van re bigirî ber çavan."

'TE ÇIMA ŞENGAL LI DERVE HIŞT?'

Salaz der barê Şengal û Kerkûkê de jî axivî û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Şengal rehên Kurdistanê ye. Kerkûk reha mirinê ya Kurdistanê ye. Ev her du bajarên girîng çima li derve hatine hiştin û we çima ev bê qebûlkirin?. Niha Partiya Yekitî sedî 50'yê dengên bajêr di destê xwe de digire. Dema dengên PDK û yên din jî lê bê zêdekirin, dê dengê kurdan derkeve sedî 75'an. Tu bêjî bila 'Niha ev der bisekine, Hewlêr, Dihok û Suleymaniye bes e', te jî qebûl kiriye. Teyê qebûl nekira."

YEKITIYA NETEWEYÎ DIVÊ

Salaz herî dawî got ku ya herî girîng Kongeya Yekitiya Neteweyî ye û nêrînên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi van gotinan anî ziman: "Tevgereke ku 20 milyonî îdare dike heye, rêberê wê jî birêz Ocalan e, ji birêz Barzanî re got ku 'Kongreyê berhev bike, were bibe serokê wê'. Heke kurdên çar parçeyên Kurdistanê li gel te be, kîjan dewlet dixwaze ambargoyê bide ser te bila bide. Tu birçî namîni. Divê destpêkê yekitiya neteweyî bê avakirin. Divê Şengal û Kerkuk jî tev li vê bê kirin. Wê demê jî gel dikare hin biryaran bigire û tû jî bi rêve bibî. Heke PDK ji bo yekitiya Kurdistanê xebatê bike, ez ê jî piştgiriyê bidimê. Kîjan partî dibe bila bibe, dê bê qebûlkirin."

Selamî Aslan- dîhaber