ENQERE - Mîthat Sancarê HDP'î li ber Deriye Dîkmenê yê Meclisê axivî û aşkera kir ku "Meşa edaletê" ya CHP'ê dereng be jî meşek rast e û piştî daxuyaniyê li ber AYM'ê çalakiya rûniştandinê pêk anîn
Wekîlên HDP'ê, ji bo balê bikişînin wekîlên HDP'ê yên û wekîlên ku di demên dawî de tên girtin, li ber Deriyê Dîkmenê yê Meclisê daxuyanî dan çapemeniyê. Wekîlên bi komû derbasî ber kamerayan bûn, Serokwekîlê Koma HDP'ê Ahmet Yildirim û Wekîlê Mêrdînê Mîthat Sanncar axaftin kirin.
'DI 30'YÊ COTMAHA 2014'AN DE DE PÊVAJOYÊ DESTPÊ KIR'
Yildirim aşkera kir ku girtina wekîlan zerarek mezin daye siyaseta demokratîk û wiha axivî: "Her çendî di demên dawî de li dijî wekîlan pêleke girtinê hatiye destpêkirin jî mijar ne tenê bi girtina wekîlan a di 4'ê Kanûna 2016'an de destpê kiriye. Mijar ji holê rakirina siyaseta demokratîk e. Ev plansaziyeke ku di civîma MGK'ê ya demdirêj de hatiye girtin e. Plan di MGK'a ku 10 saetan dom kir de hatiye girtin." Yildirim got ku "Derbe tenê bi leşkeriyê pêk nayê" û wiha pê de çû: "Dema leşker bikin hebûna îdarî diguhere, dema derbeya siyasî tê kirin, kûr û berfireh tê kirin. Piştî girtina wekîlên CHP'ê me dît ku mekanîka derbeyê dewam dike. Di vir de rola saziya siyasî heye."
SANCAR: EV PLANA DERBEYÊ YE
Endamê Komîsyona Makeqanûnê ya Meclisê yê HDP'ê Mîthat Sancar jî bal kişand ser helwesta Dadgeha Makeqanûnê ya li dijî HDP'ê û wiha got: "Me di serî de jî got ku pêvajoya heyî plana derbeyê ye. Pêvajoya herî krîtîk jî rakirina destnedana wekîlan bû. Em li vir binê du mijaran xêz bikin. Tişta li vir tê kirin berdewama operasyona derbeyê ye û dixwazin hêzên demokrasiyê neyên gel hev. Di wê demê de her kes helwesta partiya muxalefetê dizane. Lê rixmê her tiştî jî dê têkoşîna me berdewam bike."
Sancan destnîşan kir ku meşa ku CHP'ê daye destpêkirin dereng be jî erênî ye û xwest her kes xwedî li wekîlên girtî derkeve.
21 wekîlên HDP'ê piştî çalakiya rûniştandinê li ber AYM'ê veqetiyan.