ENQERE – Serokwezîrê Tirkiye li Enqere di derketina nimêja înê de pirsên rojnamegeran bersivand. Yildirim, meşa Edaletê ya Serokê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu rexne kir û got: "Kolan ne cihê edaletê ye. Kolan ne cihê lêgerîna çareseriyê ye. Lêgerîna edaletê û çareseriyê bê berpirsiyarî ye. Pêşîlêvekirina provokasyonan e. Îhtimala provakasyonan ne dûr e.
Serokwezîrê Tirkiye li Enqere di derketina nimêja înê de pirsên rojnamegeran bersivand. Yildirim, wekî ku hemû pirsgirêk li meclîsê tên çareserkirin û wekî ku daraz serbixe ye rexne li CHP'ê kir. Yildirim bêyî girtina 11 wekîlên HDP'ê û bi hezaran girtina siyasetdarên kurd li ber çavan bigire meşa Edaletê ya Serokê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu rexne kir û got: "Kiliçdaroglu bi xwe piştgirî da destnedayîna wekîlan. Niha jî jê bêzar e. Kolan ne cihê edaletê ye. Kolan ne cihê lêgerîna çareseriyê ye. Lêgerîna edaletê û çareseriyê bê berpirsiyarî ye. Pêşîlêvekirina provokasyonan e. Îhtimala provakasyonan ne dûr e."