Yarkadaşê CHP'î: Li dijî faşîzmê em li eniyeke yekbûyî bibin yek

STENBOL - Parlementerê CHP'ê yê Stenbolê Bariş Yarkadaş bal kişand ser meşa Edaletê û wiha got: "Li dijî faşîzmê divê hemû hêzên demokrasiyê li eniyeke yekbûyî bibin yek."

Parlementerê CHP'ê yê Stenbolê Bariş Yarkadaş, balê kişand ser hebûna "dadgehên ku dişibin darazê" û diyar kir ku êdî li Tirkiyeyê mekanîzmayeke darazê tune ye û wiha got: "Êdî veguheriye mekanîzmayeke ku dema îktîdar dibêje 'bigire' digire û dema dibêje 'berde' berdide. Ev tê wateya rizandina darazê."

Yarkadaş, dest nîşan kir ku temamiya dosyeyê ku hem parlementerên HDP'î hem jî yên CHP'î pê hatine girtin ji "sûcên lihevanînî" pêk tên û wiha axivî: "Bi ya min betalkirina destnedayînan şaş bû. Ez ji wan parlementerên ku ji bo betalkirina destnedayînan re got na me. Lê dosyeyên ku îro hem hevalê me û hem jî parlementerên HDP'î pê hatin girtin bi temamî ji tawanbariyaên lihevanînî yên 'terorî' pêk tên. Dema ku fezlekeyên 'terorê' bên meclîsê, ji xwe Serokê Meclîsê dema bixwaze wan tîne rojevê û rê li ber darizandinê vedike. Tekane sedema ku heta niha nehatibû kirin, ji ber pêvajoya çareseriyê ku di navbera AKP û PKK'ê de hatibû destpêkirin. Kengî pêvajoya aştiyê qediya, ji roja ku AKP meqesa xwe guhert betalkirina destnedayînan jî ew çax ket rojevê. AKP dikaribû vê yekê bi rêbazeke din jî bike. Dikaribû dosyeyan bîne Meclîsê û li gor Madeya 14'emîn a Qanûna Bingehîn dîsa dikaribû van parlementeran bigire. Ji xwe betalkirina destnedayînan di bernameya CHP û HDP'ê de heye."

'DIVÊ HEMÛ PARLEMENTER BÊN BERDAN'

Yarkadaş wiha domand: "Roja ku wek parlementerekî min serî lê da min xwest destnedayîna min bê betalkirin. Ne rêbazeke rast e ku dibêjin 'CHP rê li ber wan vekir'. Ev vegotineke ku bi taybetî dê eniya 'Na'yê bera hev bide. Ev nîqaşeke paşverû ye. A girîng ew e ku mirov li pêşiya xwe binihêre û ji bo berdana parlementer û şaredaran tevbigre. Çimkî, êdî li vî welatî huqûqa zavayan tê sepandin. Heke hûn zavayê rêveberên AKP'î bin, hûn bên girtin jî piştî 3-4 rojan şûnde hûn ê bên berdan. Lê heke hûn parlementer bin, bi hinceta dibe ku bireve hûn tên girtin. Divê li dijî vê neheqî û bêedaletiyê bê derketin. Dema parlementerên HDP'ê hatin girtin jî me îtirazî vê yekê kir. Me biryara Balbay hem bi bîra Qanûna Bingehîn hem jî ya Serokatiya Meclîsê xist. Di girtenameyên Meclîsê de bi sedan axaftinên me hene. Divê Dadgeha Qanûna Bingehîn biryara Balbay bi bîra îktîdarê bixe. Divê divêtiyên xwe yên dadgehê bi cih bîne û hemû parlementerên girtî berde."

'LI TIRKIYEYÊ DADGEHÊN KU DIŞIBIN DARAZÊ HENE'

Yarkadaş, dest nîşan kir ku li Tiriyeyê daraz "riziyaye" û wiha axivî: "Li Tirkiyeyê bi taybetî jî daraz di dozên siyasî de ji dêvla ku huqûq, edalet û wijdanê esas bigire, daxwazên îktîdarê dinirxîne û biryarê dide. Êdî ne mumkun e ku mirov bibêje li Tirkiyeyê mekanîzmayeke darazê heye. Li Tirkiyeyê mekanîzmaya darazê tune ye. Dadgehên ku dişibin darazê hene. Lê mixabin temamiya van dadgehan jî li gor fermanên îktîdarê tevdigerin. "Êdî veguheriye mekanîzmayeke ku dema îktîdar dibêje 'bigire' digire û dema dibêje 'berde' berdide. Ev tê wateya rizandina darazê."

'TIRKIYE JI AKP'Ê MEZINTIR E'

Yarkadaş, dest nîşan kir ku AKP dixwaze tim îktîdar be û wiha domand: "Roja ku ji îktîdarê bikeve dê bibe xwê. Ji ber vê ye ku ji bo li îktîdarê bimîne serî li her cure derhuqûqî, bê wijdanî û edaletiyê dide. Çavsorî bûye. Êdî AKP kontrol winda kiriye. Ji bo li îktîdarê bimîne huqûq, demokrasî, mafên mirovan hemû bin pê kiriye. Ji bo Tirkiyeyê mixabin nîqaşa sindoqê, nîqaşa huqûqî veguheriye nîqaşeke paşverû. Çimkî, AKP sindoqê ji bo îktîdara xwe bi kar tîne. Rêza wê ji bo sindoqê tune ye. Bawer bikin, heke sibê du sibe di hilbijartinekê de biryareke ku wan bitengijîne derkeve dê qebûl nekin. Em baş dizanin ji bo vê jî amadekariyên wan hene. Lê Tirkiye ji AKP'ê mezintir e. Dê Tirkiye bi tu awayî teslîmî tarîtiya AKP'ê nebe. Divê her kes bi vê bawer be."

'DIVÊ HÊZÊN DEMOKRASIYÊ LI ENIYEKE YEKBÛYÎ BÊN CEM HEV'

Yarkadaş wiha got: "Li cihekî ku 160 rojnamger girtî bin, 12 parlementer girtî bin, bi dehan şaredar bi awayekî derhuqûqî girtî bin û ji peywirê hatibin dûrxistin, heke rewşenbîr, nivîskar, sînemager bên girtin û binçavkirin û nivîsên civakê yên civaka medyayî bên şopandin mirov nikare behsa demokrasî û azadiyê bike, li wir mirov tenê dikare behsa faşîzmê bike. Niha em di şert û mercên faşîzmê de dijîn. Li holê ye ku dê çawa li dijî şertên faşîzmê li ber xwe bê dayîn. Li dijî faşîzmê divê hemû hêzên demokrasiyê li eniyeke yekbûyî bên cem hev."

'BI TEVKARIYÎ EM BITÊKOŞIN'

Yarkadaş, dest nîşan kir ku divê nîqaşên berê li hêlekê bên dayîn û wiha got: "Em niha bagajên xwe bigirim û li pêş xwe binêrin. Ji bo li vî welatî demokrasî bê peydekirin divê em bi tevkariyî bitêkoşin. Kesên ehlê demorasî, azadî û edaletê ne divê bên cem hev. Divê em bi hev re ji bo vê bitêkoşin û zemîna vê çêbikin."