NAVENDA NÛÇEYAN – Serokê AKP'ê û Serokomar Erdogan beşdarî qanala RTP ya Portekîzê bû û der barê piştgiriya DYA ya YPG'ê de axivî û wiha got: "Di mijara Reqqayê de me hemû tawîz da DYA'yê. Lê dîsa em qebûl nekirin. Me dit ku di YPG'ê de israr dike wê demê tenê gotina "Bila bi xêr be" ji mere ma.
Serokê Giştnî yê AKP'ê û Serokomar Tayyip Erdogan, beşdarî televîzyona RTP ya portekîzê bû û helwesta DYA ya li hemberî YPG'ê rexnekir. Erdogan di mijara OHAL’ê û siyaseta navxweyî û derve de xwe mafdar dît û rexneyên li dijî xwe jî rexne kir. Erdogan anî ziman ku DYA çekan dide PYD'ê û wiha got: "Min meha borî serokê DYA Donald Trump ziyaret kir û wiha got: "Ez helwesta DYA ya li hemberî PYD û YPG'ê rast nabînim. Nêzîkatiyek şaş e. Subayên DYA li gel leşkerên wan tev digere. Çekên giran dan wan. Ger ku mil didin hev û bi hevre tev digerin wê demê DYA wan wekî rexistina terorê nabîne. DYA niha bi hevkariya rêxistinên terorê dikeve Reqqayê. Em dibêjin werin em bi hevre vî karî hal bikin. Li gel hemû israr û tawîzên me Emerika bi ya xwe kir. Wê demê tenê gotina "Bila bi xêr be" ji mere ma. DYA li Halebê di kontrola PYD/PKK'ê de li Kobani balafirgeh ava kir. Dê li wir bi cih bibin. Niha em FETO ji Emerika dixwazin, lê teslîmî me nake. Binerin ji bo Fethullah li DYA 400 dolim zevi tesîs kirine."
Erdogan li ser rewşa Qatarê jî rawestiya û anî ziman ku ew pêkanînên li dijî Qatarê rast nabîne. Erdogan bilêv kir ew ambargoyan qebûl nake û li dijî Qatarê kumpas heye.
Erdogan rexneyên der barê Tirkiye de jî red kirin û wiha got: "Tirkiye wekî rejîma otorîter pênase dikin. Ev bêrêziya li hemberî Tirkiye ye." Erdogan OHAL, îxracên akademîsyenan, dorpêç û qedexeyên li bajarên Kurdistanê ji bîr kir û got: "Em van rexneyan qebûl nakin. Em li gorî hiqûqa navneteweyî tev digerin. Hin welatên Ewropa hikûmetê pekî Nazî pênase dike." Erdogan siyasetmedarên kurd jî hedef nîşan da û wiha got: "Di nava Yekîtiya Ewropa û Meclisa Ewropa de PKK'yî tûra davêjin."
'EM BI OHALÊ PAQIJIYÊ DIKIN'
Serokê AKP'ê Erdogan OHAL parast û anî ziman ku ew bi OHAL'ê paqijiyê dikin.